Rapora Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya ku di bin banê Meclîsê de hatiye avakirin, bi encam bû.
Komîsyona Meclîsê civîna xwe ya dawî ya 21an li dar xist û rapora hevpar pêşkêşî hemû endamên Komîsyonê kirin û rapor bi 47 dengan hat qebûlkirin.
Di raporê de gelek xalên girîng hene û yek ji van xalan jî xala derbarê zimanê Kurdî de ye. Mafê ziman û perwerdehiyê dê di bin banê xala “Guhertinên Têkildarî Berfirehkirina Maf û Azadiyan” de werin bicîhkirin.
Rapora hevpar a Komîsyona Meclîsê ku ji 7 xal û 60 rûpelan pêk tê, giraniyê dide ser sererastkirinên qanûnî.
Rewşa girtiyên nexweş
Di raporê de xala herî li pêş xala “mafê jiyanê” ye. Li gorî vê xalê hemû girtiyên nexweş û temenmezin bêyî tu astengiyên burokratîk û siyasî dê werin berdan. Lijneyên ku berdana girtiyan asteng dike dê were guhertin. Bi vê sererastkirinê dê hezaran girtiyên siyasî werin berdan.
TMK û TCK têne guhertin
Rapor balê dikşîne ser Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê(TMK). Tê pêşniyar kirin ku pênaseyên “terorê” ya ji bo gelek xebatan tê bikaranîn dê were tengkirin. Bi vê gavê re, gelek xebatên siyasî yên weke sûc hatine hesibandin dê were sererastkirin û dê dozên ji ber vê pênase û nirxandinê hatine destpêkirin wê bikevin.
Yek ji xalên herî girîng ên raporê, “esasgirtina darizandina bêgirtin” e. Ev biryar rasterast hezaran siyasetmedarên ji ber metirsiya girtinê, derketina derveyî welat eleqedar dike. Di vê rewşê de hezaran girtî bi demdirêjî tên darizandin û darizandin bi dema dirêj ve dibe cezakirinek bêhiqûqî. Bi guhertina pîvanên darizandinê re dê gelek dosyayên siyasî ji holê rabin. Siyasetmedarên di sirgûnê de ne, dê bikaribin bi ewlehî vegerin welat û beşdarî pêvajoya siyasî bibin.
Darizandin dê bêgirtin bên kirin
Komîsyon dixwaze ku “girtin” bibe tedbîra herî dawî. Heke ev pêşniyar bibe qanûn dê şaredar, parlamenter, siyasetmedar û nûnerên saziyên civakî bêyî girtin, bên darizandin.
Rewşa zimanê kurdî
Xala sazkirina derbarê berfirehkirina maf û azadiyan dibêje ku divê qanûn, bi armanca rakirina astengiyên li pêşiya bikaranîna maf û azadiyên bingehîn ku ji jidayikbûnê tên, destnedayî û ji hev nayên veqetandin û beşek girîng a rûmeta mirovan in, ji nû ve were nirxandin.
Li gorî nûçeya Ajansa Welat Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê yê DEM Partiyê Heval Dilbihar derbarê vê xalê de gotiye ku di xalê de tê pênasekirin ku hemû mafên herî xwezayî yên ku ji encama ji dayikbûnê pêk tên, mafên herî xwezayî, bingehîn û jêneger in. Heval Dilbihar destnîşan kiriye ku tişta herî girîng ew e ku divê ev maf hemû pêkve bi awayekî azad bên bicihanîn û gotiye:
“Divê hemû astengiyên qanûnî û kiryarî yên li pêşiya van mafan bên rakirin. Li gorî vê yekê, divê hemû mafên neteweya Kurd yên herî xwezayî azad û serbest bin. Yek ji van mafan mafê bikaranîna zimanê Kurdî ya li her derê û bi her awayî ye. Kurdî nirxeke herî xwezayî û dayikî yê neteweya Kurd e. Divê hemû Kurd bikaribin di hemû qadên jiyanê de zimanê xwe serbest û azad bijîn. Her wiha divê êdî zimanê Kurdî bi awayekî fermî û zagonî bê pênasekirin û di zagona bingehîn de cîhê xwe bigire, bigihije statuyekê.”
Heval Dilbihar anî ziman ku li gorî pênasekirinên xalê, divê perwerdehiya bi Kurdî jî di hemû merheleyan de azad bibe. Heval Dilbihar bal kişand ser vegerandina navên Kurdî jî û ev yek anî ziman: “Divê navên cîhan ên Kurdî yên ku wergerandibûn Tirkî, divê careke din li Kurdî bên vegerandin. Ji ber ku ew nav hemû xwezayî û resen ên Kurdî bûn. Divê li gorî xalê hemû mafên xwezayî yên Kurdan bên mîsogerkirin.”
Bi giştî naveroka raporê
Pêşniyarên sereke wiha ne:
– Xala herî krîtîk a pêvajoyê ew e ku yekîneyên ewlehiyê yên dewletê piştrast bikin ku hemû pêkhateyên PKKyê çek danîne. Divê mekanîzmaya tesbît û piştrastkirinê bi hevahengiya di navbera saziyên dewletê de bixebite.
– Pêdivî bi yasayeke serbixwe û demkî heye. Armanc ew e ku kesên çek û tundiyê red dikin vegerin nav civakê. Divê yasa wijdana giştî li ber çavan bigire.
– Divê derbarê kesên ku dê ji vê yasayê sûdê wergirin, bêguman kiryarên yasayî bên kirin û “têgihiştina efûyê” çênebe.
– Divê polîtîkayên ku xizmeta yekbûna civakî dikin bên diyarkirin. Pêşxistina derfetên aborî û civakî divê di pêşiyê de be. Divê veberhênanên li herêmê zêde bibin.
– Divê bi yasayê mekanîzmayek were avakirin ku pêvajoyê bişopîne.
– Divê xebatên kesên ku di pêvajoyê de cih digirin bi yasayê bên parastin.
– Divê jîngeheke siyasî were avakirin ku her raman (bêyî heqaret û gef) were îfadekirin.
Biryarên DMME û Dadgeha Destûra Bingehîn
– Divê mekanîzmayên ku nîşan didin dê biryarên DMME û Dadgeha Destûra Bingehîn bêkêmasî bên bicihanîn, werin xurtkirin.
Mafê hêviyê
– Divê Mevzuata Înfazê li ber çavan were derbaskirin û li ser esasê edaleta înfazê were sererastkirin.
– Li gorî têgihiştinên DMME û Dadgeha Destûra Bingehîn divê darizandina girtî nebe esas.
– Divê astengiyên li pêşiya bikaranîna tam a maf û azadiyan bên rakirin.
– Çalakiyên di çarçoveya azadiya îfadeyê de divê wekî sûcê terorê neyên nirxandin.
– Yasayên ku azadiya çapemeniyê sînordar dikin divê ji nû ve bên nirxandin.
– Divê Yasaya Partiyên Siyasî, Yasaya Hilbijartinê û Yasaya Etîka Siyasî werin amadekirin.
Qeyûm
– Di rewşa ku şaredar ji kar were dûrxistin de, divê hilbijartin tenê di nav Meclisa Şaredariyê de were kirin.
Di raporê de 7 xal ango bend hatine nivîsandin û di binê van xalan de jî sernavên mijaran û tiştê dê bên kirin nirxandin hatine kirin. Rapor bi tevahî ji 83 rûpelan pêk tê û ev bendên raporê ango pêşniyarên di nava raporê de ji bo Desteya Giştî ya Meclîsê bê şandin. Hemû partiyên siyasî yên endamên Komîsyonê û bêtir jî endamên DEM Partiyê li bendê ne ku pêşniyarên hatine kirin, li Desteya Giştî ya Meclîsê wek qanûn bên amadekirin.
Xalên di raporê de cih digirin bi vî rengî ne:
1 – XEBATÊN KOMÎSYONÊ
* Pêvajoya ber bi avakirina Komîsyonê ve çûye
* Avakirina Komîsyonê, prensîbên xebat û binyadê
* Rêgezên ku di esasiya teşekula Komîsyonê de hatine girtin
* Têgihiştina Demokratîk a Xebatên Komîsyonê
* Ji bo Komîsyon bibe civakî girîngiya wê û pêşîkiya wê
2 – ARMANCÊN BINGEHÎN ÊN KOMÎSYONÊ
* Armanca “Tirkiyeya bêteror”
* Armanca Hêzdarkirina Demokrasiyê
* Armanca Zêdekirina Refaha Pêşveçûnê û Aboriyê
3 – REHÊN DÎROKÎ Û HIQÛQ BIRATIYA TIRK Û KURDAN
4 – QADÊN MUTABAKATIYA KESÊN LI KOMÎSYONÊ HATINE GUHDARÎKIRIN
5 – XWEFESIXKIRINA PKKÊ Û ÇEKDANÎN
6 – PÊŞNIYAZÊN GUHERTINÊN QANÛNÎ YA TÊKİLDARÎ PÊVAJOYÊ
* Asta Krîtîk: Çekdanîna Rêxistinê
* Guhertinên Qanûnî yên ku Tevkariya Civakî bi Hêz bike
* Rewşa endamên rêxistinê
* Tevkariya Civakî
* Mekanîzmaya Şopandinê û Raporkirin
* Temînkirina Ewlehiya Qanûnî ya Kesên di Pêvajoyê de Peywîr Girtin e
7 – PÊŞNIYARÊN TÊKILDARÎ DEMOKRATÎKBÛYÎNÊ
* Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM)
* Guhertinên Têkildarî Darizandin û Înfazê
* Guhertinên Têkildarî Berfirehkirina Maf û Azadiyan
* Rêveberiyên xwecihî
Ji bo tevahiya raporê bitikîne
Çavkanî: Ajansa Welat, Rûdaw, Ajansa Mezopotamyayê
(AY)
Kaynak: bianet
