Ana SayfaKURDISTANEGER TEVGERA GORAN PETROLA KURDİSTANÊ NADİZE BİLA BİSELMÎNE

EGER TEVGERA GORAN PETROLA KURDİSTANÊ NADİZE BİLA BİSELMÎNE

Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê (PSDK) bi daxuyaniyekî fermî bersiv da Tevgera Goran û ragihand; “Eger hûn ne beşdarî krîz, bi hederadana saman û dizîna petrola Kurdistanê bin, kerem bikin paqijbûna xwe biselmînîn.”

Roja 31ê Çileyê Berdevkê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê (PSDK), li ser gilîkirina Sekreterê Giştî yê PSDKê Mihemed Hecî Mehmûd, bi daxuyaniyekê bersiv da Tevgera Goran.

Berdevkê PSDKê di daxuyaniya xwe de daxuyand, ku “Tevgera Goran xweliyê dixe nav çavê xelkê” û wiha got:

“Di dema derbasbûyî de bi berdewamî we di kanalên xwe de digot li Kurdistanê yasa û dadgeh nînin. Lê niha hatine bawerî bi dadgehên Kurdistanê tînin û giliyan tomar dikin. Eger hûn van gotinan weke tometbarkirin dibînin, kerem bikin parlamenterên we yên çalak û baş li Bexdayê hene, di destpêkê de herin birêz Heyder Ebadî bidin dadgehê. Ji ber ku wî beriya çend rojekî gotibû partiyên siyasî yên Kurdistanê gendeliyê dikin û petrolê didizin.”

Berdevkê PSDKê daxwaz kir, ku Tevgera Goran hikûmeta Herêma Kurdistanê vekişe û ragihand; “Eger hûn ne beşdarî krîz, bi hederadana saman û dizîna petrola Kurdistanê bin, ku di demekê de ji hikûmetê hatine derxistin, kerem bikin paqijbûna xwe biselmînîn. Bi fermî ji hikûmeta Herêma Kurdistanê vekişin û têkçûna xwe qebûl bikin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, ku PSDK daxwaza lêborînê ji Tevgera Goran nake, berovajî divê ji ber sivikatîkirin, tometbarkirin û piçûk dîtina xebat û şehîdbexşîna wan, Tevgera Goran lêborînê ji PSDKê bixwaze.

Roja 30ê Çileyê Tevgera Gorran, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, Komela Îslamî ya Kurdistanê bersiv dan Sekreterê Giştî yê PSDKê Mihemed Hecî Mehmûd yên derbarê şîrîkatiya petrola Kurdistanê

Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hecî got: “Mihemed Hecî Mehmûd bi gotinên xwe, em di bin tohmetê de hiştin. Divê rastî ji gelê Kurdistanê re bê eşkerekirin. Daxuyaniya navborî dûrî rastiyê ye.

Şoreş Hecî xweste ku di nav du rojan de îdiaya xwe bi belgeyan îsbat bike û got: “Yan jî bi awayekî fermî ji me lêborîna xwe bixwaze. Egerna em dê serî li rêyên hiqûqî bidin.”

Roja 14ê Çileyê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civîna ligel endamên Komîsyona Ewlekarî û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê de gotibû, ku piraniya partiyên kurdî ji dosyeya petrola Kurdistanê agahdar in û şîrîkê gendeliyê ne.

Mihemed Hecî Mehmûd jî di hevpevînekî li gel Dengê Amerîkayê de gotibû: “Her 5 partî jî xwedî şîrketên petrolê ne û dahatên wan ên petrolê hene. Pirsgirêkên navbera partiyên Herêma Kurdistanê, ne li ser mijarên gel, xizmet, zelalbûna dahatên petrolê û sîstema rêvebiriyê ye, pirsgirêka wan dabeşkirina dahata petrolê ye

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights