Site icon Rojnameya Newroz

Yek ji pêşengên rêbaza Pêla Nû ya Frensayê: Agnès Varda

Rûmet Onur Kaya / Mezopotamya ya Sosyalîst, Hejmar: 11, Berfanbar 2021

“Sînema, ez ji te hez dikim..*

“Sînema mala min e. Dibêjim qey ez hertim li sînemayê jiyam..”

Derhêner û wênekêşa nemir Agnès Varda, yek ji derhênerên serketî yên hunera heftemîn e û di heman demê de weke yek ji pêşengên rêbaza Pêla Nû ya Frensayê (Nouvelle Vague) tê qebûl kirin. Varda, yekem fîlmê xwe yê bi navê “La Pointe Courte” (1955) hêj rêbaza Nouvelle Vagueyê nederketibû holê kişandibû û di nava vî fîlmê de hin taybetmendiyên vê rêbazê xwe dide der. Fîlmên wê weke fîlmên rêbaza Nouvelle Vagueyê têne qebûl kirin.

Derhênerên wekî; François Truffaut, Jean-Luc Godard, Éric Rohmer, Claude Chabrol, Jacques Rivette û lîstikvanê navdar Jean-Paul Belmondo ku di çend roj berê çû li ser dilovaniya xwe, û lîstikvanên wekî; Anna Karina, Jean-Pierre Léaud, Jeanne Moreau, Claude Jade, Jean Seberg û Bernadette Lafon di nava rêbaza Pêla Nû ya Fresanyê de cih digirtin.  Yek ji rexnegirê kovara ‘Cahiers du Cinema’yê û nivîskarê sînemayê yê navdar André Bazin, teorîsyenê herî girîng ê vê rêbazê ye.

Derhêner, di fîlmên xwe de bi taybetî qala jiyan û pirsgirêkên jinan û rewş û mercên civakê dike. Mijarên fîlmên wê li ser derd û xemên rêncber û bindestên mirovahiyê ye. Agnés Varda di heman demê de wênekêşeke biserketî bû û him di qada sînemayê de, him di warê sînemaya belgefîlman de û him jî di warê wênekêşiyê de dîmenên nemir girtin û çîrokên giranbiha afirandin

Dapîra sînemayê û derhênera femînîst, civakparêz, azadîperwer û nûjenîxwaz Agnès Varda di sala 1928ê de li bajarê Brûkselê hatiye dinê û li Parîsê di beşên wêje, dîroka hunerê û wênekeşiyê de xwendine. Piştî perwerdehiya zanîngehê, li şanoya Theatre National Popularireyê weke wênekêş xebitiye. Varda di 27 saliya xwe de, ango di 1955ê de yekem fîlmê xwe yê metraj dirêj ê bi navê  “La Pointe Courte”yê dikîşine û bi vî fîlmê xwe ji bernameya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî xelat girtine û li cîhanê deng veda ye. “La Pointe Courte” ji du çîrokên cuda pêk were û li gundekî masîvanan diqewime ku pevxistina fîlmê ji aliyê Alain Resnais ve hatiye çêkirin. Fîlm, ji aliyê vegotinê ve taybetmendiyên cureyê belgefîlmê jî dihewîne û derhêner di vî fîlmê xwe de di bin bandora şêwazên roman ên nivîskarê navdar William Faulkner de maye.

Wê demê Agnès Varda û nivîskarên kovara “Cahiers du Cinéma” hêj hev nas nekiribûn û lê di yekem fîlmê Vardayê de rê û şertên rêbaza Pêla Nû ya Frensayê (kovara Cahiers du Cinéma girêdayî vê rebazê bû) hebû.

Sînemager heta sala 1958ê du belgefîlm, yek ji van  ”L’opéra mouffene” û hin kurtefîlman kişandine. Agnès Varda, piştî vê dîrokê di 1962ê de bi metraj dirêj ê xwe yê navdar “Cléo de 5 à 7”ê re derdikeve li pêşberî sînemahezan. Mijara fîlmê li ser jiyana stranbêja ciwan a bi navê Cléo Victoireyê ye ku wê di herikîna fîlmê de li benda encamên testê ya nexweşiya xwe dimîne û dilê wê dixwaze ku li kolanên Parîsê bigere û ji ber vê li vî bajarê derdikeve rêwîtiyeke kurt, têr û tijî… “Cléo de 5 à 7” behsa du demjimêrên stranbêjeke ciwanê dike û di herikîna demê de peyv û newayên çîroka haj jê bûnê nîşan dide.. Fîlm, li bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî Cannesê û gelek festîvalên fîlman ên din de hate nîşandan û yek ji mînakên herî resen û baş ên dîroka sînemayê ye ku tê de taybetmendiyên cureyê yên belgefîlmê jî hene.. Li pey vî fîlmê di 1965ê de fîlmê wê yê “Le Bonheur” (1965, Happiness) dikeve vîzyonê. Di vî fîlmê de Varda qala çîroka zewacekê dike û li ser wate û diyardeya dilsozîyê disekine ku cureyê wê dram e. “Le Bonheur” yek ji fîlmên rêbaza Pêla Nû ya Frensayê ye û li bernameya 15’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlînê hatiye nîşandan û du xelat girtine.

Varda, piştî salekê jî fîlmê  “Les Créaturas” kişandiye û tê de li ser çîroka jiyanên nivîskar Edgar û jina wî Mylèneyê disekine. Di fîlmê de nivîskar û jina wî piştî qezayeke trafîkî birîndar dibin û ji bo başbûnê li giraveke Frensayê dimînin. Nivîskar di demeke kurt de xwe ji birînan xelas dike û paşê ji gelê cihî ve îlham werdigire ku dest bi berhema xwe ya nû dike. Lêbelê di encama qedaya trafîkê de, hevjîna nivîskarê dengê xwe winda dike û bi tenê bi riya nîşeyên nivîsandî ve xwe îfade dike. 

Derhêner di navbera salên 1967/69an de li DYAyê ji bo hin xebatên belgefîlman xebitiye. Yek ji projeyên vê demê “Loin du Viet-Nam” (1967) e ku Varda vê belgefîlman xwe digel Chris MarkerJean-Luc GodardAlain ResnaisJoris IvensWilliam KleinClaude Lelouch re kişandiye. Projeya din jî “Lion’s Love” (1969) e.

Agnès Varda piştî van projeyan vegeriyaye li Frensayê û di hin projeyên televîzyonê de cih girtine, kurtefîlm û belgefîlman kişandine. Derhêner, di belgefîlma xwe ya “Daguerréotypes” (1978) de, ked û jiyanên rojane yên mirovan û dikanên biçûk ên li kolana Daguerre ya bajarê Parîsê nîşan dide. Derhênera nemir, ev belgefîlmê xwe ji bo bîranîna pêşengî wêneyan, hunermend û kîmyanasê Frensayê Louis-Jacques Mandéyê kişandiye. Di sala 1977ê de bi fîlmê metraj ê xwe yê bi navê ”L’Une chante, l’autre pas” (One Sings The Other Doesn’t) ku ji çîroka jiyan û rastîhevhatina du jinan ve pêk tê, derdikeve li pêşberî temaşevanan.  Fîlm, qala têkoşîn û hewlên jinan ên ku ji bo jiyaneke xweştir, dike û yek ji mînakên sereke yên sînemaya jinan e. “L’une Chante, L’autre Pas” li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Toarmînayê xelat girtibû. Derhêner, di navbera salên 1979-81ê de li Los Angelesa DYAyê du belgefîlmên xwe yên navê wan; “Murmurs û ”Documenteur” amade kirine.

Di sala 1985ê de bi fîlmê wê yê “Sans Toit Ni Loi(Bêcih û War/Vagabond) tê kişandin û wekî fîlmên din ên Vardayê senaryoya vî fîlmê jî ji aliyê derhênerê ve hatiye nivîsandin. Fîlm, qala jiyan û rêwîtiya jineke ciwanê dike û li ser mijar û têmayên azadbûn, tenêtî û êşên jiyanê disekine. Fîlmê balkêş û girîng “Sans Toit Ni Loi” ji Festîvala Fîlman a Navneteweyî xelata Şêrê Zêrîn, ji Xelatên Césarê xelata Lîstikvana Baştirîn û ji Yekîtiya Rexnegirên Fîlman ên Los Angelesê xelatên Lîstikvana Baştirîn û Di Warê Zimanê Biyanî de Fîlmê Herî Serketî  girtin ku li seranserî cîhanê deng veda. Varda, piştî mirina hevjîna xwe ya Jacques Demyî, ji bo bîranîna wî, fîlmên; “Jacquot de Nantes” (1991), ; “L’Univers de Jacques Demy/The universe of Jacques Demy” (1995) kişandin. Hin fîlmên din ên vê demê, “Les demoiselles ont eu 25 ans” (1993),”Les cent et une nuit” (1995) in.

Derhênera hoste, di destpêka sedsala bîstan de belgefîlmeke nû ya bi navê “Les Glaneurs Et La Glaneuse” (The Gleaners And I, 2000) dikişîne û li ser diyarde û rêmana komkeriyê disekine û temaşevanên xwe di dilê xwezayê de derdikeve rêwîtiyeke dirêj û balkêş. Varda, di 2002yê de xelata René Clair” ya Akademiya Frensayê wergirt.

Di sala 2008ê de belgefîlma wê ya “Les Plages of Agnès (The Beaches of Agnès) weke cureyê kurtejiyan hatiye kişandin ku qala beşên jiyana derhêner Agnès Vardayê dike û fîlm; wêne, hevpeyvîn, heyam û rêwîtiyên jiyana wê nîşan dide. Di 2017ê de bi belgefîlmê xwe yê dawîn ê bi navê “Visages Villages/Faces Places”ê re derdikeve li pêşberî sînemahezan. Mijara belgefîlmê li ser rêwîtiya derhênera navdar Agnés Varda û hunermendê wêneyan JRê ye ku çîroka wê li gelek herêman derbas dibe û ji çîrok û wêneyên mirovan pêk hatiye.

Angés Varda, di jiyana xwe ya sînemayê de; di beşên fîlmên metraj dirêj, belgefîlm û kurtefîlman de, ji zêdetirî 50 fîlman kişandine û bi fîlm û belgefîlmên xwe re ji bernameya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî yên wekî; Cannes, Xelatên Akademiyê, César, Venedîk û ên din, xelat girtine.

Derhênera mezin a nemir Varda, di dîroka dawiya meha Adara 2019’ê de, di 90 saliya xwe de çû li ser dilovaniya xwe, û li pey xwe hest û ramanên bi dehan fîlmên xwe yên giranbiha û bandorker hiştin. Fîlmên Agnès Vardayê ji bo dîroka sînemayê û mirovahî û xwezaya jiyanê gelek girîng û watedar in ku bi reng û dengên xwe, cîhana me dê hertim ronî û germ bikin..

Fîlmên din ên Agnès Vardayê:

O saisons, ô châteaux (1957, kurtefîlm), ”Du côté de la côte (belgefîlm, 1958), “Salut les cubains (1963, kurtefîlm), ”Oncle Yanco (1967, kurtefîlm), ”Black Panthers (1968, belgefîlm), ”Nausicaa (1970, TV), ”Réponses des femmes (1975, belgefîlm), “Plaisir d’amour en Iran (1976, kurtefîlm), ”Réponses de femmes (1977, belgefîlm), ”Ulysse (1982, kurtefîlm), ”Une minute pour une image (1983, rêzefîlma televîzyonê), ”Les Dites cariatides (1984, belgefîlm), ”7p., cuis., s. de b., … à saisir (1984, kurtefîlm),  ”T’as de beaux escaliers tu sais (1986, kurtefîlm), “Le Petit Amour” (1987, fîlmê metraj dirêj), Jane B. par Agnès V” (nîv belgefîlm û nîv fîlm, 1987), Les Glaneurs et la glaneuse… deux ans après (2002, belgefîlm), “Le Lion volatil (2003, kurtefîlm), “Ydessa, les ours et etc. (2004, belgefîlm), “Cinévardaphoto (2004, belgefîlm), “Der Viennale ’04-Trailer (2004, kurtefîlm), “Les dites cariatides bis (2005, belgefîlml), “Cléo de 5 à 7: souvenirs et anecdotes(2005, belgefîlm), “Quelques veuves de Noirmoutier (2006, belgefîlm), ”Les 3 Butons (2015, kurtefîlm).

Çavkanî:

https://sinemayaserbixwe.com/10-filmen-derhenera-nemir-agnes-vardaye/

“Yüzyılın 100 Sinema Yönetmeni.” (100 Derhênerên Sed Salan. Rûpel: 184, 185). Nivîskar: Jasper Kalldewey, Anke Stahl, Michael Venhoff, Michael Wengemann. Wergêr: Aysu Erinç û Ethem Erinç. Weşanên Afa. (1999)

“Sinema Tarihi” (Dîroka Sînemayê. Rûpel: 81). Nivîskar: Gerard Betton. Wergêr: Şirin Tekeli. Weşanên İletişim. (1990)

“Ten ve Hafıza: Agnès Varda” (Ten û Hiş: Agnès Varda). Amadekar/Berhevkar: Tolga Yalur. Weşananê Agora Kitaplığı (2020).

“Sinemanın Yüzyılı” (Sed Salên Sînemayê). Nivîskar: Giorgio Vincenti. Werger: Engin Ayça. Weşanên Evrensel. (2008)

https://www.imdb.com/name/nm0889513/
https://tr.wikipedia.org/wiki/Agn%C3%A8s_Varda
https://en.wikipedia.org/wiki/Agn%C3%A8s_Varda

(18ê îlona 2021ê)

Exit mobile version