Girtiyê nexweş Mehmet Edîp Taşar (70) ê ku ji 3yê Adarê ve li nexweşxaneyê dihat dermankirin, koça dawî.
Hat zanîn ku Mehmet Edîp Taşar îro jiyana xwe ji dest daye. Li Nexweşxaneya Çam Sakura ya li navçeya Başakşehîrê ya Stenbolê dihat dermankirin.
Hat zanîn ku piştî cenazeyê Taşar ji nexweşxaneyê were wergirtin dê bibin Êlihê.
Taşar li Girtîgeha Tîpa Lyê ya Jimara 5an a Marmarayê (Silîvriyê) dihat ragirtin û di nav lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran de bû. Rêxistinên hiqûqê û mafên mirovan gelek caran ji bo Taşar bang li rayedaran kiribûn ku were berdan.
(AB/AY)
Kaynak: bianet
