Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊCPJ Banga Azadkirina Du Rojnamevanan li Herêma Kurdistanê Dike

CPJ Banga Azadkirina Du Rojnamevanan li Herêma Kurdistanê Dike

Roja Yekşemê, efserên yekîneya Dijî Terorê ya Kurdistanê rojnamevan Sertîp Qeşqayî û Îbrahîm Alî girtin. Qeşqayî sernivîserê ajansa Bwar News ya taybet e û Alî jî wekî editor li heman cihî dixebite.

Herdu rojnamevan ser rîya Hewlêr û Silêmanîyê hatin girtin dema ku ji paytexta Herêmê jibo kar ber bi Silêmanîyê ve diçûn, li gor raportên medyaya xwecihî. Rêxistina Dijî Teror girêdayî Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye.

Li gor wan jêderan, ev rojnamevan hatine gitin piştî ku du gilîyên tawankarî li dijî wan hatibû vekirin. Yek ji wan gilîyan ji alîyê yekîneya dijî terorê hatiye vekirin, lê CPJ dibêje ew nikare hûrgilîyên wê piştrast bike.

Ya din jî ji alîyê wezîrê darayî û aborîyê yê Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab ve hatiye kirin, Ew gilî 8’ê Hezîranê bi fermî hatibû vekirin, tê de hatiye gotin ku Qeşqayî xala 2’ê ji ya qanûna cezayî piştî ku gotarek ser Bwar News derbarê Cenab belav kiribû.

Eger ceza li wan were birîn, dibe ku ew ceza pênc sal zindan be ligel dana 685 bo 3,425 dolaran.

Şerîf Mensûr, kordînatorê programa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê li CPJ, got ku “desthilatdarên Kurdistana Îraqê girtina rojnamevanan ji xwe re kirine adeteke hişyardar. Divê hêzên ewlekarîyê rojnamevanên Bwar News demûdest azad bikin û nema êdî rojnamevanan jiber karê wan bigire.”

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights