Ana SayfaÇAND HUNERFîlmê dawî yê Hiner Saleemî li Parîsê dikeve vîzyonê

Fîlmê dawî yê Hiner Saleemî li Parîsê dikeve vîzyonê

Di fîlmê de, lîstikvanên kurd Dilîn Dugar û Galyar Nerwayî dilîzin û bi hevkariya Frensa-Herêma Kurdistanê ve bi devoka Badînî ya zaravaya Kurmancî hatiye kişandin. Şevbaş Pêşmerge, qala çîroka evîna Zeine û Evdalî dike ku malbatên wan xwînîyê hev in.

Di meha Rêbendanê de, ji fîlmê dawî yê derhênerê navdar ê kurd Hiner Saleemî fragman hatibû weşandin. Fîlmê “Goodnight Soldier” sala 2020ê de li 73’yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê hatiba nîşandayîn, lê belê ji ber pandemîya koronayê, bernameya Cannesê hatibû bi paş ve xistin. 

Serlîstikvanê fîlmê Galyar Nerwayî ji malpera Rûdawê re ragihand ku, fîlmê “Şevbaş Pêşmerge, di sala 2019ê de hatî kişandin, lê ji ber pandemiyê nîşandanê fîlmê hate bi paş ve xistin”. Fîlm, ji aliyê pargîdanîya fîlman a The Party Sales ve tê belavkirin û herî dawî di meha Avrêlê de li bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Gorinchemê ya Holendayê hate nîşandan.

Derhênerê navdar kurd Hiner Saleem bi eslê xwe Duhokê ye û li Frensayê dijî. Saleem bi yekem fîlmê xwe li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê xelat girtibû û bi fîlmên xwe yên wekî; “Vodka Lemon” (2003), “Kilomètre Zéro” (2005), “Dol” (2007), “Si Tu Meurs, Je Te Tue” (2011), “Warê Min ê İsotê Şêrîn” ve tê naskirin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights