ANASAYFAKURDÎMordem Zel: Qêrîna Bêdeng: Çîroka Sînê

Mordem Zel: Qêrîna Bêdeng: Çîroka Sînê

​Ev çîrok, bi xwe re rastiya qêrîn û hewariya gelê Kurd radixe ber çavan. Wekî tê zanîn, li ser erdnîgariya Kurdistanê bi hezaran çîrok û serpêhatiyên veşartî hene ku hîn nehatine bihîstin û di tarîtiyê de mane.

​Çîroka Sînê jî yek ji wan serpêhatiyan e ku li ser vê axê bi xwînê hatiye nivîsandin. Bi salan nasnameya vê keça Kurd ji civakê hat veşartin. Ew tirs û xofa ku li ser kurdan hatibû ferzkirin, bandoreke giran li malbata Sînê jî kir; lewma wan ev êşa giran bi salan di kûrahiya dilê xwe de veşart û di nava bêdengiyeke kûr de jiyana xwe domand.

​Ev çîroka ku em behsa wê dikin, di rûpelên dîrokê de mînakeke bêhempa ye. Di rastiyê de, eşkere kirin û nivîsandina serpêhatiyên bi vê rengî, ji bo ronîkirina dîroka tarî xizmeteke pîroz û giranbuha ye.

Rêwîtî 

​Agahiyên vê çîrokê, bi alîkariya Fîkreta qîza Sînê û zavayê wê Ehmed hatine berhevkirin. Ehmed, bi xwe neviyê Arifê Faris e.

Têkiliyên Malbatî û Serhildana 1925’an

​Arifê Faris, yek ji qehremanên Serhildana 1925’an e. Di heman demê de xalê Yado (Yadîn Paşa) ye. Yado ango Yadoyê Dimilî, yek ji efsaneyên Serhildanê ye. Di wê serdemê de, piraniya civîn û plansaziyên serhildanê li koşka Arifê Faris dihatin kirin. Şêx Seîd û Şêx Şerîfê Kelaxsî herî zêde li vê qonaxê diman. Ji ber vê girîngiya wê, Şêx Seîd navê vê derê wekî “Koşka Belek” guherandibû.

Sînê Kî Ye?

​Sînê, qîza Seyfî Beg e ku ew kekê Arifê Faris e. Seyfî Beg di wê demê de li Dara Hênê mudurê kaxezan (katibê nivîsê) bû, lê bi malbatî li gundê Xerîbê dijiya. Du zarokên Seyfî Beg hebûn: Mihemed Elî û Sînê.

Wate û Koka Navê Sînê

​Navê Sînê an Sînemxan, di zaravayê Kirmanckî de kurtenavê Sînaye ye.

  • ​Wateya Etîmolojîk: Peyva Sînê ji bo “sîng” û “dil” tê bikaranîn; lewma mirov dikare bêje ku navekî evîndariyê ye.
  • ​Wateya Sembolîk: Ji ber ku Sînê (Sînaye) di demên serhildanê de winda bûye, malbatê ev nav lê kiriye. Ji ber ku zayenda nav mê (jin) ye, di dîrokê de her tim bi êş, zilm û êrîşan re rû bi rû maye.

Sînêxan: Sembola Jina Kurd

​Di civaka kurd de, ji bo jinên xwedî ked û rûmet, paşnavê “xan” tê bikaranîn; mîna hunermend Meryemxan û keça Celadet Bedirxan û Sînemxana qîza Celadet. Bi îlhama van navên dîrokî, min jî xwest Sînêya Çewligî wekî “Sînêxan” bidim nasîn.

Çîroka Sînêxanê: Şahida Zilma 1925’an

​Çîroka Sînêxanê, ne tenê çîroka zarokekê ye; ew hişmendiya malbateke welatparêz e ku di nav agirê Serhildana Şêx Saîd de maye.

Civîna li Qesra Belek

​Di sala 1925’an de, tevgera Şêx Saîd biryarên girîng digire. Yek ji van civînên dîrokî li Qesra Belek a apê Sînêxanê, Arifê Faris, pêk tê. Di vê civînê de hemû mezinên malbatê biryar didin ku bi hemû hêza xwe tevlî serhildanê bibin.

Wendabûn û Sêwîtî

​Zulma şer zû bi ser malbatê de dibare:

  • ​Bavê wê: Seyfiyê Faris, di dema serhildanê de bi awayekî nediyar tê şehîdkirin.
  • ​Dêya wê: Dema ku diçe mala bavê xwe, ew jî bi heman aqûbeta tarî re rûbirû dimîne û jiyana xwe ji dest dide. Sînêxan, hîn di 11 saliya xwe de sêwî dimîne û dibe zaroka “Qesra Belek” a ku êdî bê xwedî maye.

Berxwedana li Çiyayan û Îşkence

​Dema ku Sînêxan li qesrê bi tenê dimîne, apê wê Arifê Faris û Yadoyê Dimilî li çol û çiyayên Çewlîg, Palo û Licê şerekî giran ê çekdarî dimeşandin.

​Trajediya malbatê bi vê naqede; apê wê yê din li çarşiya jêr a Çewlîgê tê girtin. Ew bi awayekî hov, bi şerqatên bi têl û qamçiyan tê îşkencekirin û di bin vê îşkenceyê de jiyana xwe ji dest dide.

Koçberî û Belavbûn

​Piştî tepisandina serhildanê, malbat bi temamî tê belavkirin. Tevahiya jin û zarokên malbatê bi zorê ber bi bajarên Tirkiyeyê yên wekî Qeyseriyê ve têne koçberkirin (sirgûnkirin).

​Sînêxan, di nava vê tarîtiyê de bû şahida herî mezin a wê zilm û zordariya ku li ser malbata wê û gelê wê hatibû meşandin. Ew bîranîneke zindî ya dîroka Çewlîgê ye.

Serpêhatiya Sînê: Ji Qesra Belek Ber bi Xerîbiyê ve

​Piştî şikestina serhildanê, leşkerên dewletê bi ser Qesra Belek de digirin. Çi zar û zîçên li qesrê hene, tevahî têne komkirin û ber bi qampa Çewlîgê ve têne birin. Di wê dema serdegirtinê de, bi qedereke tesadufî, Sînê ne li wir e û ji vê êrişa hov rizgar dibe.

Di Bin Siya Tirs û Bêkesiyê de

​Cîranên wan, ji tirsa ku dewlet zirarê bide wan, naxwazin Sînê li mala xwe bihewînin. Lê belê, wijdanê wan rê nade ku wê bi tenê bihêlin; lewma wê dibin û di axura Qesra Belek de vedişêrin. Sînê bi rojan di wê tariyê de, di nava bêdengiya axurê de dimîne.

​Ew Qesra Belek a dîrokî, ku rojekê cih û warê serok û rêberan bû, êdî bêxwedî û wêran maye. Di wê serdemê de zilm wisa giran bû ku:

  • ​Dê weledê xwe diavêt.
  • ​Kesî nedikarî xwedî li zarokê xwe derkeve.
  • ​Ji ber tirsê, derî li ser hevdû dihatin girtin û silav hatibû birîn.

​Li gorî qanûnên dewletê, xwedîderketina li malbatên serhildêran weke sûcê mirinê an jî koçberiyê dihat dîtin. Vê zilmê bav ji kur, û bira ji bira diqetand. Ji ber vê bêçaretiyê, bi hezaran jin û zarokên bêçare hebûne ku xweziya xwe bi avêtina pêlên Çemê Miradê anîne.

Hevdîtina bi Beytar re

​Di wan rojan de, beytarekî tirk ji bo kontrolkirina heywanên Arifê Faris li Çewlîgê tê peywirdarkirin. Li gorî rîvayetan, armanc talankirina tevahiya garan û keriyên heywanan bû. Gava beytar dikeve axura Arifê Faris, bi Sînê re rûbirû dimîne. Sînê, bi wê paqijiya xwe ya zaroktiyê, ji tirsa di xwe re diçe.

​Cîranên ku li wir bûn, bi tirs ji beytar re dibêjin ku ev keçika reben, keça qesrê ye. Lê Qesra Belek êdî ji bo dewletê bi “sabiqa” ye, sûcdar e û bi mora zilmê hatiye morkirin.

Jiyaneke Nû û Navên Biyanî

​Beytar, Sînê dibe cihê muayeneyê. Sînê ji ber şoka tirsê lal dibe û ji ber ku bi tirkî jî nizane, nikare bi beytar re biaxive. Bi alîkariya beytar û hevala wî ya bi şivqet, Sînê di demeke kurt de tê ser xwe.

​Di kurtedemekî de tayîna beytar derdikeve Amedê. Ew biryar dide ku Sînê bibe û nasnameya xwe bide ser wê. Êdî Sînê tê veşartin û tu kes nizane ku ew ji malbata Arifê Faris e. Ji bo wê, êdî jiyaneke nû dest pê dike; dîtina Awê Saxyêr, Mehlê Wevêr û Fêk Derêy Wûyîr êdî dibin xeyalên dûr.

​Di vê koçberiyê de, nasnameya Sînê jî tê guhertin:

  1. ​Îkbal: Beytar li Amedê navê wê dike Îkbal (bi erebî tê wateya bextê vekirî).
  2. ​Naciye: Jina beytar ji bo hezkirina xwe, navê Naciye lê dike (bi erebî tê wateya kesa ji dojehê rizgar bûyî û bihuştî).

​Sînê, di nava ax û aveke nenas de, bi navên biyanî ber bi pêşerojeke xerîb ve dimeşe.

Sînê: Keçika Sêwî û Şîfreyên Navên Bextreş

​Sînê, ew keçika sêwî û bêbext a Çewlîgê, êdî bi navên Îkbal û Naciye tê naskirin. Ev her du navên ku lê hatine kirin, di heman demê de mîna şîfreyên pêşeroja wê ya tarî ne.

​Jiyana Sînê mîna şerîda fîlmekî bi xwîn her tim li ber çavên wê ye. Bavê wê, dêya wê û apê wê hatine kuştin; kesek ji malbatê li jiyanê nemaye. Ew di vê dinyaya pûç de, bi tenê û bêkes maye.

​Trajediya herî mezin jî ev e: Sînê niha li maleke biyanî, di bin banê malbateke “beytar” de dijî ku ji çand û zimanê wê bi temamî dûr in. Her çend li ser kaxêzê wekî “ewlad” an jî zaroka wê malê xuya bike jî, ew li wir her kêlî bi xerîbî û bi bîranînên xwe yên bi êş tê qetilkirin. Dilê wê kulek e ku kes pê nizane û birîna wê bi kaxêzan nayê derman kirin.

Çîroka Sînêxanê: Ji Sêwîtiyê Ber Bi Nasnameyê Ve

​Çîroka Sînêxanê û malbata Keskîn, ne tenê çîroka zewacekê ye; di heman demê de çîroka pişaftin, hesret û lêgerîna li koka xwe ye.

Koçberiya Ber Bi Dîlokê Ve

​Dema ku tayîna beytarê ku Sînêxan xwedî kiriye derdikeve Dîlokê, Sînê 16 salî ye. Beytar dixwaze vê keçika kurd a bedew bi yekî ji xizmên xwe re bizewicîne, lê ev daxwaza wî pêk nayê. Di wê demê de ciwanek bi navê Muharrem Keskîn li ba beytar dixebite û dil dikeve Sînêxanê.

​Beytar ji Muharrem re dibêje: “Keçika tu dixwazî pê re bizewicî, qîza min a manewî Îkbal e, lê navê wê yê rastî Sînêxan e.”

​Sînêxan, ji destpêkê heta dawiyê çîroka xwe ji Muharrem re vedibêje û wî hişyar dike: “Mêzeke, tu ji kesî re behsa çîroka min nekî; nexwe wê dewlet û malbat serê me bixin belayê.” Di dilê wê de hem tirsa dewletê û hem jî tirsa malbatê hebû.

Biryara Muharrem û Nameya Ji Bo Çewlîgê

​Muharrem tevî hemû rîskan bi Sînêxanê re dizewice. Piştî zewacê bi çend salan, agahiyên ku Sînê dabûnê di serê wî de mezin dibin. Muharrem bi hestên însanî dixwaze dilê Sînê şad bike û dest bi lêpirsînê dike.

​Di sala 1947’an de, ango nêzî 20 sal piştî wendabûna Sînê, Muharrem daxwaznameyekê ji Walîtiya Çewlîgê re dişîne. Di nameyê de behsa wendabûna kesên di Serhildana Şêx Seîd de û malbata wê ya li Çarşiya Jêr dike. Her wiha navê birayê wê Mihemed Elî û pismamên wê Mihemed Sidîq û Hesen jî dinivîse. Di wê demê de ne Sînê ne jî Muharrem nizanibûn ku malbatê paşnava “Ayçîçek” girtiye.

Vegera Li Kokê û Şahî

​Walîtiya Çewlîgê heyetekê wezifedar dike û piştî lêkolînan, xebera saxbûna Sînê didin malbatê. Ev nûçe li Çarşiya Jêr dibe wek cejnekê. Kêfxweşî ji mala Arifê Fariz heta Mehla Wevêr deng vedide.

​Birayê wê Mihemed Elî û pismamê wê Mihemed Sidîq tevî 10-12 kesan diçin Dîlokê. Sînêxan a ku êdî bi navên “Îkbal” û “Naciye” dihat naskirin û ji ber pişaftinê zimanê xwe yê dayikê (Kirmanckî) ji bîr kiribû, bi dîtina kekê xwe û pismamê xwe re wan nas dike.

Derbasbûna Çemê Feradê

​Malbat dixwaze Sînê bibin Çewlîgê. Sînêxan yek ji du zarokên xwe digire û berê xwe dide welatê bav û kalan. Dema ku digihîjin Çemê Oxnûtê, ji ber biharê û lasera avê, pire xira bûye. Ev jêderka Çemê Miradê yê asê û xwînî, rê nade Sînêxanê. Lê birayê wê Mihemed Elî bi biryar e; Sînê û xwarziyê xwe li hespê xwe yê reşbelek siwar dike û wan di nav avê re derbasî jeberê dike. Sînêxan sê mehan li gundê xwe, li Xerîbê dimîne.

Girêdanên Nû û Dawiya Jiyanê

​Di navbera malbata Keskîn (Dîlok) û malbata Ayçîçek (Çewlîg) de dostaniyek xurt ava dibe. Keça Sînê, Fîkret, bi pismamê Sînê (Ehmed) re dizewice. Her wiha kurê Sînê jî bi keça pismamê wê (Fatme) re dizewice. Ev zewac dibin pira hesreta bi dehan salan.

​Sînêxan di sala 1993’an de, bi hemû êş û kulên xwe yên jehrî xatir ji vê dinyayê xwest. Muharrem jî wek rewşenbîrekî ji Midûriyeta Maliyê teqawit bû û hemû zarokên xwe da xwendin.

Encam û Peyama Çîrokê

​Sînêxan sembola bi hezaran zarokên kurd e ku ji kok û çanda xwe hatine qutkirin. Keça wê Fîkret dibêje: “Dayika min heta mir jî sêwîtiyê li derdora xwe hîs dikir. Weke kevokeke bitirs bû; min ew birîndarî di çavên wê de didît.”

​Mîna çîroka Ermeniyê Amedî yê ku diçû Mizgefta Mezin lê dilê wî li Dêra Sûrp Giragos bû, Sînêxan jî her çiqas bi nav û zimanekî din jiyabe jî, dilê wê her tim li welatê wê û li “Qasra Belek” bû.

​Nîşe: Ev çîrok nîşana camêriya Muharrem û berxwedana nasnameya Sînêxanê ye. Erka me ye ku em li çîrokên wiha bigerin û wan bidin nivîsandin.

Çavkanî: Orhan Zuexpayîc

Kaynak: Nupel

GIŞTÎ