Ana SayfaDOZGERIYA TIRKIYÊ GIRTINA SALIH MUSLIM ÛSER KIRDEYÊN PKK Ê XWEST

DOZGERIYA TIRKIYÊ GIRTINA SALIH MUSLIM ÛSER KIRDEYÊN PKK Ê XWEST

Serdozgeriya Komarî ya Enqerê di nivîsa ku ji Dadweriya Sulh a Cezayê ya Nobedar re şandiye de, li ser teqîna xwekujî ya li rawestgeha otobusan a Guvenpark a Kizilaya Enqerê, ji dadgehê daxwaz kir ku Hevserokê PYDê Salih Muslim û serkirdeyên PKKê yên wek Murat Karayilan, Cemîl Bayik û Fehman Huseyîn bên girtin.

Serdozgeriya Enqerê di daxwaznameya ku ji dadgehê re şandiye de, dixwaze ku dadgeh ji bo 38 serkirdeyên PKKê ku Hevserokê PYDê Salih Muslim jî di nav wan de hatiye nîşandan, birayara girtinê were derxistin.

Di daxwaznameyê de tê gotin ku hin ji wan kesên tohmetbar li Iraqê ne hin jî li Sûriyê ne û ji ber ku dozgeriyê xwe negihandiye hinekan ji wan nekariye îfadeya wan bistîne.

Navên ku girtina wan tê xwestin ev in: “Salih Muslim, Cemîl Bayik, Murat Karayilan, Mustafa Karasu, Hulya Oran, Nuriye Kesbir, Elif Yildirim, Zubeyir Aydar, Duran Kalkan, Sabri Ok, Ali Haydar Kaytan, Filiz Duman, Muzaffer Ayata, Mehmet Toren, İsmail Ozden, Riza Altun, Layika Gultekin, Guleser Torun, Remzi Kartal, Guluşan Eksen, Menafi Bayazit, Engin Karaaslan, Mahmut Dora, Gulizar Tural, Ayfer Kordu, Salman Kurtulan, Hulya Eroglu, Sultan Kocabey, Suleyman Şahin, Mehmet Ali Çelik, Fehman Huseyin, Fethi Şarlatan, Hamiyet Yalçinkaya, Mehmet Tahir Kiliç, Mehmet Uçer, Hejar Çelik, Nuran Er û Şerif Boşbuga.”

sputniknews

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights