Ana SayfaGIŞTÎDADGEHA DESTÛRÎ: DADGEHKIRINA KUŞTINA DI DEMA PROTESTOYÊN KOBANÊ DE DIVÊ CAREKE IN...

DADGEHA DESTÛRÎ: DADGEHKIRINA KUŞTINA DI DEMA PROTESTOYÊN KOBANÊ DE DIVÊ CAREKE IN WERE KIRIN

Dadgeha Destûrî biryar daye ku doza tezmînatê ya têkildarî kuştina Emrah Demîrî divê careke careke in were kirin. Emrah Demîrî 8 berê li Êlihê di dema protestoyên Kobanê de hatibû kuştin û malbata wî doza tezmînatê vekiribû.

Mehmet Demîr, bavê Emrah Demîr ku di 25 saliya xwe de li Elihê di dema protestoyên Kobanê de hatibû kuştin, serî li dadgeha destûrî dabû. Serlêdana wî encam daye.

Biryara Dadgeha Destûrî îro di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin. Dadgehê qebûlnekirina doza tezmînatê ya ku malbatê vekiribû nirxandiye û biryara binpêkirina maf daye.

Dadgeha Destûri gotiye, binpêkirin di encama dadkirina li Dadgeha Îdareyê ya Êlihê ku doza tezmînatê redkiribû, pêk hatiye û divê careke din were dadkirin.

Emrah Demîr di êvara 7ê Çiriya Pêşiya 2014an de dema bi kalikê xwe re derdikevin derve bi çekên gulexwar tê birîndarkirin û piştre radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmî ya Êlihê û li wir dimir e.

Piştî otopsîyê ku li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hatibû kirin li Stenbolê tê binaxkirin.

(AS/AY)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights