Ana SayfaJIYANWHO: "Mirinên ji ber COVID-19ê yên li cîhanê ji Sibatê û vir...

WHO: “Mirinên ji ber COVID-19ê yên li cîhanê ji Sibatê û vir ve ji sedî 90 kêm bûye”

Tedros Adhanom Ghebreyesus, Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) di konferansa onlîne a ku duh (9ê Çiriya Paşiyê) hatiye lidarxistin de, li ser rewşa dawî ya cîhanê ya derbarê pandemiya COVID-19ê de agahî parve kiriye.

Ghebreyesus diyar kiriye ku di hefteya borî de li cîhanê zêdetirî 9 hezar û 400 kes ji ber Kovîd-19ê mirine û ev hejmar di Sibata 2022an da li ser 75 hezarî bûye. Ev tê wê wateyê ku ji sedî 90 daketiye.

Li gorî daneyên WHOyê, li tevahiya cîhanê hefteya borî zêdetirî 2,1 mîlyon kes bi nexweşiyê ketine. Li gorî hefteya berê wê hejmar kêm bûye û ev tê wateya kêmbûna ji sedî 15an.

Daneyên WHO  destnîşan dikin ku ji destpêka pandemiyê ve li seranserê cîhanê bi tevahî 629 mîlyon kes bi nexweşiyê ketine û 6,5 mîlyon kes jî pê mirine.

Li Tirkiyeyê rewş çawa ye?

Li gor tabloya 17-30ê Çiriya Pêşiya 2022an a ku Wezareta Tenduristiyê parve kiriye, li Tirkiyeyê di vê heyamê da 22 hezar û 887 kes bi nexweşiyê ketine û 64 kes jî mirine. Li Tirkiyeyê bi giştî 16 milyon û 976 hezar û 729 kes bi şewba Kovîd-19ê ketine û hejmara miriyan jî 101 hezar û 327 e.(SD/AY) BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights