Site icon Rojnameya Newroz

VEZELANA Dİ NAVBEYNÊ PKK-KDP…

VEZELANA Dİ NAVBEYNÊ PKK-KDP DE HEYÎ PÊWISTE Jİ ORTÊ RABE!

                                                                                              Sinan Çiftyürek
                                                                                               
Di nivîsek xwe ya 2 ê Mijdara 2013 an de, min ew gotinên xwe yên li jêr bi tundî goti bûn:
„Ya duwemîn; Tevgera Netewî Demokratîk Kurdistan ya giştî, di tewerê (eksen) qelişîna Rojhilat û Rojava de, her ku diçe li ser çapemeniyê bandora PKK-KDP zêdetir dibe. Ew bandor û vezelan li ser her çar perçeyên tevgera netewî ya demokratîk Kurdistan tesîrek neyînî dike û her ku wusa biçe yê bike jî. Weku pir caran diyar dikim, Tevgera Demokratîk Netewî ya Kurdistan, perçe û di navbeynê çar perçeyan de, di tewerê dêrîna (ji hev cûda bûn) Rojhilat û Rojava de, eva tesîra xwe duweroj de, di dewletbûnê de jî xwe diyar bike, berpirsiyarê vê ne tenê hêzên împeryalîst û alîkarên wan yên dagirker li navçe ne! Li gel wan bê guman partiyên siyasî û saziyên  Kurd jî yê berpirsiyar bin!..”
Di ser ew gotinên min yên li jor hatin dubere kirin re 5 meh borîn. Di vê navbeynê de vezelana heyî daneket. Ew her ku çû, li Kurdistana Rojava bêtir giran bû. Her ku diçe dijayetiyên heyî zêdetir dibin. Ji yekan pirtir, ew dewletên Ereb yên heyî, hin caran dibin neyarên hev û du; hin caran jî me dît ku, ew şerê hev dikin. Hîn em ne bûn dewlet e, yên me du perçeyên mezin de, Kurdan hîn mafê perwerdeya zimanê dayîkê negirtine, lê ew şûrên xwe li dijî hev û du dikişînin.
Rejîma Tirk ya şovenîst û kevneşopiya wek „Aydinlik“ ya nijadperest, „PKK li Rojavayê Kurdistanê sê kanton ava kirin. Cîzre, Kobanî û Efrîn, erda di navbeynê van kantonan de heyî jî hêzên bi navê Selefiyan kontrol dikin. Bes tenê herêma Lazkîyê mayî bû ku korîdora Kurd bi wê xwe digand Behra Spî, ji wê ditirsiyan, ew baweriya li ser Kesep heyî jî temam bû“. Tirsa wan ev e: Kurdistana Başur bi Kurdistana Rojava ve heke bigîhîjin hev, ewê xwe bigînin Behra Spî û bi vî avayî ji bo Dewleta Kurdistana Serbixwe, gîhîştina rêya avên navnetewî jî yê vebûya… Ji demekê vir de ya diqewime û her ku diçe dema ewna, ew vezelana (gerilim) giran dibînin, ez bawer dikim ku, ew rehet dibin. Ji ber ku Kurd li dijî hev, bi hev û du re mijûl dibin û hev û du dixwin. Dema wan nîn e, ku ew bibin yek. Di aliyê din de, ji xwe PKK avakirina dewletek Kurd, gavek paş ve hatî avêtin dibîne.
Di ew vezelana (gerilim) her berdewam dike de rêvaberên PKK û KDP bi şêweyek zimanekî bihindaze (nerm) diaxivin. Lê di aliyê din de, di weşanên xwe de jî,  ji bo hev û du agir dipeşiqînin. Teybetî weşanên alîgirên PKK, zimanê ji bo KDP û Barzanî bi kar tînin, ew ne zimanekî alîkariya tevgera Kurdistan ya demokratîk bike ye. Wekî mînak: „KDP terfiyî kolandina mezeran (goran) kir“, „li dijî Rojava  KDP-AKP tevkariya qirêj“, KDP û AKP „ ji bo Rojava di nav neyartiya kordînasyon de ne“, „KDP, bi TC ve di nav îtîfaqa dagirkirina Rojava de ne“ (Özgür Gündem).
Weşanên KDP ji xeynî Rûdawê ez nikarim bişopînim. Di Rûdawê de qasî ez dişopînim, ji bo PKK zimanekî tajang (heqaret) ez rastê ne hatim. Lê belê bi navê KDP, bersivên ji PYD re têne hinardin, zimanê wan jî pir giran e. Bilavoka KDP ya di derbarê pirsgirekê de hatî bilavkirî de, „Nefesa diktator, bi lîhîstina qedera Gelê Rojava ya hatî îhmalkirînî, tekparêzî (monîzm) û bi zora çekan ya xwe li ser Kurdistana Rojava ferz dike, ya xwestekên gelê welatparêz davêje piştguhê xwe, me anca ji tevgerek derew û îftîran dike hêvî bikira ku ji bo PDK ew gotinên xwe yên ne di ciyê xwe de biaxaftina“ hate gotin û PYD bi tundî hate rexnekirin. Gotin ew e, ku bi gotinên fermandarê zerevanî giştî yê Kurdistana Federal, General Aziz Weysi, “Tê fehmkirin ku ya Maliki bi ordiya xwe nikarî bû ku serkeve, nûha dixwaze bi pravakasyonên PKK, di encamê de, ew xwestekên xwe bi cih bîne. Hevdîtina PKK ya bi Maliki ve, ji wê demek kurt şunda gumana pirsa xendekan hate holê û rojane bû. Ew jî yê vezelanê birapelîne (tirmandirma).
Ew rexneyên giran û ew zimanê vezelanê zêdetir dike, PKK û ji KDP pirtir, ew gelemperî siyaseta Kurdistan ya demokratîk ji hev û du dûr diêxe, bi ser de dijraberiyekê çêdike. Ji bo bûyerên diqewimin, gotina pirsa „ji bo çi“ pir tê pirskirin. Wisa tê gotin; vezelana di navbeynê PKK ya bi KDP re heyî, di hîmê wê de gelo ma çi heye?

Xendek kolandin naye parastin
Hikumata Kurdistana Başur –sedema xwe çi dibe, bila bibe- di navbeynê du perçeyên Kurdistanê de xendek kolandin ne rast e! Her roj, qasî 5 heya 7 hezar mirovên Rojava derbasî Kurdistana Federal dibin. Ew karesatek mezin e. Rojavayê Kurdistan vala dibe. Ew ber bi Erebistan bûyînê diçe; an jî dixwaze „Dewleta Federal Kurdistan, kesên ku terorîst û dixwazin biçin tevî IŞİD û EL-KAİDE bibin rê li pêşiya wan bigire“, an jî „rê li pêşiya qaçaxtiyê bigire“ ew daxwaz nabin sedema xendek vekirinê. Ew xwestekna cidî û girîng in. Lê belê ew nabin çareseriya pirsgirêkan. Jê pê ve hemî dirêjahiya sînor ya 25 km. jiçeteyan parastin, jê re rêyek din teqez heye. Her du aliyên sînor de hêzên parastina Kurdistan hene. Ew hebûna hêzên netewî yê parastina sînor bê guman hîn jî hêsantir bike.
Di çalakiyên xendek protesto kirin de, Kurdistaniyên Rojava bi durişmên „Kurdistan yek e, perçe neke!“ ew bi wateyek girîng tê nirxandin. Ewên ku vê durişmê (silogan) ji bo Hikumata Kurdistana Başur, taybetî jî, ji bo KDP û Barzanî diqîrin, pêwist e ku ji bo PKK û PYD jî bibêjin! Siyaseta kantonên Rojava û Bakurê Kurdistan têne avakirin, ew dozîneya (tez) bê dewletiyê, pêwist e ku yekîtiya gengeşeya Kurdistana perçe bûyî jî bête pirsiyar kirin.
Xendek kolandin, yê Kurdistana hatî perçe kirin de bêtir birînên kur vebike. Ew gotinek rast e. Baş e, gelo lê kanton avakirin çi ye? Ma kanton alîkariya yekbûna Kurdistanê dikin? Di derbarê xendekan de rexnekirina KDP û ya Neçîrvan Barzanî konkret pêwist e, bête rexnekirin. Gelo, ma ji bo siyeseta PKK û PYD jî, çi yê bête gotin? Em bêjin kanton bûyîna li Rojavayê welat li Qamişlo, Kobanî û li Efrînê, ji astengên erdnîgarî pêk hat û ji pêwistiyêk wusa hate holê. Bûyerek wusa jî mimkun e, biqewime. Lê di navbeynê Rûhayê (Urfa), Amed, Mêrdîn û Wanê de „Kembera Erebî“ an jî, ma ji hev qetînek erdnigarî heye ku ji bo kantoniyê „navendiya di navbeynê çar bajarên mezin de“ ji bo otonomiya demokratîk, ew têye parastin (têye dîfakirin)?

Di vezelana (gerilim) PKK-KDP de xetên planên sereke yên li paş wê heyî çi ne?
Ew xwestekên Hikumata Herêma Kurdistana Başur ji bo „rê li peş teroristan bête girtin û ketina qaçexçiyan bête rawestandin“ ew nabe sedema kolandina xendekan. Di aliyê din de, di çavkaniyên PKK-PYD de „pêwistkeriya kolandina xendekan de sedemek wê nabe û di çavkaniyên PKK-PYD de ew gotinên: „ew xendekên hatin kolandin, ji bo Rojava di aliyê aborî de ji bo tecrîd kirinê ye“ tên axaftin jî mantikî nîn in. Ji xwe behsa 17 km. xendek kirin jî nabe bingeha van gengeşiyan. Di bingeha vê vezelanê de, pêwistiya lêkolînên hin sedemên (sebeb) din hene.
Li ser Kurdistanê hesabên hegemonya destxistina di navbeynê PKK-KDP de heye. Hemberiya (rekabet) di navbeyna wan de heyî, ew bingeha vê vezelanê ye.   Ew her du partî, perçeyê jê derketin, ji wê bêtir dixwazin li perçeyên din seksiyonên desthilatiya xwe pêk bînin. Ew jî yê ji wan re duweroj bibe alîkariyek mezin û sitratejîk.
Ew her du partiyên dixwazin li ser Kurdistanê hegemonya xwe destxin, îtîfaqa wan ya li navçeyê heyî, dema em wê jî lê zêde bikin, baweriya wan baştir tê fehmkirin. Sereke hedefa dewletên wek Îran û Tirkiyê yên emperyal ku li navçeyê heyî û dewletên din, ew vezelana li Sûriyê heyî, dixwazin wê dijwartir bikin. Lê ew dayîn û standina li navçeye di nav dewletan de heyî, ew dixwazin dayîn û standina di navbeynê PKK-KDP de heyî, wê  hin caran dikarin jî bi jahr biêxin. Tevgerên rizgariya netewî di îtîfaqên navçeyî (herêmî) de û  di serketina wê de, PKK û KDP di jiyana şerên kirî de wê  baştirîn dibinin û dizanin.
Tam jî li vira, Hikumatê Başur bi Tirkiyê ve dayîn û standina aboriya tîcarî, em wê bidin alîkî, KDP-Tirkiyê, bi teybetî jî dayîn û standina siyasî ya KDP-AKP ji bo doza Kurdistanê çiqas hewceyî rexneyê be jî, ewqas jî PKK-BAAS û dayîn û standina PKK-Îran ve (YKN û teybetî jî dayîn û standina Goran bi Îranê re) hewcedariya xwe ewqas rexneyan heye. Di vê derbarê de wek bi karanîna hin nivîskarên Tirk yên rewşenbîr, bes tenê bi ser KDP de diçin û PKK, Goran û YNK didin alîkî û wan rexne nakin û nêzîkî wan nabin. Ew hevnegirtiyek di navbeyna xwe de bê wate ye.
Ew her du partiyên îdelojiya xwe ya polîtîk ji hev û du cûda, ew vezelana wam dibe sedemek dîtir. Îdelojiya ew her du partiyên, di bingehê de ji hev û du dûr, heta ew dijberî hev in. KDP dema sazbûyî vir de, bi xeta xwe ya netewperest-mihafazakar “ji bo Iraqê demoqrasî, ji bo Kurdistanê xweserî (otonomi)” bi vê diruşme karê xwe yê siyasî dimeşîne. Dema PKK hate damezrandin vir de, wê xwe wek partiyek Marksîst-Lenînîst dida nasandin û doza „Kurdistanek serbixwe, yekgirtû û sosyalîst“ dikir. Di navbeynê de ewqas sal borîn. Di baweriyan de guhartin çêbûn. Lê KDP xeta xwe ya netewperest-mihafazakar hîn jî diparêze. Lê dema ew bi Bexdayê ve rûdine, behsa „îlankirina Kurdistanek serbixwe“ dike û wê diparêze. Lê belê PKK bi dûrketina îdeolojîk ya Marksîzm-Lenînîzmê, li rex wê „otonomiya demoqratîk“ yanê „ji bo Tirkiyê demoqrasî, ji bo Kurdistanê otonomî“ bi vê diruşmê ew nêzîkî xeta KDP yê bû. Digel vê polîtîka raçîneka qumaşê PKK bi yê KDP ve, ew ferqên xwe yên cuda hêvîşan (muhafize) dike. Ew rewş, pevçûna hegemonya, şerê wan zêdetir dike.

Ciyê xwe hatiye, em lêra behsa nîşandayîna çifte standart jî bikin:
Nivîskarê Rojnameya Radikal yê bi navê Fehim Taştekin, bi nivîsa xwe ya di bin navê “Xendeka Kurd; hin caran senger (sîper), hin caran mezar (gor, goristan)” lê hûrnêrîna xwe de behsa xendekê dike û dibêje: “ Peywendiyên dewletên li navçê yên bi hev re îtîfaq kirin û xweferzkirina wan ya di hêzên Kurd de perçe kirinê çêdike û ya bi peywendiya eşîran û bi kevneşopiya siyaseta wan ya îdeolojîk, di bingehê de, ew ezmûna rûberiya siyasetên ne hemdemî ye.” KDP bi kevneşopî û bi teybetî dervayî îdeolojî, PKK jî tevgerek îdeolojîk e” ew gotin tesnîfek ne rast e. Ji bo ku midefa kirina îdeolojiyek neteweperwer-mihafazakar jî, bingeha xwe ji îdeolojiyê digire.
Bes ne tenê Taştekin, nivîskarên çep (sol) û yên liberal, Kemalîstên sosyalist, di vezelana PKK-KDP de, li gel PKK radiwestin. Di ew avayê tevgerînê de, bê guman rola xeta KDP ya neteweperwer-mihafazakar heye. Lê belê wek binyat PKK bi gotinên xwe ”UKTH hêdî li paş maye, dewlet ne baş e,” parêziya ne dewlet bûnê, di nav sînorên heyî de “otonomiya demoqratîk” û rola şopandina nêrbaran bûna (somut) siyaseta kantonan diparêze. Ji bo ku ew nivîskarna Başurê Kurdistanê, teybetî KDP bi nirxên “paşve mayî, îptîdayî” rexne dikin. Lê belê PKK ji bo rojhilatê navîn wek mînak model, dixwazin wê bidin nasandin. KDP ji destpêkê vir de xeta xwe ya neteweperwer-mihafazakar ne guhêrand û her dem ew bû hedefa rexnekirina me ya komunistan. Di aliyê din de, bi serokatiya Goran, Maoistê du yê bi navê Noşîrvan Mustefa û PKK ya Marksîst û Lenînîst ya xwe zivirandî re emê çi bêjin? Ji bo vê çi dibêjin ew ronakbîr û nivîskarên Tirk?!.
KDP, neteweperwer-mihafazakar e. Di peymana civakî ya Rojava de xalê 7, beşê 85 an de, di sonda ji bo otonomiya demoqratîk de wusa hatiyê nivisîn:”ez bi navê Xwedê sond dixwim ku va peymana civakî û zagonên (qanun) wê re, ezê jê re rêzdariyê bikim.” Ma ew gotina gotinek sosyalîstî ye? Ma  ew sonda ji sonda Başurê welat pêşvatir e? Naxêr! Ez, ji bo ku ew sond bi navê Xwedê destpêdikê rexne nakim. Ya ez rexne dikim, ew e: Sêpaniya (uygulama) li Rojava “ji bo navê rastiya jiyanê, ew pêwistiyek sêpanî ye.” Ew sêpaniya dema ji bo Kurdistana Başur “ û KDP kar bê, ji bo çi ew dibe „kevneşopî, paşverûtî“ Ew standarta çifte ji bo çi ye?
Bîranîn û çalakiya KDP ya ji bo hefteya pîroz ku ji baweriya Nakşîbendiyê ya olî têye, ew tê rexnekirin. Lê ya PKK li Wanê û li Amedê pêk anî, çawa dibe armanca taktîka siyasî ya lê çepikan diêxin? Ya ji hev û du bête cuda kirin, dema PDK bike ew dibe „kevneşopî, rewşa pêwistiya îdeolojîya dervayî.“ Lê dema PKK bike, ew dibe “siyaseta demokratîk ya modernîte.“ Ev e, standarta çifte!
Hikumata Başur, dema misade neda derbas bûna serokê PYD, S. Müslim, rexne di ciyê xwe de bû, (Me jî rexne kir.) Partiya Demoqrat ya Kurdistan-Sûriyê, dema dixwest bi 132 nûnerên xwe ve derbasî Başur bibin, PYD û berpirsiyarên kantona Cizîrê misade nedayî bûn wan û paşê nasnemeya wan jî hatî bû girtin, kesên wek Taştekin ji bo çi bûyerên wusa rexne nakin?
Hikumatê Başur, di serî de li Hewlêr û Sileymaniyê li ciyê cihnişînan xanî û balexaniyên mezin avakirin. Dema bi van avahiyan bibe modernîteya kapîtalîst, li Viranşehîr, Kiziltepe, Nusaybîn, Hakkarî, Van û li Diyarbekir bi bloken beton tijî dibe, civînên TÜSİAD yên li Cizrê û li Batmanê bi Gruba Ciner ve li Şirnaxê bi bihayê 800 milyon dolar termik santral avadikin, bi xwe BDP got “sermiyan tê ye Kurdistanê, îmkanên kar zêde dibin”. Dema ew bi çepikan bête pejirandin, navê wê ji bo çi nabe kapîtalîzm, ew dibe „demokratîk modernîte“?
Di daxûyaniya Mesud Barzanî de „PYD, bi hevkariya rêjîma Sûriyê ve li harêmê bi zora çekan dest dane ser revaberiya navçeyê“ hate gotin. Vê jî vezelana di navbeynê wan de heyî kur kir û hesabên hegomonyê jî derxistin holê. Di vê derbarê de pêwist e, ku binê van gotinan bête xêzkirin: Partî û rêxistinên li Rojava yên nêzîkî KDP, dema şer destpêkirî ew li aliye hêzên welatên Ewrûpa man. Lê PKK û PYD jî li gel Sûriyê li dijî hêzên rêjîma Sûriyê ciyê xwe girtin û li Qamîşlo û Hasekiyê hêzên rêjîma Sûrîyê vekişîn û ciyê wana hêzên Kurd girt. Wan hebûna xwe ya leşkeri ji van derfetan sûd wergirtin û hêza xwe hîn jî xurtir kirin.
PKK ji van firsetan sûd wergirt û hêzên Kurd yên din nenasî. Ew xurtbûyîna di navbeynê du partiyên mezin de vezelan (gerilim) vekir. PKK li Rojavayê Kurdistan desthilatî bi destxwe xist û wê jî naxwazê bi hinek partiyan ve parve bike. Her çiqas berpirsiyarên PKK û yên PYD ji bo KDP wek bersiv bêjin „em li Rojavayê Kurdistanê ne desthilatin, ku em wê jî parve bikin, desthilatî di dest gel de ye!” Her dem desthilatî ne ji bo parvekirinê ye, ew ji bo hegonomya xwe xurtkirinê ye.”
Partiyên nêzîkî KDP dereng be jî, dema bi alên xwe xwestin derbasî Kurdistana Rojava bibin, YPG pêşî li wan girt “em we bernadin, hûnê di nav refên YGP de ciyê xwe bigirin, an jî em we wek hêzek leşkerî napejêrin (qebûlnakin). Hûn israr bikin wê deme jî şerê derkeve.” YGP di gotinên xwe de, xwe paş ve venekişand. Bi kurtahî PYD dibêje “lêra rêvaberî ez im”, KDP û hêzên nêzîkî wê jî vê gotinê napejêrin. Ew jî rê li pêş vezelanên nû vedike.
Li Sûriyê şerê navxwe û raperînên destpêkirî vir de, PYD di daxuyaniyên xwe de li dijî rejîma BAAS diyar dike, ku ew bi wan re şer nake. YPG li Kurdistana Rojava di destpêkê de bi ÖSO ve qismên şer kirî be jî, temamî li dijî El Nusra û IŞİD şerê hêzên Îslamî yên cîhatê kir.
Dema mirov bala xwe pêde, ew hêzên PYD bi wan re şer dike, ew hêzên ku rêjîma Sûriyê ya bi wan re, li Bakurê welatê xwe şer dikeye. Ew pareleliya li Bakur pêk hatî, ma ew ji xwe pêk hatiye, an jî bi peymanan hatiye damezrandin? Ji vêpirsê re pir bersiv û angaşt (îdîa) hene. Ya herî rast ew e, ku sê salên dawî PYD bi rêjîma Sûriyê re şer nekiriye. Dîsa ya herî xuya: Avabûna kantona Cizîrê vir de rêjîma Sûriyê li Qamîşlo û Hasekê hebûna xwe ya leşkeri-îdarî her berdewam dike. Deriyê gûmrûga Qamîşlo-Nusaybîn û balafirgeha Qamîşlo di dest rêjîma Sûriyê de ye.
Heke ew vezelana her ku diçe kur dibe, rê lê nête birînî, dema rewşa her du partiyan mirov bala xwe pêde, bi dibetiyek „îhtîmalek“ piçûk be jî, belku ber bişerekî jî biçe! Bes wê deme şer di navbeynê PKK û KDP de namîne, hem her çar perçeyên Kurdistanê daxîlî şer dibin, hem jî mimkûn e, ku Îran, Iraq, Sûriyê û Tirkiyê jî yê bikevin nav alîgirên şer. Ew çar dewletên dagirker, di baweriya wan de “berdin, bila Kurd hev û du bixwin, her du hêz jî bila bê teqat û bê qiwet bimînin!” ew baweriya wan her heye. Li ser vê baweriyê, ew dikarin her dem îtîfaqan jî di nav xwe de çêbikin. Weku şerê 8 salan di navbeynê Îran-Iraq de qewimî, hêzên welatên Rojava (Ewrûpa) dikarin li şerê di navbeynê wan de bibe jî seyr bikin. Ew jî îhtîmalek zeyîf e; lê belam pêwist e, ku mirov li ser wê jî rawest e!
Wek encam; hemu ewna bêne ber çavan, rakirina vezelana bandora PKK-KDP ya li ser hemu tevgerên Kurdistan yên demoqratîk dibe, pêwist e, ku hemu hêzên siyasî yên hestyar (duyarli) û ronakbîr zûtirîn bizava xwe bi kar bînin. Di serî de berpirsiyarên PKK-KDP bi yên Hikumata Başur ve dayîn û standinên xwe çêkin û vê pirsgirekê bi rêya goftûgoyê (diyalogê) çareser bikin. Bi rêjîmên neyarên Kurdan ve „çareseriya demoqratîk bi rêya aşîtî“ kesên li wê digerin, pêwist e û dikanin ku Kurd wê jî di nav xwe de pêk bînin. Partî û hêzên Kurd yên demoqratîk li Rojava, bê têkiliya (midehele) Bakur û Başur, ewna jî karûbarên xwe rêkûpêk pêş ve bibin, ew dikanin di çareseriyê de jî rolekî çalak (aktîf) bileyzin.
23.04.2014

Exit mobile version