Serokê Amerîkayê Donald Trump bi awayekî fermî ragihand ku artêşa Amerîkayê li nav axa Îranê dest bi “operasyonên şer ên berfireh” kiriye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya hesabê xwe yê “Truth Social”ê peyameke vîdeoyî belav kir.
Trump bangî artêşa Îranê kir ku çekan deynin û ji gelê Îranê re jî got, “Hikûmeta xwe bi dest bixin.”
Her weha Trump diyar kir ku ji bo parastina gelê Amerîkayê, armanca wan ji holê rakirina “gefên nêzîk” ên rejîma Îranê ye.
DYA û Îsraîlê êrişî Îranê kir
“Em dawî li rejîma 47 salan tînin”
Trump sedemên operasyonê bi polîtîkayên 47 salên dawî yên rejîma Îranê ve girê dan û got:
“Rejîma Îranê 47 sal in dirûşmên ‘Mirin ji bo Amerîkayê’ berz dike û li dijî hevalbendên me kampanyayeke bêdawî ya xwînrijandinê bi rê ve dibe.”
Wî di axaftina xwe de biserdegirtina Balyozxaneya Tehranê ya sala 1979an, êrişa li ser baregeha deryayî ya Beyrûtê ya sala 1983yan û êrişa li ser keştiya USS Cole ya sala 2000î bi bîr anîn.
Armanc: Mûşek, hêza deryayî û navendên nukleerê
Donald Trump destnîşan kir ku artêşa Amerîkayê armanc dike ku şiyana leşkerî ya Îranê bi temamî ji nav bibe.
Trump li ser çarçoveya operasyonê ev agahî dan:
“Em dê pîşesaziya mûşekan a Îranê hilweşînin, hêzên wan ên deryayî ji nav bibin û êdî rê nedin ku wekîlên wan ên terorê aramiya cîhanê têk bibin. Îran ti carî nabe xwedî çekên nukleer. Ji ber vê yekê me meha Hezîranê bi operasyona ‘Midnight Hammer’ (Çakûçê Nîvê Şevê) navendên nukleer ên li Fordo, Netenz û Îsfehanê tune kirin. Niha dema wê ye ku em li dijî vê rejîma ku dest ji xeyalên nukleer bernade gavan biavêjin.”
“Amerîka bi hêzeke mezin li pişt we ye”
Trump rasterast bangî Pasdarên Îranê, endamên artêşê û polîsan kir û pêşniyara “efûyê” li wan kir:
“Vê şevê ez ji we re dibêjim, çekên xwe deynin û hûn dê bibin xwedî parêzbendiya tam. Naxwe hûn dê rûbirûyê mirineke teqez bibin. Biryara xwe bidin: Miameleyeke adil yan jî dawiyeke ku jê xilasî nîne?”
Trump anî zimên ku ew li dijî rejîmeke ku gelê xwe qetil dike operasyonê dikin û bangî Îraniyan kir ku di stargehan de bimînin.
Trump got: “Saeta azadiya we nêzîk bû. Dernekevin derve, dê li her derê bombeyên me bikevin. Dema operasyon bi dawî bû, hikûmeta xwe bi dest bixin, ev dibe ku şansa we ya dawî be ku di nava çend nifşan de bi dest bixin. Amerîka bi hêzeke mezin li pişt we ye.”
Serokê Amerîkayê bal kişand ser zehmetiyên şer û qebûl kir ku leşkerên Amerîkayê di bin rîskeke mezin de ne û got:
“Dibe ku qehremanên wêrek ên Amerîkayê canê xwe ji dest bidin, dibe ku windahiyên me hebin. Ev di şeran de pir caran dibe. Lê belê em vê yekê ne tenê ji bo îro, ji bo nifşên paşerojê û ji bo paşerojeke bêyî Îrana xwedî çekên nukleerî dikin.”
Trump di axaftina xwe de behsa êrişên 7ê Çiriya Pêşîn jî kir û Hemas wekî “wekîlê Îranê” pênase kir. Wî birêvebiriya Tehranê ji kuştina bi hezaran mirovên bêguneh ên li Îsraîlê berpirsyar girt.
(AY)
*Çavkanî: Rûdaw
Kaynak: bianet
