ANASAYFAAKTÜELArtemis II: Piştî 50 salan NASAyê 4 astronot şand heyvê

Artemis II: Piştî 50 salan NASAyê 4 astronot şand heyvê

Piştî sala 1972an, Ajansa Feza û Hewageriyê ya Amerîkayê (NASA) cara yekem e ku geşteke bi mirov ber bi Hîvê ve bi rê ve dibe. Di çarçoveya peywira Artemis IIê de, çar astronot di roja Duşemê (6ê Nîsanê) saet 13:56an de, 406 hezar û 765 kîlometre ji cîhanê dûr ketin. Bi vî rengî wan rekora mirovahiyê ya herî dûr şikand.

Tîma ku çûye Heyvê: Astronotên NASAyê Reid Wiseman, Victor Glover û Christina Koch, ligel astronotê Ajansa Fezayê ya Kanadayê (CSA) Jeremy Hansen.

Li gorî agahiyên NASAyê; ev dûrahî, rekora “dûrahiya herî mezin a mirov gihîştiyê” ya ku di sala 1970yî de ji aliyê tîma Apollo 13ê ve hatibû şikandin, derbas kir.

Endamên tîma Artemis IIê (ji çepê ber bi rastê ve): Astronotê Ajansa Fezayê ya Kanadayê (CSA) Jeremy Hansen û astronotên NASAyê Christina Koch, Victor Glover û Reid Wiseman; ji beşa karantînayê ya li Navenda Fezayê ya Kennedy (Florida) derdikevin û ber bi wesayîtên veguhastina Artemisê ve dimeşin.

Ev ceribandin, di çarçoveya “testa pergalên li ser erdê” de hat kirin; armanc ew bû ku plana dema xebatê ya tîmê ya ji bo roja firînê bê ceribandin.

Fotograf: Bill Ingalls / NASA

Pergala Avêtinê a Fezayê (Space Launch System, SLS), di 1ê Nîsana 2026an de ligel wesayîta fezayê ya ku tîma Artemis IIê hildigire, ji Kennedy Space Centerê li Floridayê ber bi ezmên ve hat avêtin.

Fotograf: NASA

Dîmenê Cîhanê yê wekî heyvokê (hîlal), di roja yekem a geştê de (2yê Nîsanê), bi kameraya ser baskên keştiya Orionê hat kişandin.

Fotograf: NASA

Astronota NASAyê Christina Koch, di 4ê Nîsana 2026an de gava ber bi Heyvê ve diçe, di pencereya keştiya Orionê de li Cîhanê dinêre.

Fotograf: NASA

Aliyê Heyvê yê ku ji Cîhanê her dem tê dîtin, di keştiya fezayê ya Orionê de wiha xuya dike.

Fotograf: NASA

Keştiya Fezayê ya Orionê, di roja duyem a geştê de (3yê Nîsanê), bi kameraya li ser baskên xwe ev wêneya zelal a fezayê kişand.

Fotograf: NASA

Astronota NASAyê û pispora peywira Artemis IIyê Christina Koch, di roja sêyem a geştê de (3yê Nîsanê), di hundurê keştiya Orionê de bi ronahiya ekranekê xuya dike. Li aliyê rastê yê fotoyê, astronotê CSAyê Jeremy Hansen dema ji pencereyê li derve mêze dike ji kêlekê ve xûya dike. Ji bo ku ronahî li caman nede û dîmen zelal be, çirayên hundur hatine girtin.

Fotograf: NASA

Fermandarê Artemis IIê û astronotê NASAyê Reid Wiseman, di 2ê Nîsana 2026an de ji yek ji çar pencereyên sereke yên keştiya Orionê ev dîmena Dinyayê kişand.

Astronota NASAyê Christina Koch, di roja çarem a geştê de (4ê Nîsanê), ji bo nêzîkbûna li Heyvê amadekariyan dike.

Tîma Artemis IIê piştî ku nêzîkê Heyvê bûn, di roja şeşem a geştê de bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bi awayekî zindî axivîn.

(TY/AY)

 

Çavkanî: bianet

CEVAP VER

Lütfen yorumunuzu giriniz!
Lütfen isminizi buraya giriniz

AKTÜEL