Ana SayfaJINKANTON DIBIN YEK-TIRKIYE NIKARE RÊ LI YEKGIRTINA KOBANÎ EFRîNÊ BIGRE

KANTON DIBIN YEK-TIRKIYE NIKARE RÊ LI YEKGIRTINA KOBANÎ EFRîNÊ BIGRE

Topbarana deverên Efrînê û bakurê Helebê ji aliyê Tirkiyê ve berdewam e. Hêzên Sûriya Demokratîk jî li ser pêşveçûnên xwe berdewam in. Mamostayê Zanîngeha Enqerê Dogu Ergil jî dibêje: “Artêşa Tirkiyê nikare rê li ber yekgirtina kantonên Kobanî û Efrînê bigre û ew yek dê her biqewime.”

Roja 11ê vê mehê (Sibat) Hêzên Sûriya Demoratîk (HSD) karîn balafirxaneya leşkerî ya Minix ku 10 m li bajarê Ezazê yê li bakurê Helebê dûr e, ji destê komên tundrew derbixin û kontrol bikin. 3 roj piştî kontrolkirina wê baalfirxaneyê, Artêşa Tirkiyê dest bi topbarankirina balafirxaneya Minix û derdora wê kir, wê yekê jî bertekên tund li dûv xwe anîn.

Rojnameya Hurriyet a Tirkiyê di raportekê de belav kir, ku Tirkiyê raportek daye Amerîkayê û Yekîtiya Ewropayê û têde sedem û hincetên wan topbaranan aşkere kiriye.

Li gor Hurriyetê, Tirkiye ew sedem ji topbarankirina wan deveran re anîne:

  • “1-PYD û Artêşa Sûriyê ber bi Ezazê ve tên, ji ber wê jî em rastî şepêleke din  a koçberan dibin, çimkî di navbera Ezaz û Kilisê de 10 kampên koçber û awareyan hene. Dema ku PYD û Artêşa Sûriyê bigihîjin Ezazê, rûniştvanên wan kampan dê derbasî nav Tirkiyê bibin. Ji ber wê jî gerek Ezaz di destê Dijbereyê de bimîne.
  • 2- Operasyona YPGê li dijî DAIŞê nîne, çimkî DAIŞê ne li wê deverê ye. PYD êrişî wê Dijbereyê dike ku dixwaze ji aliyê rojhilat ve li dijî DAIŞê şer bike. Balafirxaneya Minix di destpêkê de her di destl Dijbereyê de bû.
  • 3- PYD dixwaze axek zêdetir bigre. Di demên borî de Girê Spî girt û niha jî dixwaze Ezazê bigre. Dema ku Girê Spî kontrol kir, 24 hezar kes aware bûn. 4 hezar Kurd vegeriyan û 20 hezar Ereb li Tirkiyê man, bi wî awayî demografiya Girê Spî hat guhertin.”

Lê belê ew topbaranên Tirkiyê bo ser deverên Rojavayê Kurdistanê û bi taybet Efrînê, nekarîn şervanên HSDê bide sekinandin. Wan hêzan di roja 14ê vê mehê de êrişî bajarokê Til Refet kirin ku 15 km ji başûr-rojhilatê Ezazê ve dûr e û 2 roj piştre gihîştin nêzîkî bajarokê Marih ku di destê komên îslamî de ye û DAIŞê ji sê aliyan ve dorpêç kiriye. Ew yek jî ewqasê din Tirkiye dilgiran kir, ji ber wê jî dest bi topbarankirina deverên Efrînê kir.

Serokê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman jî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got: “Qurbaniyên topbaranên Tirkiyê her hemû kesên sivîl in. Heya niha 7 kes hatine kuştin û 28 kes jî birîndar bûne.”

Ramî Ebdulrehman herwiha got: “Tirkiye her bi wê yekê nerawestiyaye û mûşekên amrîkî jî dide komên tundrewên îslamî û ew jî li dijî wan hêzên ku li Sûriyê dost û hevalên Amerîkayê ne, bi kar tînin.”

Piştî rizgarkirina bajarokê Girê Spî di 15ê Hezîran a sala 2015ê de, Tirkiyê daxwaz kir, ku li sînorê Ezazê bi dirêjiya 90 km çar goşe Herêma Aram bê avakirin û awareyên şerê Sûriyê têde bên akincîkirin, lê belê civaka navdewletî bi şêweyeke erênî bersiva wê daxwaza Tirkiyê neda.

Piştî girtina bajarokê Til Refet jî rojnameyên Tirkiyê belav kriin, ku Tirkiye dixwaze Amerîkayê razî bike daku herêmek ewle bi kûrahiya 10 km di nav axa Sûriyê de bê pêkanîn.

Niha hêzên HSDê ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi aliyê sereke yê wê hêzê tê dîtin, tenê 7 km ji Ezazê ve dûr in. Navbera Ezazê û deriyê sînorî yê Bab El-Selam jî tenê 8 kîlomtr e. Hêzên îslamî ku Tirkiye weke dijbereya miyanrew nas dike, li wê deverê tenê kontrola bajarê Ezazê di destê wan de maye.

Gihîştina YPGê û hêzên hevpeymanên wê bo sînorê Ezazê, Tirkiye neçar kiriye behsa destwerdana leşkerî bike ku ew yek jî wek karekî şêtane tê dîtin.

Generalê xenenişînkirî yê Artêşa Tirkiyê Erdogan Karakoş di daxuyaniyeke rojnamevanî de bo medyayên Tirkiyê ji Hikûmeta Tirkiyê ya bi serokatiya AK Partiyê re dibêje: “Eger hûn artêşê bşînin nav Sûriyê hûn nikarin bi balafiran piştgîriyê bidin. Rûsya jî li hember me dê bisekine. Wê demê artêş neçar dibe ku şerê hêzên Rûsya bike. Dîtina PYDê tenê wek beşek ji PKKê şaş e. Rûsya bi awayeke gellek ciddî piştgîriya wan dike. Pêwendiya wan ligel Amerîka baş e. Topbaran bes e bo parastina hêlên sor.”

Her di vê bareyê de efserê xanenişînkirî yê Artêşa Tirkiyê Ismail Yilmaz dibêje: “Muhleta parlamentoyê rê dide hikûmetê ku artêşê bişîne derveyî sînor, lê belê wê yekê rewatiya navdewletî nîne. Bêyî biryara Netewên Yekbûyî derbaskirina sînor bi wateya dagîrkirinê tê. Eger Artêşa Tirkiyê bi tenê yan jî ligel her hevpeymaneke din li derveyî muhleta NY derbasî nav axa Sûriyê bibe, dikeve nav qoravê û dê gellek zirar bike.”

Berpirsên AK Partiyê daxuyaniyên gellek tund li dijî PYDê didin û berdewam gefa derbaskirina sînor dixwun, lê belê artêş bi wê şêweyê tund nîne.

Mamostayê Zanistên Siyasî li Zanîngeha Enqerê Dogu Ergil dibêje: “Berpirsên Artêşê dibêjin bo bergirî li sînorê niştîman ewa ku pêwîst be emê bikin, lê belê bo destwerdana derveyî tenê di çaçoveya NATO û NY de emê tevgerê bi hêzên xwe bikin. Artêş wê axavtinê dike, ji ber ku dizane li wir tenê artêşeke lawaz a Sûriyê nîne, belku milîsên Şîe yên ser bi Îranê û Rûsya jî hene.”

Dogu Ergil di wê baweriyê de ye, ku gefa çûna nav axa Sûriyê tenê axavtinek e ku hikûmet dike û tekez dike: “Eger Tirkiye tenê bi biryara xwe biçe nav Sûriyê, Îran, Sûriye û Hizbullah a Lubnanê li wir li bendê ne daku dersek baş bidin Tirkiyê. Di wê demê de Amerîka jî piştgîriya Tirkiyê nake. Berî çend rojan Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden bi aşlere got: Hûn dixwazin me bi Rûsya re bidin şerkirin? Dema ku hemû ew mesele hebin, tenê bi sedemên îdolojîk, an ji ber acizbûna hinek kesan, Artêşa welatekî nakeve nav axa welatek din.”

Tirkiye ew dema zêdetirî hefteyekê ye ku sînorê Kantona Efrînê bi giranî topbran dike.

Ergil li ser wê yekê û armanca Tirkiyê ji topbarankirina Rojavayê Kurdistanê jî dibêje: “Topbarankirin nîşaneya bêçarebûna Tirkiyê ye û ew wiha difikirin ku bi wan topbaranan dikarin meseleyê hinek paş bixin.”

Derbarê wê pirsê de jî ku gelo Amerîka û Rûsya bo rawestandina topbaranên Tirkiyê dê çi şêwazên din bi kar bînin, Ergil da xuyakirin: “Bi zimanekî tundtir dê dengên xwe bilind bikin. Dê hewl bidin Tirkiyê bi şêweyekî din razî bikin. Rûsya na, belku Amerîka garantiyên zêdetir dide Tirkiyê û dê jê re bêje, ku Kurd derbasî aliyê rojavayê Çemê Firatê nabin û tiştên wisa, lê belê hemû ew tişt, demkî ne û bêbandor in.”

Bi baweriya wî pisporê zanistên siyasî, eger Kurdên Sûriyê pêwendiyên xwe ligel Amerîka û Rûsya baştir bikin û herwiha derbên girantir li DAIŞê bidin, Tirkiye wê demê nikare tiştekî bike û kantonên Rojava dê bigihîjin hev

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights