Site icon Rojnameya Newroz

Şahiya Zimanê Kurdî: Em bikin ku zimanê me bibe stêrka geş a li esmanê welatê me

Bernameyen Heftêya Zimanê Kurdî îro bi şahiyê berdewam kir. Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî destnîşan kir ku ji bo zimanê kurdî bibe stêrka geş a li esmanên welat ew têdikoşin. Beşdaran banga xwedî derketina ziman li xelkê kurd hat kirin. 

Bernameyên Heftêye Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ku bi pêşengiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) tê lidarxistin îro jî berdewam kir. MED-DER’ê bi hevkariya Tora Ziman û Çanda Kurdî, Komeleya Wejêkaren Kurd, Pena Kurd û Enstituya Kurdî ya Amedê di çerçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê de şahiyek li dar xist. Bernameya îro li eywana daweta ya Demîrok a li navçeya Yenîşehir a Amedê de bi şahiyekê bi rê ve çû. Hevserokên MED-DER’e Rifat Ronî û Şilan Elmas, Endamên Platforma Zimanê Kurdî, Hevseroka Partiya Heremen Demokratîk (DBP) Salîha Aydênîz, Partiya Komunist a Kurdistan, Sînan Çiftyurek (KKP), Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Remzîyê Tosun, Îmam Taşçier, Nûsrettin Maçîn, endamên Tevgera Jinên Azad(TJA), nûnerên rêxistinên sivîl û gelek welatî beşdarî şahiyê bûn.   Li eywanê pankartên bi nivîsa, “Zimanê me navnîşan û nasnameya me ye”, “Zimanê me hebûna me ye”, “Zimanê Kurdî stûna bingehin a neteweyî ye”, “Çand û ziman, nirxên bingehîn ên neteweyî ne”, “Zimanê me rûmeta me ye”, “Zimanê Kurdî pîvana welatparêzeriyê ye”, “Aştiyeke mayînde bi azadiya zimanê Kurdî pêkane” hatin daliqandin.  Berî şahiyê welatiyan bi çoş stran gotin û govend girtin û dirûşm hatin berzkirin. Axaftina destpêkê Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî kir.  

‘ŞÎN Û ŞAHIYA ME BI HEV RE YE’ 

Rifat Ronî di destpêka axaftina xwe de şerê li ser Kurdistanê tê meşandin bi bîr xist û anî ziman ku gelê kurd 40 sal in şahî û şîna xwe bi hev re li dar dixe. Ronî derbare şahiyê de wiha axivî: “Her çiqas li Efrînê Hesekê û Mexmûrê şîn hebe jî em îro ji bo zimanê kurdî wek stêrkan li esmanan geş a welat li vir in. Bi dehan sal in em daxwaza ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê dikin.”  Ronî bal kişand ser dersa bijarte ya kurdî û wiha domand: “Dewlet bi lûtufekê pêşkêşî gelê kurd dikin. Li aliyekî vê dikin û TRT Kurdî vedikin û li aliyekî jî peyv û zimanê kurdî qedexe dikin. Dersa bijarte ji bo miletek biyanî dibe. Gelê kurd biyaniyê zimanê kurdî nîne. Daxwaza gelê kurd perwerdehiya fermî ya zimanê kurdî ye.” Piştî Ronî sînevîzyona ku behsa têkoşîna ziman dike hatibû amadekirin, hat nîşandan.  

TÊKOŞÎNA ZIMANÊ KURDÎ BERDEWAM DIKE  

Piştî sînevîzonê Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz jî axivî û bal kişand ser girîngiya ziman û got: “Ziman nasnameya mirovan e.” Aydenîz behsa qedexeyên li ser ziman û çanda kurdî jî kir û wiha got: “Îpek Ateş çawa ku nikaribû bi lawê xwe re bi kurdî biaxive û digot ‘Kamber Ateş nasilsin?’ îro jî heman qedexe didome. Em ê dest ji parastina zimanê xwe bernedin. Çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”  Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Mehmet Devîren û endamê Komeleya Arsisê ya Wanê Hamît Dilbihar jî axivîn û bal kişandin ser girîngiya zimanê kurdî.  

‘EM BI ZAROKÊN XWE RE BI KURDÎ BIAXIVIN’

Di dawiyê de Dayika Aştiyê Kudret Erzindan axivî. Erzindan di destpêka axaftina xwe de roja zimanê zikmakî ya cîhanê li girtiyan pîroz kir. Erzindan destnîşan kir ku pêwîste dayik bi zimanê xwe bi zarokên xwe re biaxivin û got: “Bila hemû dayikên kurd xwedî li zimanê xwe derkevin. Bila zarokên xwe bi kurdî mezin bikin. Zarokên xwe fêrî kurdî bikin. Me ewqas şehîd dane, em ji bo bîranîna cangoriyên xwe li zimanê xwe xwedî derkevin.”  Piştî axaftinan koma Şanoya Bajêr a Amedê made kiribû hat pêşandan. Piştî şanoyê helbest hatin xwendin û belgeyên şagirtên MED-DER’ê li wan hatin belavkirin.  Koma muzîkê ya Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê derket ser dikê û strîn. Welatiyan li ber stranan govend gerand û şahî bi dawî bû.

Exit mobile version