Dadgeha Amedê diyar kiribû ku “Nursel Aydogan digel ku ne endama rêxistina terorî ye jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye” biryar dabû ew 4 sal, 8 meh û 7 rojan di girtîgehê de bimîne. Dadgeha bilind ceza pesend kir.
Dadgeha Amedê diyar kiribû ku “Nursel Aydogan digel ku ne endama rêxistina terorî ye jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye” biryar dabû ew 4 sal, 8 meh û 7 rojan di girtîgehê de bimîne.
Parlamentera Amedê ya HDPyê di sala 2011ê de beşdarî 5 meş û xwenîşandanan bûye û li ser vê yekê Dadgeha Amedê ya 2. doz lê vekiribû.
Dadgeha Herêmê ya Dîlokê cezayê ji bo Aydoganê hatî xwestin pesend kir.
Nûrsel Aydogan ji 4ê Çiriya Paşiyê ya 2016ê ve di girtîgehê de ye.(ÇT/MB)
BİANET