Site icon Rojnameya Newroz

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê derbarê teqîna Diyarbekirê de daxuyanî da

Wezîrê Navxwe

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu îro serdana cihê teqîna li Diyarbekirê kir û ragihand, teqîn li navçeya Licê ya Diyarbekirê hatiye plankirin.

Îro Înê danê sibê li bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê di dema derbasbûna wesayîta veguhestina polîsan de teqînekê rûda û di encamê de 1 sivîl û 8 polîs birîndar bûn.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu îro serdana Diyarbekirê kir û çû cihê bûyerê.

Suleyman Soylu li cihê teqînê daxuyanî da çapemeniyê û got: “Êrîş li Licê hatibû plankirin. Birayê kesê ku wesayîta tijî teqemenî li wir hiştibû, di sala 2014an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû bêbandorkirin.”

Soylu herwiha got: “Operasyona me bi awayekî berfireh didomin.

K24

Exit mobile version