Site icon Rojnameya Newroz

Rojnamevanê Fransî Imhoff li Ukrayna Hate Kuştin

Frédéric Leclerc

Frédéric Leclerc

BFM TV got ku Imhoff di encama ketina parçeyeke bombeyekê de, di dema şopandina operasyona veguhastina sîvîlan hate kuştin.

“Frédéric Leclerc-Imhoff, dema wî operasyoneke mirovahîyê ji nava maşîneke zirxîn dişopand, li nêzî bajarê Sievierodonetsk ya herêma Donbas hate kuştin. Ew 32 salî bû û ji şeş salan vir ve jibo me dixebiti,” BFM TV got.

Serokê Fransî Emmanuel Macron jî li ser Twitterê got ku Leclerc-Imhoff li Ukrayna bû ku rastîya şer ragihîne.

“Li nava otobuseke mirovahîyê, dema bi sîvîlan re ji neçar ji bombeyan Rûsan direvîn, ew hate kuştin,” Macron di twîta xwe de got.

Macron sersaxî ji malbat, meriv û hevkarên Imhoff re xwest û got ku Fransa piştgirîya bê sînor dide wan kesan ku di rewşên dijwar de kesên din agahdar û serwext dikin.

VOA

Exit mobile version