Ji bo 10 şaredariyên ku şaredarên wan ji DBPyê bûn qeyûm hatibûn şandin. Ji wan 10 bajaran li 9 bajaran dengê NA li bajarekî dengê ERÊ zêde bûne.
Li gor daneyên Ajansa Anadolûyê belav kirîn ji wan 10 bajaran li 9 bajaran dengê NA li bajarekî dengê ERÊ zêde bûne.
Di hilbijartinên herêmî yên 2014ê de, li 11 bajar û 95 navçeyan DBP bûbû partiya yekem.
Li bajarên qeyûm hatîn şandin li Amed, Wan, Mêrdîn, Colemêrg, Şirnex, Êlih, Sêrt, Agirî û Dêrsimê dengên Na û li Bilîsê dengê ERÊ zêdetir hatine avêtin.
Bajar | Erê | Na |
Amed | 32,41 | 67,59 |
Wan | 42,72 | 57,28 |
Mêrdîn | 40,98 | 59,02 |
Colemêrg | 32,42 | 67,58 |
Şirnex | 28,30 | 71,70 |
Êlih | 28,30 | 71,70 |
Sêrt | 47,81 | 52,19 |
Agirî | 43,08 | 56,92 |
Dêrsim | 19,59 | 80,41 |
(BK/MB)
BİANET