Site icon Rojnameya Newroz

Sînan Çîftyurek: Êrîşên Tirkiyeyê wê bi xwe re encamên neyînî bîne

Sînan Çîftyurek, Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê

Sînan Çîftyurek, Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê

Mir Ali Koçer / Bianet

Carekê din êrîşên Tirkiyeyê ên li dijî rojavayê û Herêma Kurdistanê ketine rojevê û her weha serhildanên Îranê jî di rojevê de cih girtiye. Dîsa hilbijartina Serokomariyê ya Tirkiyeyê jî di rojevê de ye.

Sînan Çîftyurek, Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê pirsên bianetê yên derbarê êrîşên Tirkiyeyê ên li dijî rojavayê û Herêma Kurdistanê û geşedanên demên dawî yên rojhilata navîn de bersivand û wiha got: “Êrîş Tirkiyeyê him di siyaseta navxweyî de him jî ya derveyî de encamên gellek neyînî wê bi xwe re bîne”.

Ev geşedan ji hêla Kurdan ve tên çi wateyê? Ev liv û tevgerên ku derdorê Tirkiyeyê pêk tên wê bandorek çawa li Tirkiyeyê bike? Tirkiye bi êrîşên rojava û başûrê Kurdistanê dixwaze çi bi dest bixe? Hemû van pirsan, Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistan Sînan Çîftyurek ji bianetê re bersivand.

Car caran Tirkiye êrîşên leşkerî li dijî rojava û Herêma Kurdistanê pêk tîne. Nêzîkê mehekê ye jî bi êrîşên hewayî rojavayê bombebaran dike. Her weha li Herêma Kurdistanê bi êrişên hewayî û bejayî operasyon didomin. Bandora van operasyonan li ser siyaseta navxweyî û derveyî çî ye? Dewlet, dixwaze çi bi dest bixe?

Di serî de mirov dikare vê yekê destnîşan bike; Tifaqa Komarî, siyaseta xwe ye navxweyî û derveyî li ser konsepta şer ava kir. Jixwe dema ku mijar dibe kurd û Kurdistan, ev konsepta şer êdî partiyan jî dibihûre. Dibe mijara sereke ya dewleta Tirk. Îro roj, ji bo ku him li hundir him jî li derve şerek mezin bidin destpêkirin, pêvxistin û ferasetek qirêj afirandin. Çi bû ev pêvxistin? Teqîna Kolana Îstîklalê bû. Binêrin biwêjek heye û dibeje ku; Heke hûn derewekî gellek caran dubare bikin, bi qasî rastiyek bandora wî heye. Piştî teqîna Îstîklalê wekî ku hûn jî dizanin hemû çapemeniya desthilatdariyê bi nûçeyên xwe yên derew bala raya giştî kişandin ser hêzên kurdan. Piştre jî êrîşên rojava û başûrê Kurdistanê destpêkirin. Di bin ev hemû helwestên şer ên dewleta Tirkiyeyê de meqsed û armanca rûxandina Xweseriya Rojavayê Kurdistanê heye.

Dewleta Tirkiyeyê, him li hundir him jî li derve dixwaze serkeftinên kurdan têk bibe. Lê belê bala xwe bidinê, dewlet êdî polîtîqaya kurd ne li derve ne jî li hundir nikare bidomîne. Ji ber ku kurd êdî ne kurdên sala 2015’an in. Heke îro maseya çareseriyê were li darxistin, kurd wê wekî berê tenê bi daxwazên xwe yên çandî tevnegerin. Ji ber ku li ser başûrê Kurdistanê rojava jî zêde bû. Êdî li du perçeyan statûya kurdan heye. Li her du perçeyan jî al, artêş û destkeftiyên wekî din ên kurdan hene. Îro nebe jî dê sibê kurdên rojavayê Kurdistanê bi şeklekî di qada navneteweyî de statûyek bi dest bixin. Wê gavê jî rêxistinên cîhadîst ên ku gellek soz û ahdan ji AKPê girtibûn wê êdî berê xwe bidin dewleta Tirkiyeyê. Ev jî wê bandorek girîng û mezin li siyaseta dewletê bike. Lewma em dikarin bêjin ku êrîşên dewleta Tirkiyeyê yên li hemberî rojava û başûrê Kurdistanê, him li siyaseta navxweyî de him jî ya derveyî de ji hêla dewletê ve encamên gellek neyînî wê beranberê xwe de bîne.

Beşeke zêde ji civaka Tirkiyeyê bi şik û gûman nêzîkî daxuyaniyên fermî yên derbarê teqîna Îstîklalê bûn lê dîsa jî piştevaniya êrîşên li dijî rojava û Herêma Kurdistanê kirin. Hûn vê nêzîkatiyê çawa dinirxînin?

Ev pirsa, pirsek gellek girîng û baş e. Binêrin, Tifaqa Komarî ev 4-5 sale dibêje “Ez şerê rizgariya neteweyî ya duyemîn dimeşînim”. Baş e, ev şer li hemberî kê tê dayîn? Bêguman hemberî kurdan. Ê civaka Tirk rojek be jî çima napirse ku ev şer li hemberî kê tê dayîn? Ji ber ku konseptek neteweyî dimeşe. Ez sedî sed bawerim ku welatiyek Bursayî jî yê Aydinî jî dizane ku ev şerê rizgariyê li hemberî kurdan tê dayîn. Lê tenê kurd vê yekê nizanin. Binêrin Tifaqa Komarî bi êrîşên xwe yên li hemberî kurdan hemû mûxalefetê anî rêz û xêzekî. Hemû mûxalefetê ji devekî gotin “Bila neynûka Mehmetçîk neêşe”. Tu kesê negot ku “Çi karê Mehmetçîk li rojavayê Kurdistanê heye?”. Jixwe konsepta ewlehiyê ya netewperesta Tirk ev sed sale di esasê xwe li hemberî kurdan xwe bi rêxistin dike û êrîşan organîze dike. Ev konsept jî hemû hîmên civakî, siyasî, desthilatdarî û burokratîk di nav xwe de dihewîne. Ev konsepte li ser astengkirina deskeftiyên kurdan ên li hundir û derve hatiye li dar xistin.

Li Tirkiyeyê, Rojava û  Herêma Kurdistanê li dijî Kurdan şerekê giran tê meşandin. Ev şer wê bandorek çawa li ser hilbijartin, siyaset û aboriya Tirkiyeyê bike?

Di esasê xwe de him Erdogan him jî Bahçelî dizanin ku ew ne di şert û mercên sala 2015’an de ne. Îro, tabloyek cûda heye. Mînak, gellek ciwanên xwedî îrade ne di mijara teqîna Kolana Îstîklalê de wekî AKP û MHPê nafikirin. Ciwan, dizanin ku civak tê manîpulekirin û dibînin ku qeyrana aborî heye û bi şer ev qeyran tê veşartin. Ji ber vê yekê jî siyaset, aborî û hilbijartinên Tirkiyeyê wê êdî wekî berê ji encamên şer sûd wergirtinên erênî nikarive bigire. Lewma jî, ez wiha bawerim ku ev geşedanên dawî yên siyasî û aborî êdî wê pêşeroja AKP û MHPê diyar bike.

Li rojhilata navîn rewş aloze, liv û tevgerên siyasî û leşkeri hene. Bi nêrîna we divê Tirkiye ji van geşedanan çi fêm bike?

Ev sîh sale di sêgoşeya Afganîstan, Ûkrayna û Misirê de şer didomin. Êdî ev sêgoşe bûye navenda şer a cîhanê. Di navenda vê sêgoşeyê de jî Kurdistan heye. Kurd, li herêmî dinamîka yekane ya demokrasî û  guhetinê ye. Li Kobanê hemberî DAÎŞê têkoşîna azadî û demokrasiyê tenê ji bo xwe nedan; heman demê de ji bo hemû mirovahiyê dan. Tirkiyeyê jî vê yekê dibîne. Lê hêzên navnetewî di vê mijarê de him hêla kurdan disekinin him jî li tirkan. Çima? Ji ber ku bi Tirkiyeyê re berjewendiyên wan ên netewî hene. Lê hêzên navnetewî ji demek şûnde êdî ew ê naz û tinazê Tirkiyeyê nikarin tolere bikin. Wê demê jî êdî kurdê gavên zexm biavêjin. Ji ber vê yekê jî divê Tirkiye di vê mijarê de baldar be û ji neha ve bi kurdan re aşitiyek bi rûmet pêk bîne.

Li Îranê sê meh in serhildanek didome. Ji bo Kurdan ev serhildan tê çi wateyê? Tirkiye divê ji vê serhildanê çawa binirxîne?

Îro heke rejîma Îranê birûxe ji hêla gelê kurd, pirsgirêka jinan û demokrasiyê ve wê encamên gellek girîng û erênî derbikevin holê. Ji ber ku vê carê ne wê rejîma laîk a Şah û ne jî rejîma teokrat a heyî bibe. Mecbûr wê rejîmek nûjen derbikeve holê. Lewma jî wê ji bo kurdan pergalek nû biafire û êdî kurdê bikaribin daxwaza xwe ya xweseriyê hê bihêsanî bi cîh bînin. Di wê rewşê de jî dewleta Tirkiyeyê êdî li sê aliyên xwe kurdên xwedî statû bibîne. Ev jî wê bandorek gellek mezin û girîng li ser kurdên bakur bike. Wê gavê Tirkiye jî divê bi kurdan re rûnê û çareseriyek bingehî pêk bîne.

Îran, xwedî dîrokek gellek kevnar e û piraniya destkeftiyên xwe ne bi şerê qadê, zêdetir li ser maseyê bi rêya dîplomasiyê bi dest xistiye. Ev tiştên ku tu dibêjî wê çawa pêk bên?

Binêrin li Îranê hin tiştên ku yekem care diqewîmin pêk tên. Mînak, vê carê ne tenê komek serî hildidin. Hemû kom û gelên Îranê bi hevre seri hildidin; Kurd, belûç, faris, azerî, jin, xwendevan û her wekî din… Ango tifaqek azadî û demokrasiyê bi şêwazek defacto pêk hat. Heke îro azerî li hemberî komkujiyek ku li herêma Kurdistanê rû da ye derdikevin, ev geşedanek gellek girîng e. Heman tişt ji bo gelên din jî derbasdar e. Ya duyem jî ev e ku di vê serhildanê de êdî farisan gotin ‘Divê tu eleqeya me bi Lubnanê û Hîzbûllahê tune be’. Ev jî hîmek  gellek girîng e di dîroka Îranê de. Dîsa jinên Îranê seknek şoreşger û dîrokî nîşan didin. Karker û karsazên piçûk jî li kolana ne. Ji ber van yekan rejîma Îranê di demek nêz de nebe jî wê di demek navîn de hilbiweşe. Ji ber ku rejîm ne dikare êrîşeke wekî komkujiyê bike û ev serhildanan bi dawî bike ne jî dikare bi hebûna xwe berdewam bike. Mecbûre reforman bike ku hinek bêhna xwe bide. Lê reform jî wê rejîma heyî nekari be ji hilweşandinê bifilitîne.

Niha li Tirkiyeyê û bajarên Kurdan amadekariyên hijbijartinê tên kirin. Sê tifaqên mezin hene; ya “Cûmhûr”, ya “Millet” û ya Ked û Demokrasiyê. Kurd di tifaqa ked û demokrasiyê de cîh digirin gelo ev ji bo tifaqên “Cûmhûr” û “Millet”  tê çi wateyê? Ji van tifaqan yek di sala 2023an de bibin desthilatdar wê bi Kurdan re hiqûqek çawa deynin?

Bi ya min siyaseta kurd wê naveroka pergalê binêrin û xwe li gorî wî bi cih bike. Neha CHP, ji bo sedsala duyemîn vîzyonek amade kiriye. Em dema ku li vê vîzyonê dinêrin ji hêla gel, bawerî û kedkaran tu guhertinek nabînin. Kemalê duyemîn di rêya Kemalê yekemîn de dimeşe. Pelika vîzyona wan bi tu awayî têkilê kodên komarê nade; Ne têkilê her sê xalbendê yekemîn ên makezagonê didin ne jî behsa kurdan dikin. Lewma jî divê gelê kurd tu bendewariyên wan ji Tifaqa Netewî tune be. Divê siyaseta kurd du tiştan bike; Yek, hêza xwe ya parlementoyê biparêze û hêjî xurt bike. Ya duyemîn jî vê hêzê divê li kolanan piştrast bike. Siyaseta kurd di ev her du mijaran de heke destên xwe xurt bike wê gavê ew ê karibe çareseriya gellek pirgirêkan de serkeftî bibe.  (MAK/AY)

BİANET

Exit mobile version