Ana SayfaGIŞTÎHEVJÎNA NEWŞÎRWAN MISTEFA KOÇA DAWÎ KIR

HEVJÎNA NEWŞÎRWAN MISTEFA KOÇA DAWÎ KIR

Hevjîna Sekreterê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa, Şûle Elî koça dawî kir.

Îro danê sibê (17-03-2017) hevjîna Newşîrwan Mistefa, Şûle Elî, ji ber nexweşiyê jiyana xwe jidest da.

Şûle manimê di sala 1981ê de ligel Newşîrwan Mistefa dest bi jiyana hevjîniyê kiriye. 2 kur û keçekê wan hene.

Di piraniya rawestgah û bûyerên jiyana siyasî û pêşmergetiyê de Şûle Elî ligel Newşîrwan Mistefa bûye. Lê ti caran beşdarê karên siyasî nebûye.

 

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights