Site icon Rojnameya Newroz

ÎRO PÊWÎSTÎ JI 15-16 YÊN PÛŞPERÊN NÛ HEYE!

Tevgera karkerên Tirkiyê bi salên 1960an şûnda bi grev û dagiriyên fabrîqan û çalakiyên kolanan hêdî hêdî bi hêz dibûn. Di têkoşîna çîniyên karkeran û birêxistinbûn sendîkan da bi xwe ve di hatin û pêş ve diçûn. Wekî sendîka şoreşker DÎSK jî nû hatibû sazkirin. Li belê cardin jî sendîka dewletê TURK-ÎŞ ketibu tengasiyeka mezin ji sedema bandor a DÎSKê. Belê endam ji TURK-Îş ê vediqetiyan û diçûn dibûn endamên DÎSKê. Karker di fabriqan û kargehan de bi pêşengiya karkerên pêşdarên xwe de komîte yên fabrîqan sazdikirin.

Sinan Çiftyürek / Hemû nivîsên ê nivîskar

Têkoşîna tevgera sosyalist û yên karkerên Cîhanê û ên Tirkiyê wekî rastênhev bûn. Û herwiha di wê demê, bayeke dijwar ji bizavên komunîstên Cîhanê û bi taybetî jî aliyên şoreşker a Kûba da dihat. Em paşî Herb a Cîhan a Duyem da bandora tewgerên rêzgariyên netewî yên Efrîqa, Asya û Amerîkaya Latînî ji pêve bikin.

Ji ber vê yekê tesîra van hemuyan li ser geşbûna têkoşîn a karkeran çi dibû. Ew bayê çepî û bi taybetî ji ew têkoşîn a serxwebûna netewî ya çep û sosyalîst kû dijî kolonyalîzm û emperyalîzmê pêk dihatin, bandoreke mezin li ser karker û kedkarên Kurdistanê dikirin. Ew bayê kû di hêla çepî da dihat, bandora nêrîna ya sosyalîst dida ser têkoşîna rizgarî ya netewî ya Kurdistanê û bi taybetî jî ya Kurdistan a Bakûr.

Nêrîn a sendîka yên şoreşker û çalakvan di navbera karkeran da berfereh cih girtibû kû serkêşiya serhildan a 15-16yên Pûşperê da jî van karkerên pêşeng girtibûn. Li ser van rewş û geşbûn ên têkoşîna çîniyatiyan de, him di navbera sermayaderan de û him jî di berpirsiyarê vanên siyasî de bêhizûr û nerehetî çêdibû. Çawa karin pêşiya têkoşîna karkeran bibirin ji bo wê ketibûn lêgerînekê.

Herwiha partiya desthilatdar AP û ya mixalefet CHPê di sala 1970an de li hevkirin kû du qanûna biguherin. Ew qanûnên kû bin gûhartin, Qanûna Sendîkan ya bi hejmardar a 274an û ya gûhartina Qanûna Grev û Lokawt ya bi hejmardar a 275an bu. Û ji bo gûhertina vana cûda cûda pêşnûma hatin amedekirin. Belê paşiyê de ew pêşnûmayên cûda, kirin yek û şandin parlamentoyê.

Di parlamentoyê da bi hevkariya mebûsên APê û yên CHPê ew qanûn li dijî red kirina 4 dengan bi 230 dengan hate pejirandin. Dûvre Parlementoyê biryara xwe şand Senatoyê. Ji Senatoyê da jî cardin bi hevkarîya AP û CHP hate pejirandin û di 11ê Pûşper 1970an da bi erêkirina Serokomar Cevdet Sunay kete rewacê.

Her wiha bi Qanûna nû li dijî karkeran gelek tişt hatin gûhartin û destkeftinên karkeran ji destê wana de derketin. Ji bo karkeran hilbijartinbûyîna azadiya sendîkan hatin sînordarkirin, gûhertinên sendîkan hatin dijwar kirin. Anko armanca taybet diyar bû kû herikîndina karkeran ji TURK-ÎŞ ê çûyîna DÎSK ê bidin seknandin.

Têkoşîna bi rêxistinbûyî ya Karkerân ew Qanûna hate betal kirin.

Çawa ku ew Qanûna bi erêkerina Serokkomar kete rewacê, wekî çar rojan şûnda roja 15ê Pûşper 1970an de ji Stenbolê da jî li gelek navendan de karker bi rêveberên DÎSKê ve derketin kolanan û bi pankart û dirûşmê xwe meşiyan. Ew roja êdî di dîroka Karkerên Tirkiyê da rojek û pêvajoyeke nû bû. Di roja 16ê Pûşperê de çalakiyên karkeran him ji Stenbolê him jî li Gebze, Îzmît, Îzmîr  Enqerê da belav û berfireh bûbûn. Û ji xwe di cî de anko 16ê Pûşperê da Lijneya Wezîran, ji bo 60 rojan Rêveberiya awarte ji raya giştîra ragihandin. Lê belê çiqas bi zora rêverberiya awarte pêşiya çalakiyên karkeran hatin birîn jî serhildana karkeran gihîşte armanca xwe.

Lewra di serî da TİPê û dûvre jî CHPê ji bo kû qanûna nû betal bikin serdana Dadgeh a Zagona Bingehîn kirin. Û ji xwe dem zêde neçûbû ew qanûn hate betalkirin. Ew sedema betalkirina Qanûnê ne demokratbûyîna Dadgeh a Zagona Bingehîn bûn. Ew betalkirin encamên têkoşîna Karkeran bû.

Îro li Kurdistan û li Cîhanê de pêwîstî ji bo serhildaneke nû ya wekî 15-16ê Pûşperê heye. Her wiha serhildaneke wisa kare êrîşên karsazan û hikûmetê vana bide sekinandin.

Wek encam;

Û gelî  desthilatdaran, hûn qet bêkar an betal  man an neman? Hûn dizanin kû di malekê da beroş/qûşxane êvarê neyê kelandin çiye, tê çi wateyê? Û mala kû têde beroş/qûşxane neyên kelandin bavê wê malê dê çawa vegere mal? Betalî, wekî penceşêra civakî gav bi gav mezintir dibe û hêrs û xişma karker û betalan jî mezin dibe. Viya ji bîr nekin!

15.06.2020

canbegyekbun@hotmail.com

Yurtsever Sosyalist İşçi – Sayı:7

Tüm sayıların PDF formatı için aşağıdaki bağlantılara tıklayın

Sayı-1

Sayı-2

Sayı-3

Sayı-4

Sayı-5

Sayı-6

Sayı-7

Exit mobile version