Şivanên li gundên derdora Çiyayê Qerejdaxa Diyarbekirê, ji ber şert û mercên giran ên zivistanê neçar dimînin 6 mehan di hundir de pez û dewaran xwedî bikin. Di van 6 mehan de şivan bi tonan ka û ceh didin dewaran. şivan dibêjin; Zivistan barê me giran dike lê di vê demsalê de ew jî li malê, li ber agirê êzingan bêhina xwe vedidin.
Çiyayê Qerejdaxê, bi qasî nîvê salê, bi berfê xemilandî ye. Berfa ku bi tîrêjên rojê dihele, bi ser gundên li quntarê Çiyayê Qerejdaxê ve diherike. Gundiyên ku bi alajkariyê ve mijûl dibin, bi ava berfa ku dihele, avdaniya ajalên xwe dikin. Yek ji wan gundan jî gundê bi navê Kelek e. Ev gund, 30 kîlometre dûrî Diyarbekirê ye. Nûsret Sakalli yê 22 salî şivaniyê dike, 6 mehan li çolê ajalan diçêrîne û 6 mehan jî li gund pez alif dike.
Sivan Nûsret Sakalli dibêje: “Piraniya wextê me li ser berfê derbas dibe. Ji ber ku heywan pir in; ne yek, ne du ye. Dewar heye, pez heye. Her yek êm divê, cihê wan cuda ye. Em dixin hundir, ji hundir derdixin û avdaniya wan dikin.”
Çiyayê Qerejdaxê di nav bajarên Bakurê Kurdistanê yên Diyarbekir, Riha û Mêrdînê de cih digire. Ev herêm xwedî xwezayeke taybet e. Ji ber ku herêm bi kevirên volkanîk tijî ye, li şûna cotkariyê, ajalvanî li vir tê kirin. Şivan Hacî û Îsmet kilama ku avêtine ser Çiyayê Qerejdaxê wiha distirên.
Ji ber ku çêreya Qerejdaxê baş e, di demsalên biharan de bi tonan penîr, ji vê herêmê belavî bajarên Bakurê Kurdistanê dibe. Lê şivan amaje dikin, her sala ku diçe hejmara ajalan kêm dibe û gelek caran jî ew neçar dimînin ku ji gundan diçin bajaran û di karên cur bi cur de dixebitin. Daxwaza ajalkaran ev e ku ji Wezareta Cotkarî û Ajaldariyê zêdetir alîkariya wan were kirin.
k24