Site icon Rojnameya Newroz

SIBÊYA ŞEVA TARÎ…

 

Hewa teze ronahî bibû, ax germahîya xwe nû pê hesandi bû û biriqîna rengê avê  jî hemû erdan de cuda bû. Li fabrîqayan, li kolanan de û di bajarê de roja teze ji hêvîyên; karkeran, jinan, memûran, simîtfiroşan, zarokan, betalan, xwendekaranê bû. Dengên mirovan, erebeyan û çekûçan; dayîbû întîba wekî orkesterayek tiştekî ahengê re bixebitî, têkilî bi hev re û tiştek vegotîbû.

Rûmet Onur Kaya / Tüm yazıları için buraya tıklayın

Di malê xwe de, zû radibe û her roj diçe bû pê dimeşîya ji bo gihandina şola xwe Baran, karê xîzkirina kodê re şol kirî bû. Ev şol, spî kirina şalên bû. Ji çapemeniyê de gelek caran nûçeyên karkeran bihîstê bû. Xîzkirina kodê, nesaxekî bêdermanî ye û sedema ev nesaxiyê re gelek mirin çêbû bû û ne girtî bûn dîsa jî atolyeyan. Xebera wî nesaxêyî  hatî bû ji guhên baran û hevalên xwe. Lê belê pêşîya çavên wî, jina wî Xecê hatî û ducanî bû, zarokên wî hatibûn li ber çavên wî, zarokê wî ya biçûk hêj salek xwe tijî nekirî û zaroka wî ditir çaxa dibistanê 10’ê salê xwe de bû û dayîka wî hatî, rengê porê wî kişandina yên janê jiyanê nîşa dide û dayîka wî nesax bû.

Dema li welatê xwe re hatin jî bajarê mezinê 3 salê derbas bibû. Jana xeribîyê pir zor e, mirov pir bêrîya axa welatê xwe, gundîyên xwe û hevalên xweyî dike. Dema hatina jî bajarê mezinê heta niha wî de di gelek karan de şol kirî bû Baran. Di avahîyên de, li îmalatxaneyan de dixebitî, karkerîtîya kaxeza avêtîyê kirî bû, gelek mehanê barkêşatîyatî kiri bû, sermiyandaran gelek rojan pereya wî ji neda bûn û fiyoza wî ji ne neçêkirî bûn. Hefteek berê şola xwîzkirina kodê re destpê kir, neçar jî bû.  Ji ber ku, rêjeya betalî gelek bû, peyda kirina şolê ji zor û zehmet bû. Heqdestê wî kêm, wî karê de di rojê de 12 seat şol dike, lê belê dixebitîna wî pêwist bû û gelek caran bi ji ber mercên şolê malbata xwe jî têr nedîtî bû. Nûçeya karkeran de; mirin, seqetmayîn, û birîndar bûyîn an jî benda mirinê bûn ji avahîyan, ji fabrîqeyan û ji imalatxaneyan. Gelek karkeran nava nexweşîtiyan de jiyanên xwe berdewam kiri bûn û bi awayekî berdewam dikirî bûn jiyanê re…

Baran, di navbera jiyana zor û zehmet ma bû, janên anîna jiyanê re pir xem xwarî bû, hemû rojên ku ew difikir, lê belê deste wî de tiştek ne hatî bû. Kesên ditir ku bi keda xwe re û zor û zehmetê de şol nekir, hêjaya xwêdana eniya û kedên van û şol kirinên van, neşîn fam bikin. Hinek kesanê hene ne şol kirinên û ked ne dayîn, nava luksê de dijîn, dewrana van sermiyan, dewlemendiyan didome bû. Hinek kesan heye nikarî ava mastê peyda bikin, hinek kesan jî heye mastê bi to yî xwe re dibiri bû.

Baran, ev difikirî, goti xwe bi xwe re, ew çerx çerxek çawa ne, em çêdikin, ne şolkirinên dixwîn. Lê belê roj jî tê ba paşpêkîyê re dizivirê.

Hevalekî wî li atolyayî aciz bibû, rakirî bûn jî nexweşxaneyê, Baran dema derketina şolê re çûbû sera hevala xwe. Ji ber ku sermiyan destûr neda bû biçe nexweşxaneyê, wê çaxê bikarî çûbû. Dema gihîştina dalana(korîdor) nexweşxaneyê, bi pirs kir rewşa hevalê xwe. Piştî jî pirsyar kirinê re cemîdî, cihê xwe mat ma, gelek xemgînê bû, çavên wî de hêstiran hate rijandî û dile wî sot.  Rewşa hevala wî ne baş bû. Di navbera xwe de xwe bi xwe re got ev çawa çerx e, em hem jî welatê xwe re hatin, koçberî bûn ev bajarê mezinê re, hem ji bêşol man demek van deran, hem di jiyana me de zorên, nesaxîya bê dermanê ji heye. Ew çawa çerx e, lê belê rojek dizivirê dewran, ji me re ji dikenî. Dema em bibin yek. Hêvî, rojên adar û biharê diinê, demên tarî jî derbas bibe û rojekî  janên hemû xelas bibe…

Dema jî hatina mala xwe, baran ji destpê kirî bû, hêstira wî û dibarîna dilopên baran têkilî bi hev re bûn. Hêstirê çavên xwe paqîj dikir Baran mendîla yê destê wî de, jina wî ev dît bi pirs kir çi bû, wî jî got rewş weso ye lê belê digot baştir bibe. Nepenî kir jina xwe re, ji ber ku dema rojek bi xwe jî ev nesaxîyê bê derman, silikozisê dibe. Paşê, zarokên xwe, jina xwe, dayê xwe, axên xwe û bîranênîn xwe hêni dikir, berê xwe de sankî wekî cara dawîyê ji malbata xwe re, di nav xwe de girî, birînek bê xwîn bû ev. Hênî dike şeva himê, xew ne hatî çavên wî, ne raza. Telefonek jî seata derbas bûnê de hat, hevalek wî atolyeyî re gerêya bû. Hevala wî ya nexweşxaneyê re aciz bûye, doxtoran gotine rewşa wî qet baş nîne. Cemidî ji nişka ve baran wê deme de sankî cihanê xirabû û sankî avên kel rijandî bi ser serê wî de.

Rawestandî Baran piçek demê jî cîhê xwe de, piştre jî mala xwe de derketî diçû nexweşxaneyê, ji dalanê de malbata hevalê xwe dît. Çavên wî digirî bûn, zarokên hevala wî hebûn,  zarokê hevalê wî yê hêrî piçûk ku hêj teze dimeşîya, ewa dît bû xemgînê û dilê wî sot. Sermiyan jî nehatiye nexweşxaneyê, telefonekî jî nevekiri ye, gelek dîtî bû telefonekî ji. Ji pişta karkeran bi tonan pereyan qezenckiri bû, telefonekî jî nevekiri bû…

Notê Nivîskar: Ev çîrok sala 2012, hejmara (Tîrmeh û Gelawêj) Kovara Tîrojê de hate bû weşandin. Hin cîhên ev çîroka bi navê ‘Sibêya Şeva Tarî’ paşê derbas bûna nivîsandina xwe 5 salê re, dîsayî hate nivîsandin û hate keys kirin.

Exit mobile version