Ana SayfaGIŞTÎAMADEKARIYÊN CEJNA NEWROZA ÎSAL LI KOBANÊ Û HERÊMA FIRATÊ

AMADEKARIYÊN CEJNA NEWROZA ÎSAL LI KOBANÊ Û HERÊMA FIRATÊ

Cejna Newrozê nêzik dibe û kêm roj mane , û herkes amedkariya xwe dike ku beşdarî şahiyên wê cejnê bibe , û tê zanîn ku hersal di roja Newrozê de bi hezaran xelk li hev komdibin da ku pîrozbahiya xwe bikin , lê di bin metrsiya belavbûna nexweşiya Korona de kombûna xelkê dibe xeterî.

Dixtor Hikmet Ehmed endamê rêveberiya deste ya tenduristî li herêma Firatê ji Dengê Amerîka re tekez kir ku hîn nexweşî bi dawî nebûye , û rojane tûşbûn bi COVID-19 hene , ji ber wê yekê pêwîste xelk xwe biparêze , û tevî ku beşdarî şahiya bibin, dibe ku dûrketina civakî pêkbînin û pêdviyên tenduristî bi kar bînin .

Hevserokê Herêma Firatê Muhemed Şahîn diyar kir ku cejina Newrozê îsal dê were pîrozkirin û qedexe tuneye , Şahîn da zanîn ku li gor raportên tenduristî nexweşî li herêmê kêm bûye û haletên tûşbûnê kêm û hindikin .

Di sal borî de Newroz nehat pîrozkirin ji ber belavbûna nexweşiya Korona, û rêveberiya Bakûr-Rojhilat Sûriyê qedexeya giştî bi kar anî da ku belavbûnê rawestîne, lê îsal qedexe tuneye û dê şahiyên Newrozê werin li darxistin.

https://www.dengeamerika.com/
- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights