Ana SayfaKURDISTANSalvegera 79’emîn a 33 Guleyan: Em hestiyên bapîrên xwe dixwazin

Salvegera 79’emîn a 33 Guleyan: Em hestiyên bapîrên xwe dixwazin

Di 28’ê Tîrmeha 1943’yan de li Geliyê Sefo yê li gundên Xerapsorik, Êngizamilan û Rûnexwar ên girêdayî navçeya Qelqeliya Wanê 33 gundî bi fermana Fermandarê Artêşê yê 3’yemîn Serleşker Mustafa Mûglali hatin qetilkirin. Bi ser qetilkirina gundiyan re 79 sal derbas bûn. Malbatên ku qasî evqas sal derbas bûne jî hêj hestiyên xwe nedîtine, bal kişandin ser polîtîkayên bêcezatiyê û komkujiyên piştî Komkujiya Geliyê Sefo hatine kirin. 

33 GUNDÎ HATIN BINÇAVKIRIN

Komkujiya Geliyê Sefo yek ji komkujiyên Zîlan, Dersim, Çorûm, Mereş, Madimak û Roboskê yê di dîroka Komarê de pêk hatine ye. Bi hinceta “Sînor derbas kirin e” eskerên artêşa tirk 33 gundî binçavkirin.

 LEŞKERAN GUNDÎ GULE BARAN KIRIN

Mufetîşê Wezareta Karê Hundir Avnî Dogan ê ji ber bûyera binçavkirinê hate herêmê bi girtiyan re hevdîtinê dike û fêm dike ku welatî bê sûc in. Lê qeymeqam û serleşker Mûglali bi derewa welatiyan bi “casûsiya ev kes diçin pozîsyona me ji rûsan re dibêjin” li mufetîş guhdar nakin. Li ser fermana Mûglali di 30’ê tîrmeha 1943’an de şev nîvê şevê esker wan ji girtîgehê derdixin û radestî Fermandariya Tabûra Hidud dikin. Leşker 33 gundiyan bi awayekî destên wan girêdayî û çavên wan girtî gulebaran dikin û qetil dikin. Yek ji 33 gundiyên bi awayekî birîndar di bin cenazeyan de dimîne bi awayekî birîndar xelas dibe û diçe aliyê Kurdistana Rojhilat bi cih dibe, lê ew jî di demekî kurt de jiyana xwe ji dest dide. 

LEŞKERÊN ŞAHID

Hin leşkerên piştî komkujiyê 6 salan li xwe mikûr tên û şahidiya komkujiyê dikin. Leşkerekî wê demê weke Serpel Tezer tê binavkirin, têkildarî komkujiyê de wiha gotibû: “Piştî bi fermana Mûglali 33 welatî binçav kirin mehekê di axûrê de hatin hiştin. Qeyd û bend li devê wan xistin û nehiştin biaxivin. Esker li wan siwar dibûn. Piştî derketim jiyana sivîlî min fêm kir ku ew bûyer çiqas kirêt bûye. Ez li wir wek robotan bûm. Li sivîliyê min xwe wek qatil û xwînmijekê dît. Min dît ku li leşkeriyê ne mirovahî, ne ol û ne jî îman heye.” 

Leşkerê ji Nîgdeyê Îsmaîl Çolak jî der barê bûyerê de wiha gotibû: “Gundî li ser çokan rûniştibûn. Her du kom jî bi kaşkirinê anîbûn cem hev. Gelek ji wan bi dengekî bilind dûa dixwendin. Hin kesên bang û qîr dikir hebûn. Bi fermana ‘êriş’ bike me dest bi gulebaranê kir. Guleyên min xelas bûbûn jî lê ez hêj di pozîsyona êrîşê de bûm. Mirov li ber çavê min bêruh dirêj bûbûn. Piştî komkujiyê em bi xwendina sirûda ‘Serê çiya bi duman e’ vegeriyan Serayê.” 

HATE BERDAN

Piştî van îfadeyên leşkeran, Mûglali di 1949’an de derket pêşberî dadgehê lê dadger ew berdan. Her çiqas bi cezayê darvekirinê hat darizandin jî dadgeha leşkerî ya wê demê ew parast û berda. Mûglali di 1’ê kanûna 1951’ê de mir.  

NAVÊ MÛGLALI LI QIŞLAYÊ KIRIN

Bêyî ku hesabê komkujiyê bê pirsîn piştî salên dirêj di 2004’an de navê Mûstafa Mûglali li qişleya Qelqeliyê kirin. Li ser nerazîbûna gel û giliya malbatê ya dadgehê di sala 2011’an de navê qişleyê bi navê “Şehît Astsubay Erkan Durukan” hat guhertin. Li ser Komkujiya Sefo helbest û pirtûk hatin nivîsandin. Komkujiya Sefoyê bi helbesta “33 Gulle” ya Ahmed Arîf weke “Komkujiya 33 Gulle” di dîrokê de cihê xwe girt. 

DESTÛR NEDAN ÇÊKIRINA BÎRDARIYA 33 GULLEYAN

Şaredariya DBP’ê di 2010’an de li navenda navçeyê xwest Bîrdariya 33 Gulle çêbike, lê Walitiya Wanê bi hêceta “Herêma Qedexe ye” serlêdana çêkirina birdariyê qebûl nekir. Li ser vê yekê şaredariya DBP’ê ya Qelqeliyê ji bo bîranîna 33 kesan ji fîgurên 33 gule logoyek çêkir. Pişt re qeyûmê tayînî şaredariya Qelqeliyê hat kirin fîgurên di logoya şaredariyê de cih digirt guherand. Di serlêdana sala 2014’an de ya di “Pêvajoya Çareseriyê” de ji bo bîrdarî û hestiyên kesên jiyana xwe ji dest dane bidin malbatên wan hate kirin jî bê encam ma. 

Cuzeyrî Ozkaplan û Îlhan Ozay ên di komkujiyê de xizmên xwe winda kirin têkildarî komkujiyê ji ajansa me re axivîn.  

JI WAN TENÊ ÊŞ MAYE

Îlhan Ozay ê bi lêv kir ku ji malbata wî 7 kes hatin kuştin, anî ziman ku 33 kesên di bin çavan de bêyî îfadeya wan bê wergirtin hatin kuştin. Ozay, da zanîn ku ji ber cihê lê komkujî hatiye kirin “herêma qedexe” ye 79 sal in nikarin biçin herêmê û destnîşan kir ku nebûna goreke kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane ji bo wan êşeke herî mezin e. Ozay, diyar kir ku di nav kesên hatin qetilkirin de bapîrê wî yê bi navê Kûro dihat zanîn jî hebû û wiha got: “Bavê min heta mir jî digot ‘Xwezî carek tenê jî bûya me karîbûya biçin ser goran wan’. Lê bêyî ev daxwaza wan bi cih were jiyana xwe ji dest da.”

BI NAVÊ MÛGLALI PEYAM DAN

Cuzeyrî Ozkaplan ku bi bîranîna kesên di hatin qetilkirin dest bi axaftina xwe kir, da zanîn ku ji 33 kesan 16 kes ji malbata wî bûn. Ozkaplan, bal kişand ku navê berpirsyarê sereke yê komkujiyê Mûstafa Mûglali her tim di komkujiyên li herêmê de derbas dibû, 33 kes bi awayekî bê sûc qetilkirin û wiha got: “Wê demê îdia dikirin ku ji ber têkiliya 33 kesan bi Îranê re heye qetilkirine. Belê rast e têkiliya me bi kesên li sînorê Îranê re heye ji ber ku em yek in. Ev mirov bi awayekî bê sûc qetilkirin. Ev jî têra nekirin rabûn navê Mûglali li tabûrê kirin. Bi vê yekê ev peyam dan me: ‘Me bavên we qetilkirin, hûn dengê xwe derxînin em ê we jî bikujin’. Ev komkujî ne ya ewil e ne jî ya dawî. Herî dawî rojên derbas bûyî bombe li Zaxo barandin. Ev komkujî ji berê heya niha berdewam dikin.”

Ozkaplan, bi bîr xist ku Mûglali nehate cezakirin û bi hinceta hişê wî di serî de nebû hate berdan û wiha berdewam kir: “Niha hêviya me ew e ku dewlet lêborînê bixwaze û li cihê ku komkujî lê çêbûye qet nebe bîrdariyekê çêbike ye.”

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights