Site icon Rojnameya Newroz

XURDEFIROŞ Û SÊ TEKER…

Wekî ku her rojan, ew roj jî sibê zû şiyar bûbû. Taveroja berbangê, li ser ax û avên bajêr, ji rengê germahî û roniya xwe hêj nû vedide bû.. Bendikên pêlavên xwe bilezûbez girêda û sê tekera xwe amede kiribû û ketî bû rê…

Rumet Onur Kaya Hemûnivîsên ê nivîskar

Roniyên tavê, hêdîka xwe dirêj û xuya dikiribûn û siya gavên pêyan û sê tekerê bi hev re çûbûn. Bayê rojên ên dawî ya payîzê diwezî bû û pelên darên cur be cur dikevî bûn ji erdan re, mîna pêlên peravên behrekê gurgurî bûn..

Gava ku ji pêşberîyê dibîstanê xwe yê berê derbas bû, ew rojên xweş hate bîra wî, herî zêde jî bêriya hevalên xwe kir. Hin hevalên wî winda bûbûn û hin jî ji vê derê dûr ketibûn. Bi hevalên xwe re Selpakfiroşî û Boyaxkerê kiribûn, hin rojan di kolanên bajarê de av firotibûn û hin caran jî kêşvanî dikir bûn. Hêj jî gelek hevalên wî, di wan rojan de dixebitin û ew carcaran rastî hev tên. Keniyên wan difikirî û dilê xwe bi wan û bîranînan ve germ kir. Bişirên wan, wekî wêneyekê spî ku di nav demê de diyar dibe, hatin ber çavên wî. Piçek wext derbas bûbû ku westiya û li cem dîwêr kêliyek sekinî…

Zarok, digeriya li kolanên taxên bajêr, dengê wî hate bihîstin, di nav bêdengiyê havilan de, li ber derî malan û qirşan hin hêsin û dar avêtibûn, ji wan dîtin, paşê hilgirt û dana li ser sê tekera xwe û gavên hin ne lezê çû..

Fîravîna xwe dikare encax li dû nîvroyî xwar, nanê wî baboleyeke ku di mala xwe anî bû, di demekê kurt li ser kevirekî rûnîşt. Stranek hate bîra wî, ev stranê qetîm hertim bapîrê wî distrî bû, ew li bajêr Dengbêjekî binav bû, gelek çîrokan, stranan û kilaman dizanî bû..

Demjimêran hêdî hedî tarî bûbûn, ji ciyekî ku nêzîk e an jî dûr e tam ne diyar de,  dengên nîvdiyar hatibûn. Wexta êvar bûnê bû û dem diherikî û li ser ax û kolanên bajêr rengê hêviyê digeriya bû….

Dîrok: 18’ê Berfanbarê – 2018

Exit mobile version