Li navçeya Akçakaleyê li ser sînorê Rojava ji bo wesayitên bizirx ên leşkerî xendek hatin kolandin.
Li navçeya Akçakale ya Rihayê li ser sînorê Rojava Artêşa Tirkiyeyê ji bo wesayitên bizirx ên leşkerî xendek hatin kolandin.Li gorî ajansa fermî yê Tirkiyeyê Ajansa Anadoluyê (AA) li taxên Tatlica, Hurriyet û Onculê yên Akçakaleyê li ser xeta sînor bi makîneyên kar ji bo wesayitên bizirx xendek hatin kolandin. Taxên navborî li hemberî navçeya Girê Spî ya Rojava ku di bin kontrola hêzên YPGê de ye. Ji aliyê hin rojnamevanan ve jî foto û agahiyên derheqê mijarê de hatin belavkirin.
Şanlıurfa Akçakale‘de Suriye sınır hattında askeri zırhlı araçlar,top,tank,howitzer ve hava sistemleri için yeni mevziler oluşturuldu
Ji aliyekî din, li herêmên ku li ser xeta sînor xebatên danîna dîwarê modulerê kuta bûne jî înşaeta qûleyên bêton dewam dike. Lê li gorî ragihandina rojnameya Birgunê ku li Tirkiyeyê weşanê dike ya roja şemiyê, Artêşa tirk dest bi rakirina hin dîwarên ku di sala 2013an dest bi çêkirinê hatibû kirin yên li ser sînorê navçeya Qoserê ya Mêrdînê û Dirbêsiyê, rakirine.