Site icon Rojnameya Newroz

“EM WE LI VÊ DERÊ NAXWAZIN”!

Wextê ku komar hate avakirin, libasê senteza tirk-îslamê li rejîmê hate fesilandin. Makeqanûna 1924an, ev libasê fesilandî bi xwe ye û peywendiya gorankariyên li ser hatî kirin li gel binyada wê ya giştî tune ye.

Sînan Cîftyûrek / Hemû nivîsên ê nivîskar

Rejîma tirk, li gorî hevsengiyên siyasî û pêşdiviyên xwe xelekên xwe yên li gorî senteza tirk-îslamê diyar kirin. Salên 1990î, ermen, rûm û cihû daxilî xeleka “em we naxwazin”ê kiribûn. Kurd jî di heman proseyê da, hetta pêştir, di nava xeleka “em we naxwazin”ê da bûn, bes dor dabûne xeyrî misilmanan. Ji bona balansa siyasî û hewcedariya wergirtina piştgiriyê ya ji xeyrî mislimanên netirk, ev yek divêya.

Hem bi tesfiyekirina xeyrî misilmanan hem jî bi bizavên 1921 Qoçgirî û 1925 Şêx Seîd, kurd ji aliyê “beka”ya rejîma tirk ve êdî “xetere”yeka esasî bûn ku êdî divê hatibûna çareserkirin. Ji wê rojê ve kurddaxilî plana “em we êdî li vê derê naxwazin!”ê kirine. Kurdên Qizilbaş jixwe her tim di hedefa siyaseta senteza tirk-îslamê da ne! Niha penaberên Sûriyeyî û efxan jî lê zêde bûn.

Hem bi desthilata xwe hem jî bi mixalefeta xwe ve rejîma tirk di atmosfera siyasî da ya ku bi propagadaya tekperest û nijadperest jehrî kirine; di serî da metropol, hemû qadên jiyanê li dijî kurd, elewî û penaberan kirine çiyayekî berşewat yê kerba nijadperestiyê! Yanî, gotara “em we li vê derê naxwazin” gotareka siyasî ya dewletê ye. Genc û ciwanên welatperest yên li kolanê tenya teqbîqkerê vê gotarê ne. Em bi kurtasî behsê bikin:

Yek:Rejîma tirk ji bo Herêma Kurdistanê gotibû “dê dawiya wê wekî Komara Mehabadê lê bê”. Ango, dê zêde li ser piyan nemîne. Ev hesêba wan negirt, heta Rojavaya xweser jî lê zêde bû. Herêma Kurdistanê ji sala 2005an ve bi rengekî fermî, Rojavaya xweser jî ji sala 2013an ve fi’len rêveberiya xwe ya konfederal diparêze. Ji ber hindê “tehdît”a Kurdistanê ya bo dewleta Tirk mezin bû. Ji bo ku vê tehdîtê berteref bike, li her du parçeyên Kurdistanê bênavber bi hereketên xwe yên eskerî dixwaze dagîrkirineka mayînde pêk bîne. Lê belê ji ber ku ew bi xwe jî baweriyê pê nayîne ku dê ser bikeve, hemwext li hember “tehdît”a kurdî li derdora xwe dîwarên emniyê lê kirin. Kadroyên siyaseta nijadperest-netewperest dizanin ku 1500 km dîwarên li ser xeta Îdir-Culemêrg-Mêrdîn-Entabê hatî danîn ji ber tirsa Kurdistanê ye. Eva ha, yek ji sebebên serekî yê êrişên nijadperestane ye li ser kurdan ku her ku diçe zêde dibin.

Dudu: Tifaqa Cumhurê, ji ber xweparastina Hêrêma Kurdistanê û Rojavaya xweser li dijî dagirkerî û statûkoperestiyê, dest avête propagandaya wê çendê ku dibêjin “em Duyemîn Şerê Millî yê Rizgariyê dikin”. Baş e, li dijî kîjan dewleta emperyalîst ew “Duyemîn Şerê Milî yê Rizgariyê” dikin? Tirkiye li dijî mitefiqê xwe yê stratejîk Amerîkayê û mitefiqê xwe yê nû Rûsyayê şerî nake! Nijadperest-netewperest, gava li dû bersivekê dikevin bo pirsyara ka “dewleta me li dijî kê Duyemîn Şerê Rizgariyê dike?”, hem li derve hem jî li hundur wekî “dijmin” kurdan dibînin! Çi digotin ji bo kurdan? “Cemawera HDPê mêşûmoz e ku divê bê tunekirin.” Welatperestên li kolana jî derketine seyd û nêçîra kurdan. Û derketin jî. Faktera duyem ya ku atmosfera siyasetê jehrî dikeev e.

Sisê: Desthilata tirk, bo ku serhildanên salên 1990î bişkîne, di wê hevkêşeya siyasî da newêriya wan rojanjenosîdê pêk bîne. Lê bi tirsa serhildanên mezin û berdewam, bi milyonan kurd ji Kurdistanê ber bi rojava ve sirgûn kirin. Armanca wan ji vê yekê, vekuştin û bilavkirina dînamîzma netewî ya li Kurdistanê bû! Planên wan dîsa pêk nehatin. Bi heman dînamîzma kurdî vê carê jî li metropolên rojava, her wiha wekî kilîla siyasetê hevrû bûn. Plana Kenan Evrenî ya “Piştî heyamekê dê bişibine me” pêk nehatibû. Me bi zelalî li Meramê fêhm kir ku hat gotin “em ji heft silaleyan ve kurd in. Em kurd in. Em ne ji wan kesan in ku sefên xwe biguherin”. Her çend zimanê wan hatibe bişaftin jî, xwedîderketina kurdan ya li nasnameya xwe û doza kurdayetiyê li rojava jî, sebebê serekî yê êrişên nijadperestiyê ne.

Yanî sebebê komkujiya Meramê û êrişên din ne ku “neliheviya erd û zeviyan, ne xwîndariya di navbera malbatan da” ye. Dewletê, ji bo ku peywendiya kurdan bi nasnameya wan yanetewî re qut bike, bi milyonanan kurd ji Kurdistanê ber bi rojava ve sirgûn kir. Lê belê kurdên ku sirgûnî wan cihan bûyî, li wan deran xwedîtî li doza kurdayetiyê kirin. Li hemberê vê geşedanê jî dewletê bi awayekî plankirî dest bi polîtîkayên çewisandin û zordestiyê kir. Bi aşkerayî dewletê got “heke tu bixwazî li Îzmîr, Stenbol û Antalyayê bijî, wekî kurd diyar nebe. Kurdî neaxive û derdorê narehet neke. Kurdayetiya xwe ji bîr bike! Heke ne tiştên bêne serê we me eleqedar nake. Ango, yan hûn dê bibin tirk, yan jî hûn dê biçine Kurdistanê!”

Çar: Tevî poîltîkayên qeyyûm û girtin, desteserkirin û zordariyê yên ji sala 2015an ve berdewam dikin, xweragiriya dînamîzma kurdî û parastina statûya xwe ya siyasî ya heyatî, sebebeka din e ku Tifaqa Cumhurê atmosfera polîtîk bi nijardperestiyê jehrî bike.

Encam û bengewazî:Di serî da siyaseta welatperwer, şorişger û demokratîk divê hazir be li hemberî encamên bîr û hizra kûrbûyî ya “terorîst-dabeşkar” ya derbarê kurdan da. Divê kêşeyên 10-15 milyon kurdên li metropolên Tirkiyeyê û li Anatoliyaya Navîn bên çareser kirin û bo dahatûyê çareseriyeka mayînde bê pêkanîn.

Libasê nijadperest yê senteza tirk-îslamê yê yek milet, yek mezheb, yek ala, yek ziman, yek welat êdî li bejna bawerî, penaber û gelên cûda yên li Tirkiye û Kurdistanê nayê. Yan dê makeqanûneka nû bê duristkirin û di serî da kurd û Qizilbaş, bawerî û gelên cûda dê azad bin. Yan jî bi vê krîz û qeyranê dê libasê heyî bidire. Di vê proseyê da ku minaqeşeyên makeqanûna nû tên kirin, siyaseta kurdî bi tifaqê divê wekî armanc dane pêşiya xwe ku kurd û gelên din û baweriyên wan bên nasîn, perwerdeya bi zimanê dayîkê bê dayîn, bi navê Kurdistanê mafê rêkketinê bê telebkirin!

Divê mirov pirsyar bike ka gelên Tirkiyeyê, derbarê cînarê xwe yê bi salan, kurdan da, çi difikirin? Demokrat, sosyalîst, liberal û mihefizekar, derbarê çareseriya siyaseta Tirkiyeyê da çi difikirin? Ev, girîng in. Divê di bîra me da be ku dînamîka demokrat a netewî ya kurdî bê binpêkirin, hêzên demokrasiyê yên şorişger ên Tirkiyeyê nikarin li ser pêyan bimînin û bijîn!

20.08.2021

Exit mobile version