Meş û daxuyaniya bi boneya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî di pêşengtiya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî bi tev li bûna nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakÎ xwest bê kirin, tevî astengkirina polîsan pêk hat. Rêya meşa ku ji Taxa Bayramoglû ya navçeya navendî ya Rezana Amedê heta Parka Koşûyolû ya heman navçeyê xwest bê kirin, ji aliyê polîsan ve hate girtin. Girseyê li dijî astengkirina polîsan her tim dirûşmeya “Bê ziman jiyan nabe” berz kirin. Di meşê de pankarta “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê” hate vekirin û dowizên “Zimanekî azad jîyaneke azad” û “15 Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be” hatin hilgirtin. Piştî ku girse heta Parka Avedîk meşiya daxuyaniya hevpar da.
‘ELBET WÊ EV DEWLET JI KURDAN LÊBORÎNÊ BIXWAZE’
Hevserokê Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Rifat Ronî, diyar kir ku bi qedexekirina ziman nêzîkatiyeke cuda heye û wiha got: “Em dixwazin rojekê di nav aştiya ku vî gelî beriya wê kiriye de bijîn. Di cîhanê de gelek pirsgirêk tên jiyîn. Li Almanyayê Dîwarê Berlînê gel ji hev vediqetandin. Li hin welatên din pêkanîn û qedexeyên heman hebûn. Gelê Aborjîn sed sal an rastî polîtîkayên cudakariyê yên gelê Avûstralyayê hatin lê dewleta Avûstralyayê dawiya dawî ji gelê Aborjînan lêborîn xwest. Elbet wê ev dewlet jî ji gelê kurd lêborînê bixwaze.”
JI HAWARÊ BANGA XWEDÎ DERKETINA ZIMAN
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ku daxuyaniya hevpar xwend, diyar kir ku ji bo cejna ziman pîroz bikin hatine gel hev û astengkirina meşa ku xwestin li dar bixin şermezar kir. Cizîrî, bi bîr xist ku roja hejmara ewil a Kovara Hawarê derketî weke Cejna Zimanê Kurdî hatiye qebûlkirin û wiha got: “Mir Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî, Kovara Hawarê li bajarê Şamê bi tîpên latînî dest bi weşanê kir. Di hêjmara yekemîn a Kovara Hawarê de ev sernivîs hatibû nivîsandin. ‘Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwenasîn ji me re rêya felat û xweşîyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike, dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî, dê heyîna zimanê me bide zanîn. Lewre ziman şertê heyînê yê pêşîn e. Em ê bi hev re xwedî li Hawarê derkevin û wê mezin bikin.’ Ev banga hêjmara yekemîn a Kovara Hawarê, di heman demê de hawar û gaziya avakirina bingeha zimanê kurdî bû. Ji wê salê û vir de zimanê kurdî di warê nivîsandin û xwendin de gav bi gav pêşket, rehê xwe jî berdan nava xebatên çand û civaka kurdan.”
’99 SAL IN POLÎTÎKAYÊN DEWLETÊ YÊN PIŞAFTINÊ LI SER KURDÎ TÊN MEŞANDIN’
Cîzîrî, da zanîn ku 99 sal in polîtîkayên dewletê yên pişaftin, zext û zorê li ser çand û zimanê kurdî tên meşandin û wiha berdewam kir: “Dîsa tê zanîn ku înkara çand, ziman û nasnameya kurdî, ji avabûna Komara Tirkiyê heta vê demê bi dehan caran bûye sedema nerazîbûna gelê kurd. Ev siyaseta înkarê ya li hemberî nirxên neteweyî yên gelê kurd, bûye sedema şer û pevçûnên ku bi dehan salan domandiye. Ji bo ku welat demokratik, medenî û di nava aramiyê de be, pêkvejîyan hebe, pêwiste zagonên bingehîn en ku li pêşiya azadiya zimanê kurdî astengin, bên sererast kirin: Zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehîyê. Ev daxwaza hemû kurdan e. Gelê Kurd aşkere û biryardarî daxwaz dike ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehîyê û zimanê fermî.”
LI HEMÛ QADÊN JIYANÊ DÊ BI KURDÎ BIJÎN
Cizîrî, herî dawî destnîşan kir ku wê li malan, li sûkan, li bazaran, li kuçeyan û kolanan, li dibistanan, li nexweşxaneyan, li dadgehan û li hemû qadên jiyanê dê bi kurdî biaxivin, bixwînin, binivîsin, bijîn û 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, li gelê kurd pîroz kir
Dû re Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmas Kan jî qala astengkirina meşê kir û wiha got: “Gelê kurd dê li dijî êrişan têkoşîna ziman û nasnameya xwe bide.” Kan, bi lêv kir ku konsera fînalê ya da sibê li dar bixin, ji ber maça Amedspor û Tarsûs Îdman Yûrdû ya Play-off’ê taloqî 17’ê Gulanê kirine.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Bê Ziman Jiyan Nabe” bi dawî bû.
MA