Ana SayfaÇAND HUNERHEJMARA DUYEM A FANZÎNA “SÎNEMAYA SERBIXWE” DERKET

HEJMARA DUYEM A FANZÎNA “SÎNEMAYA SERBIXWE” DERKET

Hejmara Duyem a E-Fanzîna “Sînemaya Serbixwe” Derket! Di nav rûpelên Fanzîna “Sînemaya Serbixwe”de, nivîs, gotar, hevpeyivîn, nûçe û naverokên ku li ser Sînemayê, Çandê û Hunerê hatine amadekirin, cih digirin.

Ji Edîtor

Silav û rêz xwînerên hêja!

Piştî hejmara yekemîn a fanzîna sînema, çand-hunerê bi kurdî “Sînemaya Serbixwe” salek derbas bû û hejmara duyemîn a fanzîna me, li pêşberî xwendevanên xwe ye.

Hunera Heftemîn “Sînema” ji gelek huner û çand û dîsîplînên jiyanê pêk tê û têde reng û dengên cuda û nû yên xwezaya jiyanê dihewîne. 

Ev hunera ciwan ji sala 1895’an vir de weke wêneyan, bi awayên cur bi cur, erdnîgariya xweza û jiyanê xuya dike û bi saya wê jiyan, dem, deng û rengan watedar dibin û wê mijar û pirsgirêkên heyatê rave dike û digihîne mirovan. 

“Hunera Heftemîn, di nav rojên jandar û tarî de dibe hêviyeke germ û ronak, û bihara wê bêdemsal şîn tê û vedibe…” Rû û çavên sinemayê, sînorên ku li ser cîhanê radike û ew dikare bi demê re hemû xeletî û pêşdaraziyan tune bike…”

Sala par, di meha Tîrmehê de malpera www.sinemayaserbixwe.com’ê dest bi weşanê kir û weşanê xwe yên li ser sînema û çand-hunerê didomîne. Em ji bo sêwirandina logoya malperê gelek spasî Jujî Tasarim ve dikin.

Wekî ku hejmara yekemîn, di hejmara nû ya fanzîna me ya “Sînemaya Serbixwe” de jî, nivîs, gotar, hevpeyivîn, nûçe û naverokên cur bi cur cih digirin.

“Ji bo civakê, ji bo hunerê, ji bo jiyanê sînema…”

Bimînin bi xêr û xweşiyê de

Bi hevre ji Hejmarên nû ve..

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights