Site icon Rojnameya Newroz

REWŞA TIRKIYEYÊ XIRABTIR  DIBE

Raportora Parlamentoya Ewropayê ya Tirkiyeyê Katî Pîrî ku li Enqereyê hevdîtin pêk anîn, diyar kir ku her cara ew tên, bi rewşeke xirabtir re rû bi rû dibin. Pîrî da zanîn ku heta OHAL neyê rakirin dê Tirkiye normal nebe

Raportora Parlamentoya Ewropayê (PE) yê Tirkiyeyê Katî Pîrî ku li Enqereyê bi sazî û kesan re hevdîtin pêk anîn, peywendiya PE û Tirkiyeyê bi van gotinan anî ziman: “Pêkanînên hikumetê ji krîterên YE’yê dûr in û niyeta me ew e ku piştî OHAL hat rakirin em careke din pozîsyona xwe binirxînin. Mixabin her cara em tên, dibînin ku rewş xirabtir e. Pîrî, çavdêriyên xwe yên Enqereyê ji rojanemeya Cumhuriyetê re parve kirin. Pîrî li ser pirsa piştî referandûmê dê pêşeroja Tirkiyeyê çi be wiha bersiv da: “Encama referandûmê çi dibe bila bibe heta OHAL neyê rakirin Tirkiye nikare bikeve pêvajoya normalbûnê. Hikumet di OHAL’ê de ku got dê bandorê li ser gel neke de bi sedan kes ji kar avêt, rojnameger û wekîlên muxalif xistin girtîgehê. Diyare ku gefa terorê li dijî Tirkiyeyê heye, lê bi hêsanî mirov wekî ‘terorîst’ dana nîşandan mafê parastinê nedayîn me dixe nava fikaran.”

BANDORA GEZIYÊ

Pîrî der barê endamtiya Tirkiyeyê de jî wiha axivî: “PE di salên dawîn de ji bo endamtiya Tirkiyeyê pişgiriyeke mezin dida. Ji ber bawerî bi pêvajoyê anî, mafên bingehîn ên ji aliyê Konseya YE’yê ve hatin astengkirin, xwest fasilen 23 û 24 bên vekirin. Piştî protestoyên Geziyê rewş guherî. Piştî operasyona li dijî Cumhuriyetê, bi awayekî bê qanûnî rakirina destnedayîna parlamenteran, girtina 10 parlamenteran di mijdarê de me dît ku em nikarin bi Tirkiyeyê re peywendiyê bidomînin, lê niha ji YE re behsa yekgirtinê kirin neraste. Ger em behsa endamtiyê bikin tu feydeya wê ji welatiyên me û Tirkiyeyê re tune ye.”

REWŞA ÇAPEMENIYÊ

Pîrî, der barê siyasetmedarên Ewropayê û nêzîkatiyên wan de jî wiha got: “Heke hûn wekî hinek siyasetmedaran di aliyê aborî de li Ewropayê binêrin, hûn dikarin binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê paşguh bikin. Piştî krîzên penaberan gefa herî mezin a ji bo YE’yê Tirkiyeyek bêîstîkrar û e demokratîk e. Pir rojnameger ji ber xebatên rojnamegeriyê hatin girtin. Ev me xemgîn dike. Bi taybet di welatekê ku di pêvajoya endamtiya YE’yê de ye tiştên wiha dîtin fikaran zêde dike. Nêzîkatiya li hemberî çapemeniyê demokrasiya wî welatî nîşan dide.”

YE: Fikarên me zêde dibin

Berdevkiya Komîsyona Yekitiya Ewropayê (YE), têkildarî betalkirina parlamenteriya hevseroka HDP’ê Figen Yuksekdag û 5 meh cezayê li hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş hatiye birîn, daxuyanî da. Komîsyonê anî ziman ku tedbîrên têkildarî 3 parlamenterên HDP’ê û biryara meclisê ya destnedayîna parlamenteran fikarên wan zêde dike. YE’ê da zanîn ku ew li dijî girtina parlamenterên HDP’ê bi bertek in û Tirkiye dest ji taehutên navneteweyî berdaye. Komîsyonê da zanîn ku YE’ê bi dehan caran fikarên xwe yên der barê nêzikatiya Tirkiye ya serdestiya hiqûqê, hurmeta li hemberî mafên mirovan û pergala demokrasiya parlamenteriyê anîne ziman. YE, diyar kir ku wekî KE dê ji nêz ve rewş û tevgera Tirkiyeyê bişopînin.

ROJEVA MEDYA

 

Exit mobile version