Li gorî zanyariyên berdest, li taxên Tebqayê di navbera hêzên HSD û terorîstên DAIŞê şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Di pevçûnan de 32 terorîstên DAIŞî hatin kuştin.
Operasyona rizgarkirina bajarê Tebqa û Bendava Firatê di roja 47an de bi hemû dijwariya xwe didome. Şerê ku duhî êvarê destpêkiri bû heta van kêliyan dawî jî bi dijwarî berdewam dike. Piştî ku şer li taxên Hey Ewwel û Hey Salis (taxa Yekem û taxa Sêyem) dijwar bûn derengiya şevê li taxa Tanî (Taxa Duyem) jî şer rû da. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji ber sekvanên çeteyan û sivilên di taxan de bi baldarî tevdigerin û mal mal, kolan bi kolan pêşiya xwe paqij dikin û pêşde diçin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, ji şevê din heta van kêliyan di şer de 32 milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin kuştin û şervanekî HSDê jî birîndar bû. Duhî êvarê jî 4 jê sekvan 19 terorîst hatibûn kuştin û 2 şervanên HSDê birindar bibûn. Her wiha demançeyek Uzî, 6 bombeyên avêj, sindoqek fîşekên Doçka 37 mm û sindoqek serikên fuzeyan jî hatibûn desteserkirin.
Herwiha ji şevê din ve balafirên koalîsyona navneteweyî jî 8 caran noqteyên terorîstan ên di hundirê sê taxên navborî de bombebaran kirin.
sputniknews