ANASAYFAORTADOĞUBaregeheke Heşda Şeibî li parêzgeha Selahedînê hat bombebarankirin

Baregeheke Heşda Şeibî li parêzgeha Selahedînê hat bombebarankirin

Baregeha Fewca Yekem a Lîwaya 63 ya Heşda Şeibî li bajarokê Amerliyê yê ser bi parêzgeha Selahedînê ve rastî êrîşeke asmanî hat.

Peyamnêrê Kurdistan24ê da zanîn, baregeheke Heşda Şeîbî li bajarokê Amerliyê îro 26ê Adarê hatiye bombebarankirin. Jêderekî ewlehiyê ji qezaya Xurmatûyê ji peyamnêrê me re aşkere kir ku “firokeya ku êrîş pêk aniye Amerîkî bûye.”

Heman jêderî bal kişand ser wê yekê ku êrîşê çend xalên taybet di hundirê baregeha Fewca Yekem a Lîwaya 63 de kirine armanc. Li gorî zanyariyên destpêkê, di encama bombebaranê de tenê zirarên madî gihîştine baregehê û ti ziyanên canî nehatine tomarkirin.

Piştî bûyerê, tîmên ewlehiya leşkerî gihiştine cihê rûdanê û dest bi lêkolînên hûr kirine. Herwiha ji bo parastina navçeyê û rêgirtin li her rageşiyeke ku dibe biqewime, li herêmê tedbîrên tund ên ewlehiyê hatine girtin.

Bajarokê Amerliyê û herêmên bakur û rojhilatê Selahedînê car bi car rastî alozî û rûdanên ewlehiyê tên, lewma hêzên leşkerî yên li wê herêmê di rewşa amadebaşiyê de ne.

Kurdistan24

AKTÜEL