ANASAYFAKURDΓEm dixwazin di darizandin ango dadgehan de disîplînek têkildarî wergêriya bi Kurdî...

“Em dixwazin di darizandin ango dadgehan de disîplînek têkildarî wergêriya bi Kurdî ava bikin”

Li Stenbolê bi hevkariya TOHAV (Weqfa Lekolînên Civakî û Hiqûqî) PENa Norwêcê perwerdehîya ‘Wergêrîya Dadî’ a bi Kurdî hatibû dest pê kirin.

Perwerdehiya ku ji aliyê Parêzer Ekrem Koçbaşi û Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslan ve dihat birêvebirin, bi dawî bû.

Her weha perwerdehiyê 8 hefteyan berdewam kir û piştî ku bi dawî bû merasîma dayîna sertîfîkayan hate lidarxistin.

Projeya perwerdeyê çawa dest pê kir?

Piştî ku TOHAVê dît ku li edliye û dadgehan pêdivî bi wergêrên dadî hene, di vî warî de kêmasî zêde ne û wergêr nayên peydakirin biryara projeyeke bi vî rengî da. Piştre TOHAV û PENa Norwecê bi hev re bernameyek perwerdehiya ‘Wergêriya Dadî’ a bi kurdî di sala 2024an de saz kir. Perwerdehiyê 6 hefteyan berdewam kiribû.  Herdu sazî bi perwerdehiya îsal jî armanc dikin ku vê kevneşopiyê ji bo mafê parastina bi zimanê dayikê û mafê darizandinek adil bidomîne.

TOHAV û PEN Norwêc: Armanc, avakirina disiplîna wergêriya bi Kurdî ye

Armanca bingehîn a TOHAV û PENa Norwecê ewe ku di darizandin ango dadgehan de disîplînek têkildarî wergêriya bi Kurdî ava bike. Çarçoveya armanca xwe wisa diyar dikin:

Zêdekirina jêhatîbûna pîşeyî ya kesên ku di warê wergerandina hiqûqî ya Kurdî de dixebitin an dixwazin bixebitin, da ku ew bikaribin termînolojiya hiqûqî ya Kurdî bi awayekî rast û pêbawer bikar bînin û parastina prensîbên exlaq, bêalîbûn û rastbûnê di pêvajoya wergerandina hiqûqî de.

“Wate û kontekst ji wergera mot a mot girîngtir in”

Parêzer Ekrem Koçbaşi û Mamoste Remziye Alparslan, diyar kir ku li we perwerdeye da  armanc ew e ku bikaranîna zimanê dayikê di saziyên fermî de were pêşve xistin û astengiyên li pêşiya bikaranîna zimanê dayikê, ku mafekî bingehîn ê mirovan e, werin rakirin.

Parêzer Koçbaşi di perwerdehiyê de ji xwendekaran re behsa termînolojiya hiqûqî ya Kurdî û pratîkên wergerandina dadwerî kir. Her weha Koçbaşi di perwerdehiyê de teqez kir ku divê termên hiqûqî yên ku di parastinê de têne bikar anîn, bêhempabûna zimanê kurdî di termînolojiyê de jî li ber çavan bigirin.

Her weha Remziye Alparslanê li ser teknîkên wergerandinê atolyeyek pratîkî lidar xist. Alparslan ji teqez kir ku di pêvajoya wergerandinê de wate û kontekst ji wergera mot a mot girîngtir in.

“Perwerde ne tenê teknîkî, têkoşîna parastina ziman û mafan jî bû”

Beşdarên ji pîşeyên cûrbecûr ên wekî parêzer, derûnnas, civaknas û rojnameger jî tevlî perwerdehiyê bûn. Parêzer Ozlem Turgay ji bo başderbûna xwe û caribandina perwerdehiya wergêriyê weha got :

Ji bo min derfetekî girîng bû. Ez ji zaroktiyê ve di nav polîtîkayên asîmîlasyonê de mezin bûm û ev rewş min hişyar kir ku ziman û nasnameya xwe nas bikim. Beşdarbûna vê perwerdeyê ji bo min ne tenê fêrîyeke teknîkî bu, beşek têkoşîna parastina ziman û mafan ji bû. Parêzerî tenê sepandina qanûnê nîne; ew di heman demê de parastina rastiyê û rûmeta mirovan e.”

Parêzer Turgayê destnîşan kir û got, “Zanîna parêzeran a li ser pêvajoya wergerê, têkiliya hêzê ya asîmetrîk di salonên dadgehê de hevseng dike. Zanina wergere ji bo parezeren bandoreki li ser parastina ava dike. Gava parêzer bi vî pêvajoyê dizane, ew dibe aliyekî çalak ku dikare bi awayekî rastîn mafê muwekîl biparêze. Ev rewş dihêle ku wergerandin ji şertê şiklî derkeve û bibe amûreke rastîn a edaletê.”

Eyup Ok: Termînoloîiya hiqûqî ya kurdî gelek bala min kişand

Yek ji beşdarên perwerdehiyê rojnameger Eyup Ok bû. Her weha Ok jî ji perspektîfa rojnamegeriyê perwerdehî nirxand. Ok diyar kir ku perwerdehiya wergêriyê ji bo Kurdekî derfete û ji bo parastina zimanê kurdî pewiste. Ok ji bo beşderbuna xwe weha got:

“Mafê zimanê kurdî esas e. Ji bo vê yekê mafê ziman ji bo min girîng e. Ji bo ku Kurd im, rojnamegeriya Kurdî jî bala min dikişîne. Wek aktivistek û Kurdek tevli perwerdeyê bum.”

“Li gorî min perwerde gelek baş bu. Him di pîşeya min de him jî di jiyana min de kurdî cihekî giring digire. Di perwerdeyê de wergêriya kurdî u termînoloîiya hiqûqî ya kurdî gelek bala min kişand. Rojnamager im le bi hiqûq re ji eleqedar im. Wek beşekî rojnamageriyê dibînim. Li gor min, divê rojnamager jî ji aliyek ve huqûqnasekî baş be.”

“Parastinê bi zimanê dayîkî berê her tiştî mafêki jiyanî ye. Lê mixabin mafê parastinê bi zimanê dayikê wek mafek neserekî tê dîtin. Ev nêrîn divê were rexnekirin.”

(HC/AY)

Kaynak: bianet

AKTÜEL