Gelek kes ji me Diba Keskîn ji qada siyasî nas dike. Tê zanîn ku di sala 2014an de li Erdîşa Wanê di hilbijartinên herêmî de bû yek ji hevşaredara Erdîşê. Piştî ku qeyûm avêtin ser şaredariyê ew jî hat girtin û heta sala 2019an di girtîgehê de ma.
Dîba Keskîn di vê pêvajoyê de di girtîgehê de mayî zêdetir berê xwe da xwendinên wêjeyî û piştre jî berhemeke helbestê ya bi navê ‘Bênder’ derxist.
Dema mirov rûpelên Bênderê vedike û xwe ber bi helbestan ve berdide, dibîne ku bêhna rêzik û helbestên klasîka kurdî li nav rûyê mirov dixe.
Hem derbarê pêvajoya nivîsandina berhemê hem jî li ser wan rojên li girtîgeh mayî de em siyasetmedar û helbestvan Dîba Keskînê re axivîn.
Dîbayê got ku “Çand û wêje ruhê jiyanê ye û divê bibe yê siyasetê bixwe jî.”
(WT/AY)
Kaynak: bianet
