Ana SayfaGIŞTÎBERPIRSÊN PDK Û GORAN LI DÛRÊ ÇAVÊ KAMERAYAN HEVDÎTIN KIRIN

BERPIRSÊN PDK Û GORAN LI DÛRÊ ÇAVÊ KAMERAYAN HEVDÎTIN KIRIN

Hate zanîn, li dûrê çavê kamerayan Endamê Polîtbûroya PDKê Hoşyar Zêbarî û berpirsê Tevgera Goran Qadrî Hecî Elî li Silêmaniyê hevdîtinek pêk anîne. Berpirsên PDKê dibêjin, ew hewl didin Tevgera Goran jî bînin nav pêjatoya giştpirsiyê.

Roja 17ê Nîsanê li Silêmaniyê Endamê Polîtbûroya PDKê Hoşyar Zêbarî û berpirsê Tevgera Goran Qadrî Hecî Elî hatine cem hev. Li gorî zanyariyên Rûdawê rojeva vê hevdîtnê asayîkirina pêwendiyên herdu aliyan û lihev nêzîkkirina nêrîna herdu aliyan a liser giştpirsiya serxwebûnê bûye.

Civîna herî dawîn a di navbera PDKê û Tevgera Goran de roja 19ê Kanûna 2016ê li mala Sekreterê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa de bû. Şanda PDKê di çarçoveya peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de serdana Tevgera Goran kiribû.

Derbarê vê yekê de berpirsê bilind ê Tevgera Goran Kardo Mihemed ji Rûdwê re got; “Goran bi erênî pêşyaziya hemû civînên liser mijarên neteweyî û nîştîmanî dike. Derbarê referandûmê de ti pirsgirêkek me ligel PDKê nînin. Nêrîna me derbarê mekanîzma û rêyên sazkirina referandûmê de jihev cuda ne. eger îdarekeye hevbeş û rast hebe, em dikarin di nav 24 demjimêran de biryara refernadûmê bidin. Ti welatekê herêmê û cîhanê jî nikare li dijî me bisekine.”

Kardo Mihemed çalak nekirina Parlamentoya Kurdistanê jî weke “girêya kor” a krîzên siyasî binav kir û diyar kir; “Eger PDK biryara çalakkirina parlamentoyê bide, wê demê hevdîtinên herdu aliyan jî asayî dibe. Bi vî awayî dikarin derbarê mekanîzmaya refernadûmê de jî biryaran bidin.”

Endamê serkirdetiya PDKê Serbest Lezgîn jî di vî mijarî de got; “Tevgera Goran deriyê xwe ji hevdîtina şanda hevbeş a PDK û YNKê re girt. Ev karekî ne baş bû. Ji bo yekdengiya kurdan, giring e Tevgera Goran û aliyên din jî di nav pêvajoya referandûmê de bin. Ev biryareke giringe ku divê ew jî beşdar bin. Jiber ku Goran ne li dijî referandûmê ye. Şertê wan çalakkirina parlamentoyê ye. em jî vê yekê dixwazin lê divê bi rêkeftin û şêwazeke nû were çalakkirin.”

Berpirsên bilind ên Tevgera Goran jî didin xuyakirin, ku wan di daxuyaniya xwe ya 4ê Nîsana 2017ê de gotine, ji bo biryara referandûmê pêwîstî bi civînên partiyan nake, jiber ku ev mijar tenê di parlamentoyê de dikare were gotûbêjkirin û biryar liser were dayîn.

Ji hev cudabûna PDK û Tevgera Goran, piştî rûniştina parlamentoyê yên 23ê Hezîran û 19ê Tevaxa 2015ê dest pê kir.

Roja 10ê Cotmeha 2015ê, PDK, YNK, Goran, Komel û Yekgirtûya Îslamî li Silêmaniyê civîna xwe ya nehemîn a pêncalî sazkirin. Di dema civînê de li pêş avahiya civînê xwepêşandan hatine kirin.

Bê encambûna van civînan, xwepêşandanên li Silêmanî û Helebceyê yên li dijî PDKê, şewitandina ofîsên PDKê, bû sedema têkçûna pêwendiyên PDK û Tevgera Goran.

Bi fermana Polîtbûroya PDKê roja 12ê Cotmeha 2015ê hêzên ewlekariyê li rêbenda Pirdê ya Hewlêrê rê nedan Serokê Parlamentoyê Yusif Mihemed were Hewlêrê û wezîrên Goran jî ji hikûmetê hatine dûrxistin.

Roja 3ê Sibata 2016ê, şandeke bilind ê PDKê ya di bin serokatiya endamên polîtbûroyê Dr. Roj Nûrî Şawês û Mehmûd Mihemed, jibo asayîkirina rewşê û civîna parlamentoyê ligel Tevgera Goran civiyan.

Rûdaw

 

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights