Cenazeyê Fehîm Tosunê ku çar roj in li ser sînorê Îranê yê li taxa Elbêsê ya navçeya Elbakê bû, hat girtin.
Fehîm Tosun li taxa Elbêsê ya navçeya Elbakê ya Wanê dijiya û çar roj berê li ser sînorê Îranê hatibû kuştin.
Cenazeyê Fehîm Tosun ku çar roj in li ser sînor Elbak û Îranê ye. Ji ber rewşa hewayê ya neyînî û pêkneanîna karên fermî nedihat girtin. Hat hînbûn ku cenaze birine qerqola gundê Xanikê û dê ji bo otopsiyê bişînin Saziya Tipa Edlî ya Wanê.
Gundiyan û malbata Tosun diyar kiribûn ku leşker ji ber sedemên ewlehiyê destûrê nadin ku kes biçin herêmê. Ji ber vê yekê ew xwe nagihînin cenazeyê.
(AB/AY)
Kaynak: bianet
