Ana SayfaSIYASETDi Kongreya PSK'ê de, Bayram Bozyel Dibe Serokê Giştî

Di Kongreya PSK’ê de, Bayram Bozyel Dibe Serokê Giştî

Di kongreya ku bi dirûşma ‘Çareserîyeke Lezgîn ji Bona Azadî, Demokrasî û Aşitiyê’ lidarket, serokê partîyê hate guhertin.

Mesûd Tek, dest ji postê xwe yê 25 salan berda û di ciyê wî de cîgirê wî Bayram Bozyel bû serokê nû yê PSKê.

PSK 1975an de hate damezrandin û heta 2014an xebatên xwe bi îllegal meşand.

Mesud Tek di sala 2003an de bû Sekreterê Giştî yê PSKê û ev partî demek dirêj îllegal ma. Di sala 2014an de biryar dan ku dest bi sîyaseta legal bikin.

Birêz Tek jibo Dengê Amerîka got ”Bi alîkarîya dilsozîya hevalê xwe me ev partî kir partîyek legal ku ev jibo min şanazîyek mezin e me ev karî pêk anî. Xebata Sosyalîsta Kurdistan 50 sal in didome û ev karwan e, ez di vê xebatê de heme, dema min destpêkir ez endamek sade bûm, neha dîsa di xizmeta partîya xwe de me di bin alaya partîya xwe di xizmeta gelê xwe da me.”

Bayram Bozyel jî di gotara kongrê de behsa pirsgirêka Kurd û çareserîya wê kir.

”Jibo partîya me çawa ku çareseriya Pirsa Kurd girînge, demokrasîya Tirkîye jî jibo me pir girîng e’ got û anî ziman ger Pirsgirêka Kurd çareser bibûya, demokrasiya Tirkiye jî dê ne di rewşek xerab da bûna.

Bozyel destnîşan kir di 2015an de hikumeta desthilat a Tirkiye li ser dijminatîya Kurdan polîtiqayek dide meşandin û neha ev desthilatî di nav krîzek mezin da ye.

”Heft meh şûnda hilbijartin heye, neha nîqaşên guhertina rejîma serokatîyê, destûrek nû heye. Pêdiviya guhertinek li Tirkiye heye. Ger guhertin tiştek bivênevê be, sekne Kurdî pêdiviya mezin ya siyaseta Kurdan e. Divê Kurd hêza xwe bikin yek. Derîyê partîya me jibo tifaqê, bi hemî aliyê ku demokrasiyê û guhertinê dixwazin re vekirîye.”

Serokê Giştî yê PSKê daxuyakirin şer û pevçûn bi Kurdan dide wundakirin. Bang li PKKê jî kir û weha axivî:

”Şîdeta PKK, hicetek zêerîn e jibo dewletê. Şîdeta dewletê jî ziyanê dide her alîyan.”

Em bang dikin ku PKK jî bila dest ji şîdetê berde. Helbet ev ne banga werin teslîm bibinê ye, lê divê dest ji şîdetê berdin û rê li tekoşîna sîyasî vekin. Lê eslê xwe de sekna dewletê girîng e. bi rêgezên şer û tundiyê ya sed salan tiştek bidest neket. Pirsa Kurd bi şer û pevçûnê na, bi rêyên sîyasî, li ser bingeha yasayî çareser dibe. Di çareseriya vê pirsgirêkê de PSK jî jibo muxatabiyê amade ye.”

Bozyel daxuyakirin ew piştevanîya sîsetamn federal dikin herwiha pirsa zimanê Kurdî jî yek ji situnên jêneger yê partiya wan e.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights