Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊCPJ: Tirkiye di nava 5 welatên rojnameger herî zêde lê hatine girtin...

CPJ: Tirkiye di nava 5 welatên rojnameger herî zêde lê hatine girtin de ye

Li gorî rapora Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ), ji 1’ê kanûna 2022’yan heta niha 363 rojnameger hatine girtin. Hejmara rojnamegerên îsal hatine girtin li gorî par ji sedî 20 zêdetir e. Li gorî raporê, di sala 2021’an de 18 û di sala 2022’yan de 40 rojnameger hatin girtin. 25 rojnamegerên ku di çarçoveya lêpirsînan de li Amed û Enqereyê hatine girtin jî di nava van rojnamevanan de ne. Di roparê de têkildarî zextên desthilatê ev tişt hatin gotin: “Tevî ku li gel darbeya sala 2016’an de kêmtir kes hatibin girtin jî li Tirkiyeyê medyaya azad bi girtinên hikûmetê, dewr girtin, sirgûnkirina gelek rojnamegeran û ji kar durxistinê ziyaneke mezin girtiye.”

GIRTINA ROJNAMEGERÊN KURD

Dîrektorê CPJ’ê yê Tirkiyeyê Ozgur Ogret têkildarî raporê bi Dengê Amerîkayê (VOA) re axivî. Ogret, ji bo raporê got  weke ku wêneyeke azadiya çapameniyê hatibe kişandin û ev tişt anî ziman: “Serê vê salê dema ku em li rewşê dinêrin girtinên zêde tune bûn. Lê belê piştî  lêpirsînên li Enqereyê û Amedê rewş guherî. Ev her du lêpirsîn wekî lêpirsînên KCK’ê yên salên 2010’an berfireh bûn. Heya demekî nêz ez li Amedê bûm û hin gumanên ku dê dema hilbijartinê girtin zêde bibin jî hene. Rojnamegerên ku di meha hezîranê de hatine girtin hêj jî li benda îdianameyê ne. Îdianameyên ku ev 6 meh in nehatine amadekirin, bersiva pirsa çima ev dem ji jiyana rojnamegeran hatiye dizîn nedayîn guman û bêhêviyê zêdetir dike.”

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights