Stranbêjê navdar ê Kurd Ciwan Haco klîbeke nû belav kir ku dîmenên wê klîbê jî bi telefoneke Iphone hatine tomarkirin.
Hunermend Ciwan Haco ji straneke xwe re klîbeke nû amade kir. Klîba stranê jî ji bo balê bikişîne ser afirînerî û berdewamkirina bêrawestan a hunerê, tenê bi telefoneke Iphone tomar kir.
Haco di klîba xwe ya nû de, strana ‘Gotin Sar Dibin’ distire û ew bixwe jî ligel dîmenên xwezayê dimeşe.
Ciwan Haco di bernameyeke televizyonê de diyar kir, wî bi tomarkirina bi telefoneke zîrek a dîmenên klîbê, xwestiye peyama afirîneriyê bigihîne ciwanên ku bi hunerê re mijûl dibin.
sputniknews