ANASAYFAHAK İHLALLERİDozgeriyê 55 ESPyî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir

Dozgeriyê 55 ESPyî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir

Di sibeha 3ê Sibatê de li 22 bajaran li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û saziyên wê operasyon pêk hat. Di encamê de Hevserokê Giştî ê partiyê Mûrat Çepnî jî di nav de  95 kes hatin desteserkirin. Ji wan 55 kes dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.

Li gorî Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB), di dosyeyê de bi tevahî navên 110 kesan hene. 95 kes  ji wan hatine desteserkirin û duh îfadeyên 55 kesan ên li emniyetê bi dawî bûn.

Manîfestoya Komunîst di operasyona ESPê de weke ‘delîl’ di dosyayê de cih girt
Îro 07:55

Cengizhan Karaşin yek ji parêzerên EHByê ye, ragihand ku dozger bêyî ku îfadeya 55 kesan bigire, li gorî dosyayê biryar daye û hemû desteserkirî bi daxwaza girtinê sewq kiriye.

Hevserokê Giştî ê ESPyê Murat Çepnî jî di nav de gelek kes bi îdiaya ku “endamê rêxistinê ye û propagandaya rêxistinê kiriye” tên tohmetbarkirin.

Tê payîn ku 40 kesên mayî îro li emniyetê wê îfadeyên wan werin temamkirin û sibê jî wê sewqî Edliyeya  Stenbolê ya li Çaglayanê werin kirin.

Hevserokê ESPê Çepnî jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin
3 Sibat 2026

(TY/AY)

BİANET

GIŞTÎ