(10 Mijdar 1837)
Marx li dû xelaskirin a dibistanê, salekê li zanîngehan Bonn’ ê xwend û li vir ji alîyê fikrên Romantîzmê de xwe pêşxist, dû re derbasî zanîngeha Berlîn’ê bû. 17 nameyên ku ji alî bavê Marx ve ji Marx re hatine nivîsandin hatine parastin lê bersiva Marx bi tenê ev nameya ye. Name di 17 salîyan Marx’ de 10 Mijdar 1837de li dû sala ku derbasî zanîngeha Berlîn’ê bû ye hatîye nivîsandin. NameyênMarx ji bavê xwe re nivîsandibûn kurt bûn lewma dirêjbûna vê nameyê giringîyan xwe di hundirê xwe de dihewîne.
Di nameyê de bi sparteyên felsefeya Hegelyan a ku di vê demêde li Berlînê bi bandore sala xwe yan par rexne dike û pêşketina ramanên xwe bi vî awayî nîşan dide. Li dû sala ku dilsojî û romantîk an Marx a li Bonn ê derbas bû û ya ev ji îdealîzm a Fîchte û Kant veqetand nêzî Hegel kir, pirra ku Hegel di navbera hebûn û divê çawa hebûnê de danîye bû.
Di vê nameyê de bahsa ku gelek mijarên pêşerojê de di hemû berhemên xwe de bigire dest dike. Mînak, hişmendîyan dîrokî, hewldanên wî yên xwe dinav pêvajoyêke geşedan de bi cîhkirin. Û bi perspektîfeke Hegelyan, dîtina wî yan jevbûna rastî û rasyonel bû.
Bave delal,
Di jîyana me de çawa hinek dem dawîya serdemekê ne, wîsa jî despêkan serdema nû ne.
Di vê derbas bûyînê de em pêwîstîyê bi nêrîneke dijwar nirxandinan duh û îro de dibînin. Belê dîrok jî ji nirxandinênwîsa çavdêrîyên li ser xwe hez dike; lê ev dibe sebeba wek sekinî ye an şûnde diçê xwêya bibe, lê dîrok tenê ji bo wê pêvajoyan rewşenbîrî yan zîhnî û xwe fahm bike li koltixa xwe runiştî ye.
Lê meriv, di demên wîsa de dikevin halekî coşdar, ji ber ku her guherîn hinekî kilaman xatir xwestinê ye, hinekî jî ûvertûran destaneke hîn xwe dîyar nekirî û bi rengên rewnaq li teşe yên xwe digere ye. Lê dîsa jî ji bo serpêhatiyên berê em dixwazin bîranînekê ava bikin, bi vî awayî ewên, cîhê xwe yên di bizava me de winda kirine we di hestên me de dîsa bibînin; û ji bo vê bîranînê dilê dê û bavan, dadgerên herî nerm, dilxwazên hişpaktir, nikarin bibin maleke pîroz a wek rojeke hezkirin a ku navendê hewldanên me germ dike. Gelek tiştên şermdêr û divê bê şermezarkirin gava dibin berekî encamî de dertê holê ma meriv dikarin bibexşînin û lê biborin?
Xetayên hiş û bi gelemperî ev bêşansîya, wekî din wê çawa ji ditîna wek rihekî teşeyên wî xirab bûye xilas bibe?
Niha, gava vedigerim û li bûyerên îsal li vê derê bi serê min de hatine dinêrim û bersivê didim nameyan te yan herî girîngtirîn bavê min ê delal; destûrê bi min de, rewşa xwe di zanist, huner û jîyanaxwe de wek encama hewldanên ku rewşenbîrî bi nirxînim.
Bi veqetandina te, ji bo min dinyayeke nû hate avakirin, dinya evînê a ku pêşîyê bi daxwazên xwe serxweş dû re bê hêvî.
Rewîtî yan mina Berlînê a ku min digot ewê li ser min bi awayekî efsûnî bandor be û heyranê xwezayê bihêle, daxwazamina jiyanê har bike bi awayekî eceb hundirê min reş kir: ji ber ku zinarên min dîtin bi qasî hestên min hişk nebûn, maseyên li xana bi qasî xeyalênmin hilgirtine tije û giran nebûn û tu berhemên hunerî bi qasî Jenny yê xweşik ne bûn.
Dema ez gihîştim Berlînê, hemû têkiliyên xwe yên heya wê demê danî bûn min kut kirin. Yekcaran û bêdil min serlêdan kirin û min xwast ku ez bi can û dil ji alî zanistî û hunerî de xwe pêş bixim.
Em gava rewşa mina vêgavê bidin berçavan dibê ku Projeya min a yekem helbestên coşdar bû na. Ji ber ku gîhiştina vê bijarte yê rêyeke rehettir û bê zehmetbû. Lê pêşketina min û helwesta min a wê demê ew seranser guhert halekî îdealîst.
Bihuşt û hunera min veguherî dinyayeke bi qasî eşqa mina dûr.
Tiştên ku rast ji hevdû de ketin û sînorên xwe windakirin; dema nihayîn ez di navdame min rexne dikir, hestên min bi awayekî bê endaze û bê teşe dihate îfadekirin, tiştekî xwezayî nebû hemû tişt ji tava heyvê pêk dihat; min bawerîye ku beguman bi dijberî yan hebûn û divê çawa hebûnê de dikir û şewqên retorîk cîhê ramanên helbestî girti bûn. Lê divê ku hinekî Germiyan hest û daxwazan coşê jî bihebîne. Evna nîşanê sê cîldên Jenny’ yê ji min girtin e. Bêrîya ku bê sînor bi gelek awayî tên îfadekirinû helbestê berfireh dike.
Lê helbest divê ku bi tenê hewldaneke talî bûna; ji ber ku divê ez fêrî îlmê dadî bûma û herîzêdetir jî divê min bi felsefê re hesab bidîta. Herdû ewqas tevlihev bûn, wek zarokêkî dibistanê min Heineccius,Thibaut û çavkanî bi awayekî ne rexneyî dahurand û dû re min pirtûkanyekem a Pandektan wergerand Almanî û di heman demê de min xwast ku ez felsefeyeke hemû hûqûqê di xwe de bihebîne ava bikim.
Di despêkê de min cîh da çend pêşnîyazên metafîzîkî û ev berheman xemgîn nêzî sêset rûpelî heya ku hiqûqa hemûyî yên min domand.
Divirde endazeyan wawerîyan îdealîzm ê hebûn û divê çawa hebûna wekhevdûyan dijberîyan endazeyeke bi bandor û weranker bû û re da ku mijar bi awayekî seranser xeletî yan di xwe de pêk bîne; di destpêkê de min metafîzîk a dadî, rêgezên wê yên ji teşeyên dad û dadîyên azadin şewq û pênasên wê wek di Fichte’ te tên dîtin, lê di vêderê de bi teşeyekî hinekî din modern û hinekî din kurt. Hîn di destpêkê de wê, bi awayekî teşeyên ne îlmî matematîkan dogmatîk ne dihişt ku rastî bê fahm kirinû ber li eşkerekirin û dewlemendîyan mijarê digirt.
Matematîkzan sêgoşeyên ava dike û piştrast dike, lê sêgoşe li fezayê wek tiştekî nedîtbar dimîne û pêşnakeve; pêwîste ku em wê bidin hinda tiştekî din vêga cihekî nû digire û bi tiştên din re hatina wê yan bahevdû têkilî û rastîyê nû derdixe holê. Lê dad, dewlet, xweza û di îfadeyan pratîka dinyaya ku fikrên zindîyên hemû felsefê pêk tînin divê ku wanek(object) di pêşketina hundirê xwe de bê lê kolandin. Bi beşê kêyfî nê veqetandin. Aqlê wanekê divê ji dijberîyên xwe pêk bê û pêşkeve û yekitîyan xwe dîsa di hundirê xwe de bibîne.
Beşa dûyem ji felsefeya hiqûqê pêk dihat; ango li gor di vê demêde dîtinê min ê pejirandî nirxandine ke li ser pêşketina ramanên hiqûqa pozîtîf a Roma yê mîna ramanên pêketina hiqûqa pozîtîf (ez di vê derê de bikar nayînim.) wek min di beşa yekem de pêk hatinê têgehan hiqûqê girt dest cudatir be!
Hêbetir, van beşa ji alîyên teşeyê û doktrîna hiqûq a daringî (madî) be min kiri bû du cîha: bi berfirehî û beşa di hevgirtîyan pêşketina sîstemê de teşeyên wê yan zelal armanc dikir. Ya duyem jî wê bahsa naveroka teşe de xwe bi xwe şênber nedikir û rave dikir. Ev di Herr V. Savigny re xeteyeke hevpar bû. Ferqan di navbera me de; wî pênas a teşeyî dikir “ doktrînên di sîstema Roma yê de dagirkirine” bi nav dikir. Lê a daringî jî: “ di naveroka têgehan wîsa hatîye danasîn de doktrîneke ji alî yên Romalîya be hatîye bi cîhkirin.” didît. Lê min, teşeyên pêwîstîya ku îfadeya fikir, bi daringî jî pêwîstîya ku wesfa wan qest dikir. Qûsûra di vir de, bawerîya min a yek bi awayekî ji ya din azad be û divê pêşkeve an pêş dikeve; bi vî awayî min teşeyekî rast bi dest nexist, bi tenê min maseyeke berkaşkên wê bi qûmê hatîye tije kirin bi dest xist.
Di heman demê de”Germania” ya Tacitûs û “Tristia” Ovid wergerandî û bi serê xwe dest bi fêrbûna îngilîzî û Îtalî kir. Lê hîn di vana de pêşketinek baş min bi dest nexist. Min her wiha “ Hiqûq a Sizayan” ya Kelin û “Annals” an wî xwend bi vî re jî hemû berhemên wêjeyên herî dawin hatine weşandin min xwendin. Lê ev min wek karekî talî dikir. Di dawî yan serdemê de min dîsa li reqqasên Muses û Muzîka Satyrs vegerîya û di cîlda dawî ya ku min ji we re şand de heneka bi zordarîyê “ Scorpion û Felix” û drama Fantastîk a “Qulanem” ya şaş hatîye fahm kirin bi îdealîzmê tije ye, lê di dawîyê de bi temamî diguhere û vediguheze hunereke teşeyên tu wanekên wê yên îlhamî nînin û tu pêşveçûneke balkêş a ramanan jî tê de nîne.
Û dîsa jî ev helbestên dawî yekane bûn ku tê de ji nişka ve, mîna bi destdana çoveke efsûnî—ax! Ew destdan di destpêkê de wêranker bû—Qayzerî yan helbesta rastîn li hember min mîna qesreke periyan a dûr dibiriqî û hemû berhemên min di nav valahiyê de heliyan.
Ji ber van karên cûrbecûr, ez di dema yekem de neçar mabûm ku gelek şevan bê xew mam, ji bo di gelek têkoşînan de şer bikim divê ku min tehemûlê gelek kelecanên ji hundir û derve bikira, û dîsa jî di dawiyê de, tevî ku min xwezayê, hunerê û cîhan terikandibû û hevalên xwe ret kiribû, ez zêde pêş neketibûm.
Ev raman ji aliyê laşê min ve hatin tomarkirin û bijîşkekî şîret li min kir ku ez biçim gund, û bi vî awayî cara yekem ez di navanserê bajarê dirêj re derbas bûm û ji deriyê Stralowê derketim. Min bawer nedikirku li wir dê laşê min ê kêmxwîn û lawaz bigihîje û hêzeke xurt bi dest bixe.
Perdeketibû, cihê min ê herî pîroz ji hev ketibû, û hewcebû ku xwedayên nû bihata bi cîh kirin. Min dev ji wê idealîzma ku, di destpêkê de, min ew bi ya Kant û Fichte xwedî kiribû berda, û ez hatim ku li fikrê di nav rastiyê de bigerim. Heger berê xwedayên ku li ser erdê dijiyan, ew niha di navenda wê bi cîh bûne.
Min perçeyên felsefeya Hegel xwendibûn, lê min ji melodiya wê ya grotesk û hişk hez nekiri bû. Careke din min xwest xwe bavêjim nav deryayê, lê bi niyeta saxlem ku cewhera hiş wekî ya xwezaya fîzîkî pêwîst, şênber û zexm sazkirî bibînim, ji ber ku min dixwest dev ji parastinê berdim û mirwariyên pak derxim ber ronahiya rojê.
Min diyalogeke nêzê bîst û çar rûpelî bi navê ‘Cleanthes an jî Xala Destpêkê û Pêşveçûna Pêwîst a Felsefeyê’ nivîsî. Li vir huner û zanist, ku bi temamî ji hev veqetiyabûn, heta radeyekê yekîtiya xwe ji nû ve bi dest xistin, û min bi awayekî hêzdar dest bi karê xwe kir, ku ew pêşxistineke felsefî û diyalektîkî ya xwedayetiyê bû, wekî ku ew xwe wekî raman-di-xwe-de, ol, xweza û dîrokê diyar dike. Van hevoka min a dawî destpêka sîstema Hegel bû, û ev berhem, ku min ji bo wê hinekî şixulên xwe bi zanistên xwezayî, Schelling û dîrokê re çêkiribû, ku ji min re bûbû sedema serêşiyên bêdawî û bi awayekî ewqas tevlihev hatiye nivîsandin (ji ber ku divê ku bi rastî bibe mantiqek nû) ku ez niha vegerîna wê bê derfet dibînim, ev zaroka min a herî ezîz, a ku di ronahiya heyvê de hatiye mezinkirin, mîna sîreneke derewîn min radestî hembêza dijmin dike.
Acizbûna min çend rojan nehişt ku ez qet bifikirim û min wek dîna li dora baxçeyê li kêleka avên qirêj ên Spree ‘ya ku ruhan dişo û çaya lawaz çêdike’ baz dida. Heta bi xwediyê mala xwe re derketim seydê, bi lez çûm Berlînê û min dixwest her bêxwediyê pîr ê ku min didît hembêz bikim.
Piştî demeke kurt min tenê dest bi xwendinên erênî kir, xwendina li ser milkêyetê ya Savigny, Feuerbach û hiqûqa sizayan ya Grohlmann, De Verhorum Significatione ya Cramer, Sîstema Pandektan a Wenning-Ingenheim, Doctrina Pandectarum a Mühlenbruch, ku ez hîn jî li ser dixebitim, û di dawiyê de çend berhemên Lauterbach, Dozên Sivîl û berî her tiştî qanûna oldarî(dêrî), ku min beşa wê ya yekem—Concordia discordantium Canonum a Gratian—hema hema bi tevahî min xwend û jêgiran , her weha pêveka Institutiones a Lancelotti jî. Paşê min beşek ji Retorîk a Arîstoteles wergerand, De Argumentis Scientiarum a Baco yê Verulam ê navdar xwend, pirtûka Reimarus ya bi navê Li ser Hestên Heywanan min bi kêfxweşî xwend û pir mijûl bûm, û her wiha ez rastî hiqûqa Almanî hatim, li bi tenê kapîtûlarîyên qayzerên Frankî û nameyên ku Papayan ji wan re şandibûn, da min dahurand. Xemgîniya min a ji ber nexweşiya Jenny, hewldanên min ên rewşenbîrî yên bêfêde û têkçûyî, û hêrsa xwe dibê min îdolên xwe bi nêrîneke ku min jê nefret dikir, ez nexweş xistim, wekî ku min berê jî ji te re nivîsîbû, bavê delal. Gava ez baş bûm, min hemû helbest û pêşnûmên xwe yên romanan û hwd. şewitandin, bi vê qeydê min hêvî dikir ku bi temamî ji wan xilas bibim, ev armanca min hîn nehatîye pûçkirin.
Di dema nexweşiya xwe de, min Hegel ji serî heta binî, gelek şagirtên wî nas kir. Li Stralowê em bi hevalan re çend caran hatin ba hev, min ji bo tevlî klûbeke lîsansê bibim maf bi dest xwe xist, di nav endamên wê de çend mamosteyên zanîngehê û hevalê min ê herî nêzîk ê Berlînê, Dr. Rutenberg, hebûn.
Di nîqaşên li vir de gelek nêrînên dijber derketin holê û ez her ku diçû zêdetir bi wê felsefeya serdema xwe ve hatim girêdan, ya ku min difikirî ez dikarim jê birevim. . .
Bi hêviya ku bi demê re ew ewrên ku malbata me dorpêç kirine dê belav bibin û bila destûr ji min re bê dayîn ku ez bi we re êşê bikişînim û bigirîm û belkî jî bikaribim van hêsên xwe yên bi gelemperî min bi awayekî xirab anîn ser ziman, bi kûrahî û xwînşirînî bi delîlên berbiçav hezkirina xwe yan bêpîvan, pêşkêşî we bikim; di hêviya wê yekê de jî ku tu, bavê min ê ezîz, rewşa hişê min a ku gelek caran pir tevlihev e li ber çavan bigirî, û li cihê ku dilê min, ji ber ruhê min ê têkoşer, şaş xuya kiribe biborînî, û ku tu di demeke nêz de bi temamî baş bibî da ku ez bikaribim te jidil hembêz bikim û her tiştî ji te re bibêjim.
Kurê te yê wê her demê hezkirî yê te be…
Karl
Bavê ezîz, ji bo nivîs û şêwaza xirab min bibexşîne; saet hema hema dibe çar. Mûma min bi temamî şewitî û çavên min dişewitin; xofeke rastîn ketîye dilê min û heyaku careke din mêze te nebim ez ê nikaribim wan spêleyên ku min ew şiyar kirine aram bikim . Ji kerema xwe silavên minê ji dil ji Jenny ya delal û xweşik re bibêjin. Min jixwe nameya wê diwanzdeh caran xwendiye û ez hîn jî kêfxweşiyên nû tê de dibînim. Ez difikirim ku ew bi her nerîna xwe, tevî şêwazê jî, nameya herî xweşik e ku ji aliyê jinekê ve hatiye nivîsandin (McLellan, 2000)
Werger: Fidel & Xweza / Rojnameya Newroz
Çavkanî
McLellan, D. (Ed.). (2000). Karl Marx: Selected writings (2nd ed.). Oxford University Press.
