Site icon Rojnameya Newroz

“YADAŞTEK BO PARTIYÊN ÇEP Û KOMONISTÊN CÎHANΔ

Li ser rewşa çar parçe yê  Kurdistanê daxweyaniyekî ji bo partiyên çep û komunîstên cîhanî, di aliyê layenên korbendê çepên Kurdistanî de hate amedekirin û ji dostên xwera bela dikin!

Tevayî ya metnê di jir da hatiye weşandinê.

Yadaştek bo partiyên çep û komonistên cîhanî

Em layenên kobendê çepên Kurdistanî, dixwazîn bi rêka evê yadaştname, partiyên we yên tekoşer û her wesa bi rêka we yên berêz hemû navendên biryar û berpirs li welatên we, ji rewşa Kurdistanê bi giştî û doza wî ya rewa agedar bikeyn.

Berêzan,

Nîştimanê me, Kurdistan û gelê wê berovajî hez û viyana xwe yê dabeş û parçe parçekirî li ser dewletên Tirkiya, Îran, Iraq û Suriya, di sed sala çuyî de. Gelê kurd bi şêwazê aşitî û diyalogê daxwaza mafên xwe di ket, lê guhdarî lê neye kirin. Paşan çend şoreş û serhildan yên kirin, belê bi şidetê, bi çekî bersiva daxwazên wan hatiye dayin.

Ji aliyê evan çar dewletan weke kolonî serederî digel gelê kurd dihête kirin, evî şêwazê her wesa berdewam dike. Kurdistana bakûr, ev beşe ku bi dewleta Tirkiya ve hatiye girêdan, gelê kurd li evî beşî mafê kurdibûn û mafê axaftin û xwendin û nivîsîna zimanê daykê, lê hatiye qedexe kirin.  Desturê Tirkiya ji bilî tirkbûn û zimanê tirkî, mafî bi hîç gel û netewe û zimanên din li Tirkiya nadet, hikumeta niha ya Tirkiya li ciyê pêdaçûnê di siyaseta xwe ya kevn de biket, li ciyê binecih kirina maf û azadiyên bingehîn yên gelê kurd û gelên din li Tirkiya biket, dirêjiyê bi heman siyaseta dide. Tirkiya ya kiriye zîndaneka mezin bo xebatker û azadîxwazên kurd.

Kurdistana rojhelat, ew beş e ku bi dewleta Îranê ve hatiye girêdan, di evî beşî de ne tenê binpê kirinên mafên mirovan hene, rêz li binemayên azadî û dîmokrasyê jî nayê girtin, mafên xwandina zimanê daykê bi hevwelatyên kurd li Îranê rewa nayê dîtin. Tevgera siyasî ya kurd li Kurdistana Rojhelat, rastî siyaseta serkut kirinên tund yên rijêma Îranê dibe, girtin û zîndanî kirin û darda kirina çalakvanên sivîl û siyasî berdewam e. Rijêma Îranê li ciyê hindê bi diyelog çareseriya doza kurd bike, bi hêza çek bersiva daxwaza rewayên kurdan dide.

Kurdistana Başur, ew beşe ku bi dewleta Iraqê ve hatiye girêdan, di evî beşî de herêmeka xweser a fîderal heye, ji devreye vê herêmê deverên kêşe liser hene, ku li pêy madde 140ê desturê Iraqê rêkên çareseriyê bo hatine dayin. Belê kêşe di wê çendê da ye ku hikumeta Iraqê desturî cîbecî nake, niha li evan deverên Kurdistanî siyaseta guhartinên dîmugrafî û ereb kirina wî dihête peyrew kirin. Hikumeta Iraqê, amade nîne,  digel hikumeta herêma Kurdistan bi şêwazên diyalogê bi gureyê binemayên desturî kêşan çareser biket. Helawîstina kêşên evan deveran, hokarek e bo nebûna aramiyê û êrîşên Heşda Şebî û grupên teroristî. Hevdem li beşekê sinurê başurê Kurdistanê leşkerê Tirkiya siyaseta dagîrkeriyê dimeşîne.

 Rojavayê Kurdistanê, ew beşe ku bi dewleta Suriyê ve hatiye girêdan, gelê kurd di evî beşî de, di nav Suriyê de hêşta danpêdan bi hebûna wan nehatiye kirin. Rijêma Beşar Esed bi şêwazên şovînî û înkarê temaşayê kurdan dike. Evê ji layekê û ji aliyekê din jî gelê kurd bûye armanca teroristan û gefên grupên teroristî li ser e. Niha rojavayê Kurdistanê beşekê wê ji aliyê Tirkya ve hatiye dagîr kirin, hêzên navdewletî ji ber berjewendên xwe bêdengî hilbijartiye li hemberî siyaseta dagîrkeriya dewleta Tirk. Pêtdivî ye di çarcuwên çareseriyeka bingehîn mafê xweseriyê bo gelê kurd di paşerojê de bê misoge rkirin.

Berêzan,

Eva li serî hatiye amaje kirin, beşekê biçuk e di tabloyeka herî mezin de. Ji egerê evê siyaseta çewsandin û bê edaletiya li hemberî gelê kurd tê peyrew kirin, astengî li pêşiya pêşveçûna normala civakê Kurdistanî çêdike. Gelê kurd di nava evan dewletan de beşê here zor yê xelkê hêjar û zehmetkêş li evan deveran pêktînin. Rêjeya hejariyê û nexwendewariya  kurdan li evan welatan de ji xelkê din zêdetir e.

 Em wesa dinirxinin ku gerek e kêşa kurd di çarcuwê evan welatan de bi şêwazên diyalog û aştiyê were çareser kirin.

 Em pêşewaziyê li daxwazên pêkvejiyana aştîxwazane ya gelê kurd û gelên din yên evan welatan dikeyn.

 Em dirêjiyê bi tekoşana xwe didin ji bo nehêlana çewsandin û zulm û zordariyê û nehêlana beramberî û bi destxistina paşerojeka baştir.

 Em wesa dinirxinin çareseriya prisgirêka kurd fakterek e bo aştiyê û dabîn kirina asayiş û tenahiyê li Rojhelata Navîn. Lewra jî hêvî xwazîn li ser binemayên danan bi mafên diyarkirî yên çarenvîvissaz bo gelên bindest û rêzgirtin li daxwazên gelan li prisgirêka gelê kurd nêzîk bibin, li astê partiyên siyasî yên we û welatên we piştevaniyê bikin li çareser kirina demokrasî û aştî û edaleta doza rewaya gelê Kurdistan.

Layenên korbendê çepên Kurdistan

 Parita Komonîsta Kurdistan (Bakûr)

Partiya Sosyalîsta Kurdistan (Bakûr)

 Partia Komonîsta Kurdistan  (Rojava).

Komela Zehmetkêşên Kurdistan (Rojhelat)

Hizba Şuîya Kurdistan (Başur)

Hizba Zehmetkêşên Kurdistan (Başûr)

Tevgera Demukratiya Gelê Kurdistan (Başur)

Tîrmeha 2021

Exit mobile version