ANASAYFAORTADOĞUEhmed Şer: Peymana me ya li gel HSDyê bi başî dimeşe

Ehmed Şer: Peymana me ya li gel HSDyê bi başî dimeşe

Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer, li Peymangeha Chatham Houseyê a li Londonê axivî.

Ehmed Şer ragihand ku welatê wî ber bi qonaxa hilbijartinên azad ve gavan diavêje û tekez kir ku ew rê nadin ti komên çekdar li Sûriyeyê bimînin.

Ehmed Şer îro diyar kir ku diyaloga niştimanî hatiye kirin û encamên baş jê derketine.

Wî got, “Hilbijartinên Meclisa Gel hatin kirin. Civîna ewil dê meha bê dest pê bike.

Ev dê rê li ber hilbijartineke azad veke ku em di dawiya qonaxa veguhestinê de li Sûriyeyê bikin.”

Dawî li komên çekdar tê

Ehmed Şer li ser mijara ewlehiyê got, “Ji gava ku em gihîştine Şamê, me ji bo birêkirina (kêmkirina) çekan, vegerandina wan a ji bo destê dewletê û çespandina serweriya yasayê xebitî.

Em rê nadin ku li Sûriyeyê kom û komikên çekdar hebin, çimkî ev bi bingehên dewletê re nagunce.”

Peymana bi HSDyê re

Ehmed Şer li ser peymana tevlîkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a nav artêşê peyivî û got:

“Peyman bi başî dimeşe. Lê HSDyê di bicihkirina wê de hinekî xemsarî kir û hesabên şaş kirin.

Berê ji bo şerê DAIŞê rewayiyeke wan a demkî hebû, lê niha dewletê rewayiya niştimanî û navneteweyî bi dest xistiye.

Dewlet piştî ku tevlî Koalîsyona Navneteweyî bû, erkê şerê li dijî DAIŞê girt ser xwe.”

Pêwendiyên bi Rûsya û Amerîkayê re

Ehmed Şer çalakiya dîplomatîk a welatê xwe bi qîmet dît û got, “Pêwendiyên me yên dîrokî bi Rûsyayê re hene.

Kesekî ku rojekê li Koşka Spî be û roja din li Kremlînê be, ev nîşaneya çalakiya dîplomasiya nû ya Sûriyeyê ye.”

Cezayê destwerdana Hizbulahê

Ehmed Şer li ser rewşa herêmê jî peyivî û anî zimên, “Sûriyeyê cezayê destwerdana Hizbulahê ya li nav axa xwe da.

Me gelek hewl da ku em rê li ber derbasbûna şer a bo nav axa Libnanê bigirin.”

Şer derbarê Îsraîlê jî got ku miamaleya Îsraîlê ya li hemberî Sûriyeyê neyînî bûye û wan di deqeyên dawî de her tişt xera kirine.

Vegera koçberan a ji Ewropayê

Ehmed Şer spasiya welatên Ewropayê kir ku mazûvaniya koçberên Sûriyeyî kirine.

Wî hêvî kir ku vegera wan “bi daxwaza wan” be û got:

“Em ji bo peydakirina derfetên kar û avakirinê dixebitin da ku koçber teşwîqî vegerê bibin.

Bila ew ezmûnên xwe yên li derve veguhestin nav welatê xwe.”

Ehmed Şer di dawiyê de tekezî li ser mijara “edaletê” kir û ragihand, ji bo lêpirsîna li gel hemû kesên ku tawan kirine, pêdiviya wan bi avakirina dezgehên qanûnî û merceeke yasayî ya zelal heye.

Rûdaw

AKTÜEL