ANASAYFAKÜRDİSTANHunermendên Newroza Amed, Wan û Stenbolê diyar bûn

Hunermendên Newroza Amed, Wan û Stenbolê diyar bûn

Hunermendên ku dê li Amed, Wan û Stenbolê di pîrozbahiyên Newrozê de derkevin ser dikê diyar bûn. 

Cejna Newrozê ya îsal dê herî kêm li 53 navendan bê pîrozkirin. Di 9ê Adarê de li Amed û Stenbolê deklarasyona Newrozê bê aşkerakirin.

Dirûşma Newroza îsal wekî “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” hat diyarkirin.

Bernameya Newrozê bi vî rengî ye:

9ê Adarê: Deklarasyon li Amed û Stenbolê

11ê Adarê: Dep (Xarpêt), Sûr (Amed), Kadifekale (Îzmir), Bazîd (Agirî)

14ê Adarê: Kop (Mûş), Xelfetî (Riha), Meletî, Nisêbîn (Mêrdîn), Misirc (Sêrt)

15ê Adarê: Qoser (Mêrdîn), Semsûr, Colemêrg, Agirî, Qers, Aydin, Îdîr, Mûş

17ê Adarê: Dêrsim, Erdîş (Wan), Erzirom

18ê Adarê: Gever (Colemêrg)

21ê Adarê: Amed, Tekîrdag, Kocaelî

22ê Adarê: Enqere, Stenbol, Mersîn, Riha, Balikesîr, Çewlîg, Wan, Dîlok, Êlih, Xarpêt, Antalya, Konya, Edene, Denîzlî, Îzmîr, Tetwan (Bedlîs), Cizîr (Şirnex), Sêrt, Bursa, Mugla, Îskenderûn (Hatay), Manîsa, Osmaniye, Çanakkale, Eskîşehîr

23ê Adarê: Şirnex

24ê Adarê: Silopiya (Şirnex)

Hunermendên 3 bajaran

Hunermendên ku dê li Amed, Wan û Stenbolê derkevin ser dikê diyar bûn. Koma Agirê Jiyan piştî gelek salan dê cara yekem li Amedê derkeve ser dikê. 

Wan

* Koma Agirê Jîyan

* Koma Rojhilat

Amed

* Koma Agirê Jîyan

* Zeynep Casalînî

* Alend Hazîm

Stenbol

* Koma Amed

* Suavî

(AY)

*Çavkan, AW

Kaynak: bianet

AKTÜEL