Site icon Rojnameya Newroz

Walîtiyê ‘îşkence’ parast û li gorî qanûnan dît!

Di 9’ê hezîrana 2017’an de li dijî Midûriyeta Polîsan a Westana Wanê êriş pêk hatibû. Piştî êrişê 4 welatiyên ku çûbûn berhevkirina karokan, li navenda navçeyê ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin. Polîsan li qereqolê îşkence li welatiyan kiribûn. Li ser gilîkirina welatiyan tenê derbarê polîsekê de doz hatibû vekirin û Dadgeha Gevaşê derbarê polîs de biryara beraetê dabû. Ji bo biryara temyizê biryar birin Dadgeha Îstînafê û biryara vê dadgeha herêmî hatibû xerakirin. Dadgehê tenê 3 hezar lîre ceza li polîs birî. Li ser vê yekê parêzerê dozê dosyeyê veguhest Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM). AYM’ê parastinê ji Walîtiya Wanê xwest. Walîtiya Wanê jî parastinek sosret kir û îşkence û binçavkirina welatiyan parastiye. Walîtiya Wanê di parastina xwe de vê parastinê kiriye: “”Birîndariyek hêsan a ku bi tedawiyek hêsan tenê ji bo yek carî were çareser kirin.” 

LI GORÎ QANÛNAN BINÇAVKIRIN HATIYE KIRIN’ 

Welatiyên bi navê Abdulselam Aslan, Halîl Aslan, Necdet Beysum û Cemal Aslan bi îşkenceyê re rûbirû mabûn. Walîtiyê di parastina xwe de îdia kiriye ku binçavkirin li gorî qanûnan pêk hatiye û darizandinek adil hatiye kirin. Walîtiyê her wiha îdia kiriye ku neheqî li welatiyan nehatiye kirin û îşkenceyê û binçavkirinê guncav dîtiye. 

MA / Adnan Bîlen

Exit mobile version