Ana SayfaCÎHANQedexeya 'Kurdistan' û êrîşên ser Kurdan di rapora Amerîkayê ya derbarê Tirkiyê...

Qedexeya ‘Kurdistan’ û êrîşên ser Kurdan di rapora Amerîkayê ya derbarê Tirkiyê de

Wezareta Derve ya Amerîkayê rapora salane ya 2021ê ku li welatan mafên mirov tên nirxandin eşkere kir.

Di raporê de bo Tirkiyê 93 rûpel hatine veqetandin û mijarên azadî, xwepêşandanên Zanîngeha Bogaziçi, rewşa li girtîgehan, doza Selahattin Demirtaş û Osman Kavala, desteserkirina siyasetmedar û xelkê, tundûtûjiya dijî jinan, azadiya rojnamevaniyê, azadiya înternetê û mafên mirov cih digrin.

Rapora Wezareta Derve ya Amerîkayê ya derbarê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de bi vî awayî ye:

Desteserkirin û girtin

Li Tirkiyê li gor yasayan girtin û desteserkirina kêfî û bêqanûnî qedexe ye û mafê îtîrazê li dadgehê heye, lê di gelek agahî û nûçeyên pêbawer de hatiye ragihandin ku hikûmet van mercan cîbicîh nake.

Rêxistinên mafên mirov radigihînin, piştî hewldana derbeya sala 2016ê girtin û desteserkirina bi sedan hezar kesî bi awayekî bêhiqûqî ku bi hinceta peywendiya wan ligel tevgera Gulen û PKKê heye berdewam e.

Rêxistinên mafên mirov ên li Tirkiyê û derve rexneyan li pêvajoya hiqûqî ya van dozan digrin û dibêjin daraz ne bêalî ye û rê nadin kesên girtî bigihin wan delîlên ku pê têne tohmetbarkirin.

Li gor amarên ku Wezareta Dadê meha Gulanê eşkere kirine, 38 hezar û 34 kes berî bên darizandin hatine desteserkirin û ev rêjeya %13ê girtiyan e.

Darizandina dadmendane

Li gor rapora KONDAyê ya meha Hezîrana 2021ê %64ê xelkê ji sîstema dadê bawer nakin û ew rêje di nav welatiyên Kurd de digihe %85.

Rêxistinên mafên mirov radigihînin ku di dozên girîng ên siyasî de piraniya caran dadwer rojnamevan û çavdêran ji hola dadgehê derdixînin.

Di hinek rewşan de, dozgeran hebûna hinek pirtûkên bi zimanê Kurdî, alîgirê Kurdan, yan jî Cemaeta Gulen weke delîlên pêbawer ên endamtiya rêxistineke terorîst dîtine.

Dadgeha Stenbolê di meha Sibatê de hevseroka berê ya Komeleya Mafên Mirov Eren Keskin, du edîtorên berê û belavkarê berê yê rojnameya Ozgur Gundemê bi tawana terorê mehkûm kirin û ji 25 mehan heta 6 salan cezayê girtîgehê li wan birî.

Tundûtûjî û cudakarîya nijadî ya sîstematîk

Destûr, hemû welatiyan weke neteweyek qebûl dike û ji bilî sê pêkhateyên ne-misilman: xiristiyanên Ermenî, cihû û xirîstiyanên ortodoks ên Yunanî, kêmîneyên neteweyî, nijadî, yan etnîkî bi eşkereyî nas nake. Pêkhateyên din ên neteweyî, olî û etnîkî, ku di nav wan de Asûrî, Caferî, Êzdî, Kurd, Ereb, Rom, Çerkez û Laz jî hebûn, destûr nedan ku bi tevahî mafên xwe yên ziman, ol û çandî bi kar bînin. Destûra bingehîn cudakariya li ser ziman, nijad û rengan qedexe dike û li ber çavê yasyê wekhev dibîne, lê berpirsan bi berdewamî ev xal binpê kirine.

Zêdeyî 15 milyon welatî bi eslê xwe Kurd in û bi zaravayên Kurdî diaxivin. Hewldanên hêzên ewlekarîyê yên dijî PKKê di tevahiya salê de bi awayekî nerênî bandor li civaka Kurdan kir.

Rêxistinên civaka sîvîl û partiyên siyasî yên Kurd û alîgirên Kurdan di warê bikaranîna azadiya civîn û rêxistinbûnê de berdewam rûbirûyê pirsgirêkên bûn. Piştî hewldana derbeyê di salên 2016 û 2017an de bi sedan saziyên civaka sivîl ên Kurd û saziyên çapemeniyê yên bi zimanê Kurdî bi biryarnameyên hikûmetê hatin girtin.

Yasa rê dide welatiyan ku saziyên taybet vekin û bi ziman û zaravayên ku di jiyana xwe ya rojane de bikar tînin, perwerdeyê bidin, bi şertê ku dibistan li gor yasayê bin û ji hêla Wezareta Perwerdeha Neteweyî ve bên kontrol kirin. Li hinek zanîngehan dersên bijarte yên bi zimanê Kurdî dihatin dayîn, li pênc zanîngehan jî beşên bi Kurdî hebûn. Di rapirsiya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî de ku ligel 58 akademîsyenên di warê Kurdolojiyê de dixebitin hatiye kirin de derket holê ku ji sedî 63ê wan di dersên xwe de xwe sansûr dikin û ji sedî 70 jî di lêkolîn û weşanên xwe yên akademîk de xwe sansur dikin.

Yasa rê dide navên berê yên ne Tirkî yên gund û taxan bên vegerandin û mafê partiyên siyasî û endamên wan heye ku bi her zimanî kampanyayan bikin û belavokên danasînê bikar bînin, lê ev maf nehat parastin. Daraz di xizmetên dewlet û giştî de ji bilî Tirkî bikaranîna zimanên din sînordar dike.

Di meha Cotmehê de polîsan di heman rojê de dikandarekî Kurd li Sêrtê desteser kir, ku piştî gotinên wî yên ji siyasetmedareke opozîsyonê re di vîdeoyekî medyaya civakî de belav bûbû. Di vîdeoyê de jî tê xuyakirin dikandar dibêje, “Zimanê me tê înkarkirin, nasnameya me tê înkarkirin, `Kurdistan’ tê înkarkirin.” Dozger derbarê wî de bi hinceta “propagandaya rêxistina terorê” lêpirsîn da destpêkirin.

Doza Osman Kavala û Selahattin Demirtaş

Karsaz Osman Kavala tevî biryara azadkirinê ya Dadgeha Ewropa ya sala 2022ê nehat berdan. Komîteya Wezîran a Ewropayê, ji ber biryara Dadgeha Ewropa cîbicîh nekir derbarê Tirkiyê de pêvajiya binpêkirinê da destpêkirin.

Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş, tevî biryarên Dadgeha Ewropayê bi hinceta Doza Kobaniyê nehat berdan. Dadgeha Destûrê sala 2020ê derbarê zêde girtina Demirtaş de biryara binpêkirinê da, lê ji ber lêpirsîna di Doza Kobaniyê de nehat berdan.

Doza Gergerlioglu

Parlamentoya Tirkiyê, piştî cezayê wî hat erêkirin Parlamenterê HDPê Omer Faruk Gergerlioglu, ji parlamenteriyê derxist. Ji ber parvekirinên sosyal medyayê yên di sala 2016an de 2 sal û 6 meh ceza li Gergerlioglu hat birîn û hat girtin.

Di meha Temûzê de Dadgeha Destûrê biryar da ku mafê Gergerlioglu hatiye binpêkirin û hat berdan û di heman mehê de vegeriya Parlamentoyê.

Azadiya raderbirîn û rojnamevanî û rêza ji azadiyên sivîl re

Hikûmet bi rêya girtin û lêpirsînên derbarê opozîsyon û rojnamevanên nûnertiya rojnamevanên serbixwe dikin azadiya raderbirînê asteng dike. Rojnamevanên di mijarên hesas de rexneyan li hikûmetê digrin rûbirûyê lêpirsîn, ceza, ji kar dûrxistin û rîska girtinê dibin.

Hikûmet di nav de muzîk û şano çalakiyên hunerî û çandî sînordar dike. Hikûmetê bi hinceta hana propagandaya terorê û kişandina cigareyê dikin zêdetir ji 200 stranên Kurdî û Tirkî qedexe kirin.

Rojnamavanên ser bi dezgehên Kurdî rastî zextên giran ên hikûmetê hatin, di nav de girtin jî. Hikûmetê bi awayekî rêkûpêk akredîtasyona medyayê ji welatiyên Tirk ên ku ji bo dezgehên navneteweyî û bi dezgehên taybet ên bi zimanê Kurdî re dixebitin, red kir.

Hema bêje hemû rojnameyên taybet ên bi Kurdî, kanalên televizyon û radyoyê bi hincetên ewlekariya netewî li gor biryarên hikûmetê girtî man.

Xwepêşandanên Bogaziçiyê

Piştî Erdogan, Melih Bulu wek rektorê Zanîngeha Bogaziçiyê ragihand xwepêşandanan destpê kir û polîs bi awayekî ku tundûtûjiyê bikar bîne xwepêşandan belav kirin û di ser de girtina malan de 45 xwendekar desteser kirin. Rêxistina Efûyê ya Mafên Mirov ragihand ku xwendekar rûbirûyê îşkence û danûstandina xirab bûne.

Desteserkirin û astengkirina xwepêşandanan

Li gor Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirov, di nav salê de bi taybetî li Stenbolê li 38 bajaran zêdeyî 700 xwepêşandar hatin desteserkirin. Rêxistinên Mafên Mirov ragihandin ku kesên hatin desteserkirin rûbirûyê tundûtûjiya polîsan bûne.

Şertên girtîgeh û navendên desteserkirinê

Li Tirkiyê şertên fîzîkî yên girtîgehan bi giştî baş in, lê ji ber zêde qelebalix in pirsgirêkên cidî derdikevin. Rêxistinên mafên mirov û Komîsyona Rêgirîkirina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê radigihînin ku girtî piraniya caran di peydakirina ava paqij, germkirin, ronahî, xorak û xizmetên tendirustiyê de rûbirûyê pirsgirêkan dibin.

Azadiya înternetê

Hikûmet astengiya gihandina înternetê berdewam dike û bi rêya desthilateke yasayî ya ne şefaf axaftinên taybet ên online dişopîne.

Li gor rapora şefafiyetê ya Twitterê di 6 şeş mehên dawî yên sala 2020ê derbarê rakirina naverokan de 3 hezar û 749 ferman û daxwazên dadgehê bo wan hatine şandin.

Mafên Jinê

Polîs, di meha Adarê de meşa Roja Jinan a Cîhanî asteng kir û di nav de ciwaneke 17 salî bi tevahî 13 jin hatin desteserkirin.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan di meha Adarê de vekişandina ji Peymana Stenbolê ragihand û ji ber vê xwepêşandanan destpê kirin.

Herwiha di raporê de hat ragihandin ku serbazên Elewî û Kurd di nav artêşê de rûbirûyê cudakariyan bûne û mirinên bi guman çêbûne.

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights