Encama konferansa 9ê Sermawezêên partîyên komunîst û sosyalîtên ji çar parçeyên Kurdistanê da! (Kürdistan’ın dört parçasındaki komünist, sosyalist partilerin 9 Kasım Hewlêr Konferans sonuç bildirisi!)
***
JI BO RAYA GİŞTÎYÊ
Daxweyaniya karên yekemîn Konferansa partîyên Komunîst û hêzên çepên her çar beşên Kurdistan
Di Roja (09/11/2019) ê ji bo (Ektîfkirina rolê hêzên çepên Kurdistanî di têkoşîna nîştimanî û çînayetî yê) de, Li bajarê Hewlêrê bi beşdarbûn a hejmarek partî û keseyetan çepên her çar beşên Kurdistanê cara yekemîn Konferansa hêzên Komunîst û çepên Kurdistanî hate rêxistin kirin.
Konferans piştî bîranina gîyanê pîroz ê şehîdan û vexawndina sirûda nîştimanî ya Ey reqîb û Enternasyonal karên xwe destpêkir, di Konferans ê de du rûniştiyê panelê pêk hatin, Di panela yekemîn de (hewrikiya hêzên navdewletî û heremî di rojhilatanavîn de û bandor a wê ya li ser meseleya Kurdistanê) her yek Ji hevrêyan (Dr Kawa Mahmud, Hîwa Seyd Selîm, Newîd Mîhrewer, li ser navê Sînan Çîftyurek nûnerê partî Huseyîn Taşan û Bayram Bozyel di derheqê mîjara jorda nêrînê xwe bi cûda cûda pêşkêşkirina xwe kirin, Beşdarvanan jî derheqê heman mîjara pêşkêşkirinan nêrxandina xwe, bîr û bawerîyên xwe anîn ziman.
Panela duyemîn (di rewşa heyî ya îro, prensîbên hareketên Komunîst û çepên Kurdîstanî, derfetên bi hevra karkirin û astengiyên heyî) de, her lidur evê mijarê hevrêyan (Belên Ebdulla, Necmedîn Mela, Nusrettin Maçin, Mesud Tek, Hîwa Omer ) di vê warê de nirxandin ê cudayî hatin analîst kirin, di payê pêşkêşkirina panelîstan beşdarbûn ê Konferans ê jî rexne û nêrînê xwe di vî warê de kirin, herdû panel jî di alîyê (Kanya Bayiz, Hogir Çeto) ve hate rêvebirin.
Di encam de beşdarbûyên Konferans ê ew çend nîşan da ku bê Çareserî ya (aştîyan e adîlane) ya pirsgirêk a gelê Kurdistan ê ewlehî û aramî li welatên Rojhilata navînda nayê ava kirin.
Divê ev doz ji rastiyên dîrokê bingeha xwe wergire û ligor rewşa niha dur ji bikaranîna hêzê were çareser kirin, mafên çarenûsî bibîne pêşane ya çareseriyan, ji bo binecih kirina van mafan divê alîyên Kurdîstanî yekrêza nîştimanî xwe ava bikin, Konferansê pêştgirîy û hevkarî ya xwe bi vî awayê diyar kirin:
Yekem: Têkoşîna gelê me li rojava têkoşîna rewa ye, hêreşên Tirkiye liser rojava qirkirna gelê kurd bi giştî hedef digre, Konferansa me daxwaz kir ku bi deme kî zutir şer û hêrêş li ser herêma Rojava were ragirtin û dagirkirna Tirkiye jî were rawestandin, jiyanek a aram a dur ji şerî ji bo gelê me li rojava were ser rastekirin.
Duyem: Xebata sivîl ya gelê me û hêzên siyasî li Bakûrê Kurdîstanê xebata rast û rewa ye û ji bo jiyane kî bi rûmet, lewma em dijî zulm û zordariyê van polîtîqaya hukumeta Tirkiye, dijî gelê me û azadî xwazên Tirkiye pêk tîne, dixwazin bi zimanê aqil û bi mantık şewazekî aştîyane hemû kêşan liser masa bi diyalogê çareser bikin.
Sêyem: Di Rojhilata Kurdistanê de rewşekî yekcar nexuş derbaz dibe, herî zêde zordestiya netewîzordetiya mezhebî, çînayetî û kulturî jî heye, Lewma Konferansa me pêştgirîya xwe di vê parçeyê da ji xebata azadî xwazan diyar dike.
Çarem: Ew rewşa li Başûrê Kurdîstanê heye, ku bi xebat û xwîna gelê me hatîye bidestkirin, ji bilî metirsen derve, herî zêde metirsen çend qeyranên navxwehi jî rastî herêmê hene, ji bo rêgrîkirine ji van metirsen pediviye bi zutirin dem dest bi çaksazi û reformen bihetakirin, kû têda maf û xwestîkên xelkê bêbeş û zehmetkèş ji werên berçav, divê pergalakî wekhevî bi dad pêk were.
Pêncem: xwestîkên gelên Tirkiye, îran û welatên erebî jibona (demokrasiyê, azadiyê, aşitiyê, pêşkevtina civaki) daxwazên rewane, em ji piştgiriya xwe jibo wan dikin.
Şeşem: îro li navendo û başurê Iraqê tekoşineke girseyî sivîl û xwe pêşandin heye, ew daxwazên wan rasteqînene, em jî pêştevanên wanîn.
Heftemin: di Iraqê da gelek alî dixwazin destura zagona bingehîn u sîstema siyasî biguherin, em livir daxwaz dikin kû di her guhertinêda mafê herema Kurdistanê were parastin.
Di Konferansê de hêzên Komunîst û çepên Kurdîstanî piştî pêşkêşkirina silavan ji bo giyanê şehîdên rêya azadî û serxwebûna gelê Kurdîstanê, silaven şoreşgerenê li kur û keçên Kurdîstanê ku îro bi xwîna xwe berxwedanek bi rumet di afirînin, karên xwe ye Konferansê bi davî anîn.
Di roja 10.11.2019 an de alîyên beşdarên Konferansê ji bo nirxandin a wê civînekî pêk anîn, Di civînê de bîryar derxistin ku pêwistî ji bo karên hevbeş heye, divê komîsyona xebata hevbeş were ava kirin.
Hevlêr
10/11/2019
Partî û alîyên beşdar di Konferansê da:
1 – Partîya Komunîst a Kurdîstan -Bakûr
2 – Partîya Sosyalîst a Kurdistan-Bakûr
3 – Partîya Komunîst a Kurdistan -Rojava
4 – Komela Zehmetkêşên Kurdistan -Rojhilat
5 – Partîya Zehmetkêşên Kurdistan -Başûr
6 – Partîya Komunîst Kurdistan -Başûr
7 – Tevgera Demokratîk ya Gelê Kurdistan – Başûr