Yeter Gultekin a ku di Komkujiya Madimakê de hevjînê xwe Hasret Gultekin winda kiribû û 33 salan bêrawestan têkoşîna edaletê da, çû ser dilovaniya xwe. Têkoşîna wê ya li pey heqîqetê û soylubûna xemê, di dîroka mafên mirovan de cihê xwe girt.
Di 2’yê Tîrmeha 1993’an de, li Otela Madimakê ya Sîwasê, agir ne tenê canên 37 rewşenbîr û hunermendan, lê dilê bi hezaran mirovî jî şewitand. Yek ji wan canan hunermendê nemir Hasret Gultekin bû. Di roja ku Hasret hat qetilkirin, hevjîna wî Yeter Gultekin bi kurê wan Ronî ducanî bû.
Hasret Gultekin ji ber ku tarîtiya welat û cîhanê didît, berî ku were qetilkirin bi hevjîna xwe re behsa navê zaeokê xwe yê ku di hemla dêya xwe de bû kiribû: “Şev pir dirêj û pir tarî ne. Bila êdî ronahî be. Heger lawê me bibe bila navê wî Ronî be” Ev axaftina wî bû weke wesîyet, Yeterê navê kurê xwe kir Ronî û ew bi tenê lê bi serbilindî mezin kir.
Yeter Gultekin di nava van 33 salan de:
• Bû dengê edaleta ku nehat cih.
• Li hemberî kujerên Sîwasê serî netewand.
• Çanda Hasret û hunera wî, tevî nasnameya wî ya Kurdî, parast û gihand nifşên nû.
Piştî 33 salan, ev hasreta giran bi koça dawî ya Yeterê bi dawî bû. Yeter Gultekin, niha gihîşt Hasreta xwe. Malbat û hezkiriyên wê bi van gotinan xatir jê xwestin: “Te êşa Hasret bi serbilindî kişand. Te têra xwe êş dît; bila erd te neêşîne. Dewra te daim be.”
“Bir insan ömrünü neye vermeli / Harcanıp gidiyor ömür dediğin”
Kaynak: Kurdi arşivleri – Nupel
